Bi keda jinan jiyana gund tê birêvebirin

Jinên Gundê Til Necma yê girêdayî bajarê Til Temirê teqez kirin ku jiyana herî xweş a gundan e, ji ber jiyana herî nêzî jiyana civaka xwezayî li gundan e.

RONÎDA HACÎ

Hesekê-Li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê wekî gelek deran krîza aborî heye lê jinên gundan bi keda xwe dibin bersiv ji wê krîzê re. Jiyana gund jiyana herî nêzî civaka xwezayî ye. Di gundan de jin jiyanê birêve dibin, gihayên xwezayî berhev dikin, pez xwedî dikin, nanê tenûrê lêdixin. Ji di nava bexçeyên xwe de amadekariya zivistanê dikin. Ji bo ku em jiyana jinan a li gundan bizanibin û parve bikin me berê kameraya xwe da gundê Til Necma. Jinên gundê Til Necma yê girêdayî bajarê Til Temirê ya kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, diyar kirin ku ji bo krîza aborî û zindîkirina çanda dayikbûyînê ew dibin bersiv.

Gundê Til Necma 10 km. li Rojhilatê Bajarê Til Temir dikeve, nêzî 80 mal ji pêkhateyên Ereb û maleke Kurd tê de dijîn. Gundî debara xwe bi kedîkirina pez, lawir, mirîşk, çandiniyê, çêkirina nanê tenûrê, dikin. Her roj sibehê gundî bi bêhna nanê tenûrê çavên xwe vedikin, jin lawiran didoşin û mast û penîr çêdikin. Berhemên bexçeyên xwe diçinin û xwarina mala xwe çêdikin, amadekariya zivistanê dikin. A balkêş jî jinên Kurd gihîştine xwezayê, tiştan berhev dikin û ji bo dermanê nexweşiyan di mala xwe de dihêlin.

‘Jin ji gihayê xwezayî di mala xwe de dermanxaneyek çêdikin’

Bêrîvan Îsmaîl yek ji jinên Kurd e li gund dijî, da zanîn ku çanda komkirina gihayê xwezayî ji dayika xwe fêr bûye  û wiha anî ziman: “Em tenê malbateke Kurd li vî gundî dijîn, hemû pêkhateyên Ereb in lê em bi hev re dijîn û dibin alîkar. Dayika min her dem gihayê xwezayî dida hev da ku me ji nexweşiyan biparêze. Ez jî jê fêr bûm û gihayê xwezayî didim hev. Gihayê ku niha didim hev yek jê gula hîro ye ev gul ji bo îltihaba sîng derman e bi taybetî di zivistanê de her kes bi sermayê dikeve ev gul ji bo wan tê bikaranîn. Heshesûk jî ji bo nexweşiya îshalê tê bikaranîn, salên dawî gelek kes bi vê nexweşiyê dikevin ji ber germahiya zêde û ava qirêj, ji bo wê ev dibe dermanê wê nexweşiyê. Gihayê qirincok di nava zeviyan de çêdibe ev giha em lê digerin û kom dikin ji ber ku ew derman ji nexweşiya remil a ku di gurçikan de çêdibe re baş e. Gelek giha hene her yek jî ji bo nexweşiyê derman e. Tiba xwezayî zanebûn jê re pêwîst e ev zanebûn jî li gel jinan bi pêş bikeve. Eger îro em binêrin em ê bibînin ku yên giha berhev dikin û di malên xwe de dihêlin, dermanxaneyek di mala xwe de çêdikin jin in.”

‘Em ê dîroka ku jin tê de bijîşk bûn zindî bikin’

Bêrîvan Îsmaîl da zanîn ku di dîroka civaka xwezayî de ji bo keşifkirina tiba xwezayî gelek jinan ji jiyana xwe ji dest dane û wiha axaftina xwe domand: “Eger em vegerin dîroka civaka xwezayî em ê bibînin ku jin xwedawend, bijîşk bûn. Jinan ji bo ku civaka xwe ji nexweşiyan biparêzin giha li ser xwe diceribandin, gelek ji wan bi vî rengî  jiyana xwe ji dest dan. Jiyana xwe feda kirin da ku civaka wan saxlem dûrî nexweşiyan be. Bi vî rengî jinan tiba xwezayî keşif kir lê mixabin di dema Sumeran de û di avakirina tebeqatan de berhemên jinan ji wan hatin standin û bi avabûna dewletbûyînê re derman derketin. Li hemberî pişaftina çanda tiba xwezayî gelek jinan ew çand parastin heya ku îro di gundan de zindî maye. Her çiqas teknîk bi pêş bikeve û derman zêde bibe nabe wekî dermanê tiba xwezayî ji ber ev derman tu bandora wî nebe li ser mirovan tune ye. Em ê dîroka ku jin tê de bijîşk bûn, zindî bikin.”

‘Em hewl didin heya astekê rê li ber krîza aborî bigrin û bijîn’

Asiya El-Etwa bal kişand ser krîza aborî ya ku niha li tevahî Rojhilata Navîn heye û got: “Jiyana gundan zû bi zû bandora krîzan lê nayê ji ber ku ev jiyan dûrî zext û siyasetên desthilatdariyê ye. Ev jiyan bi keda jinan tê birêvebirin. Min bexçeyê sebzeyan çandiye bacan, bamî, xiyar, bacanê reş, îsot û xirtik. Ji wan malbat pê debara xwe dikin. Xwarina me ya rojane bi vî bexçeyî ye. Niha jî ji bo zivistanê em amadekariyan dikin ava bacanan çêdikin, ava bacan û bamiyan dixim nava hev û di qetremîzan de hiltînim. Îsot û xiyarê kezdandî çêdikim. Her çiqas krîza aborî xurt be jî bi vî rengê ez ê bikaribim hinek debara malbata xwe bikim. Niha jiyana bajaran zehmet e, ji ber ku ew her tiştê xwe ji dikanan dikirin û pir buha ye lewma yên ku herî zêde li wan bandor bike bajar in.”

‘Ji ber qutkirina ava Xabûr xeta Hesekê –Til Temirê zuha û hişk bûye’

Asya di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Em nikarin ji bo firotinê bexçeyan çêkin ji ber ku av tune ye. Xabûr ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye qutkirin ji bo wê jî bexçeyek mezin em nikarin çêkin. Her malek ji bo mala xwe çandiye, bîr kolane, ew bîr jî ava wê her ku diçe kêm tir dibe. Beriya niha Xabûr hebû xeta Hesekê Til Temir bi şînahiya xwe dihat naskirin lê mixabin niha xetek zuha ye. Ew ji ber qutkirina Xabûr e. Em bang li rêxistinên mirovî dikin ku ji bo çemê Xabûrê çareseriyek bibînin û bi çavekî mirovî lê binêrin ne bi çavekî siyasî ji ber qutkirina çemê Xabûr krîzeke aborî û xewazyî derdixe.”