Bi jiyana komînal jin bûn dengê civakê

Jin bi riya komînan roleke girîng di tax û gundê xwe de dilîzin û di her warî de pêşengiya civakê dikin.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic – Komîn tê wateya komek kesên ku li tax û gundên xwe teşe didin jiyanê û hemû pirsgirêkên aborî, çandî, tendirustî, civakî, çandinî û ewlekariyê bi riya komîteyan çareser dikin. Komîn rêveberiyek biçûk ji rêveberiya xweser e, biçûktirîn şaneya berpirsiyariyê ye.

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji bo şoreşa jinê di her qadê de pêşengiyê kirin, ji gundan heyanî tax, navçe û bajaran bi jiyana komînal car din erkê xwe yê pêşengiyê dikin û xwedî li destkeftiyên xwe derdikevin.

Jin pirsgirêkên xwe bi riyên demokratîk çareser dikin

Hevseroka komîna taxa Şehîd Mûsa El-Dojî, Uş Mihemed Casim der barê vê mijarê de dibêje ku jin xwedî vîn in, dikarin her karî bikin li malê, di nava civakê û di karê xwe de bi ser dikevin. Bi avakirina komînan re mafên herdu zayendan di rêxistina civakê, girtina biryaran û pêşniyarên ji bo xizmeta gel de misoger dibe û jin êdî pirsgirêkên civaka xwe li ser bingehên demokratîk çareser dikin.

Bi xebatan rengê xwe dan civakê

Hevseroka komîna gundê Ebo Qelqel Zelîxa Silo dibêje: “Komîn navenda çareserkirina pirsgirêkên civakê ne. Rola jinan di komînan de çalak û berz e, hemû jin pirsgirêkên xwe bi hevseroka jin re parve dikin, hebûna jinan di komînan de girîng e nûnertiya jinan di hemû waran de dike.”

Zelîxe Silo guhertina rewşa jinan îro piştî salên serweriya hikumeta Şamê, Artêşa Azad û DAIŞ’ê dinirxîne û dibêje: “Jin berê nikaribûn nêrîna xwe derbirînin lê piştî rizgarkirina bajarê Minbicê ji destên DAIŞ’ê jin êdî roleke çalak dilîzin. Di cihên çareserkirina mijarên civakê de ne û her wiha nûnertiya civaka xwe di navendên biryardayînê de dikin. Di meclisên navxweyî û rêveberiyên xweser de, bêdeng namînin û dibin dengê civaka xwe.”

Komîn di xizmeta civakê de ye

Ji aliyê din ve hevseroka gundê Qere Sice Fatma Silêman têgeha komînê diyar dike û dibêje: “Komîn derfetê dide civakê ku xwe bi xwe bi rê ve bibe ji xizmetguzariyan sûdê bigre heta mijarên civakî û perwerdeyê. Komîn bingeha Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e û hêza wê ya navendî ye. Bê komînan mecils ava nabin, lewre komîn biçûktirîn hêza rêxistina gel in. Komîn nûnertiya civakê di meclisê de dikin û meclis nûnertiya hemû komînan di rêveberiya sivîl a demokratîk de dikin. Ango pêşniyar û nêrîn ji bingeha gel dest pê dikin diçin cihê biryardayînê. Piştî lêkolînê ew pêşniyar dibin biryar, girîngiya komînê di vir de ye ku ew stûna bingehîn e di pergala Rêveberiya Xweser de.

Komîn civakê birêxistin dike

Hevseroka navçeya Ebo Qelqel Hacer El-Alî dibêje: “Komîn ne îro çêbûye, têgeha jiyana komînal ji destpêka mirovahiyê ve heye. Dema ku sîstema dayiksalar serwer bû, jin xwedî rola sereke bûn di rêxistinkirina komînê de. Komîn ji çend komîteyan pêk tê, jin rola xwe bi awayê aktîf di her komîteyê de dilîzin. Di rêvebirina her cihî de xwedî vîna bi hêz in. Komîn li ser bingeha sîstema demokratîk ava dibin ji ber ku birêxistinkirina komînê ji bingehê ber bi lûtkeyê ve ye, dijberî desthilatdariyên navendî ye. Li herêmên me têgeha komînê ji %50 pêk tê ji ber ku ew ji bo civaka me tiştekî nû ye lê em bi temamî pêk tînin ji bo civakeke demokratîk bi wekheviya navbera herdu zayendan ava bikin.”