Bi helbestan hêviyên xwe mezin dike û bersiva dagirkeriyê dide

Rewandoz Dawûd a ji ber êrişên dagirkeriyê ya li ser Efrînê helbest nivîsandinê berdaye, dibêje ku ew ji nû de dest bi helbest nivîsandinê kiriye û ev helbestên wê ji bo dagirkeran bersivek e ku hêviyên wê zindî ne.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- Di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên di 20’ê Çileya 2018’an de li ser Kantona Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir, li hemberî êrişan têkoşînek destan a ku 58 rojan dom kir û bi navê ‘Berxwedana Serdemê’ kete dîrokê. Di 18’ê Adara 2018’an de bi temamî hate dagirkirin. Di dema dagirkeriyê de bi hezaran welatî neçar man malên xwe biterikînin. Ev welatî li bajarên cuda yên Rêveberiya Xweser bi cih bûne. Dema welatî koçber bûn, ne tenê Efrîna ku jê re digot “bihuşta li ser rûyê erdê” û malên xwe terikandin, di xewnên xwe de jî di wê bihiştê de man. Rewandoz Dawûd ku piştî dagirkeriyê li Til Temirê bi cih bû, yek ji wan kesan e ku xeyalên xwe li Efrînê hiştine.

Rewandoz Dawûd ku dibêje wî li Efrînê helbest nivîsiye û piştî dagirkeriyê dev ji helbestê berdaye, bi gotina "Ez ê bersiva dagirkeran bidim ku hêviya me xilas nebûye” car din pênusa xwe girtiye destê xwe û dest bi nivîsandinê kiriye. 

'Efrîn bajarekî hunerê bû'

Rewandoz Dawûd diyar kir ku Efrîn beriya dagirkeriyê bajarekî hunerî bû û wiha got: “Jinên Efrînê bi def, zurna û dengbêjiya xwe tê naskirin. Hunera Efrînê xwedî dîrokeke kevnar e. Govendên ku dapîr û bapîrên me anîne heta niha vê çandê diparêzin. Çanda Efrînê bi halayên dapîrên me gelek baştir tê ragihandin. Efrîn bi kurdayetî û reseniya xwe tê naskirin. Bêguman di her maleke Efrînê de hunermend, helbestvan, dengbêj, dîroknas an jî çîroknûsek heye. Ev çandeke ku ji bav û kalên me nifş bi nifş hatiye parastin û gihîştiye me. Çanda dengbêjiyê jî bi stranên dayikên me dest pê kir. Bê şik yên ku berdewamî û parastina vê çandê misoger dikin dayîkên me ne.”

Di 2017’an de des bi rêwîtiya helbestan kir

Rewandoz Dawûd da zanîn ku rêwîtiya wê ya nivîsandina helbestan di sala 2017'an de li Efrînê dest pê kiriye û wiha domand: "Di sala 2016'an de min li helbestên Ferhad Merdê guhdarî dikir. Pir caran min helbestên wî li cem xwe dinivîsand û dixwend. Min dixwest di aliyê xwendinê de dengê xwe perwerde bikim û ya din jî usluba xwendinê bi min re çêbibe. Heya wê demê xwesteka min a ku ez helbestan binivîsînim tunebû lê belê roj derbas bûn û min hez kir ku tiştekî min ê taybet hebe. Di sala 2017'an de min bi awayê fermî dest bi nivîsandina helbestan kir, helbesta min a yekem jî li ser rêhevalek bû ku di şerê bi çeteyan re canê xwe ji dest dabû."

Helbestên ku du salan nivisî li Efrînê man

Rewandoz Dawûd balê dikşîne ser çarenûsa helbestên wê yên ku di nava du salan de nivîsandine û wiha bi lêv kir: "Beriya şerê Efrînê dest pê bike, 30 helbestên min hebûn, min  hemûyan di lênûsekê de nivîsandibûn. Wê demê min helbest dinivîsandin, kom dikir da ku bikim pirtûk û bi navê xwe çap bikim. Lênûsa helbestên min di nava pencên şevşevok û dagirkerên tirk de ma. Ji ber vê sedemê 3 salan ez ji nivîsandina helbestan dûr ketim. Di vê navberê de min nikaribû li helbestan jî guhdarî bikim. Her tişt li pey me ma, hemû helbestên min li Efrînê man. Piştî rawestîna 3 salan dîsa min biryar da ku ez meş û rêwîtiya xwe di warê helbestvaniyê de bidomînim. Heya niha jî min du helbest nivîsandine û klîbên wan çêkirine."

'Nêrînên guhdar û şopînerên helbestên min girîng in'

Rewandoz Dawûd nêrîna şopîner û guhdaran ji helbestên xwe re bi bîr xist û ev yek anî ziman: "Ez kela dilê xwe bi helbestan derdixim derve. Pir guhdar û şopînerên rûpela min û her kesê ku li helbestên min guhdar dike dibêje ku gotinên helbestên te sivik in û helbest bi xwe kin in. Nêrînên wiha ji min re girîng in, ji lewre ji bo kesên guhdar dikin newestin min helbest kin kirin. Lê belê armanca min ji bikaranîna gotinên sivik ew e ku ez meqseda xwe bigihîjînim hemû pêkhateyên ku bi gelek zaravayên zimanê Kurdî diaxivin. Bêguman ev xebata ez dikim jî bersiveke ji dagirkeran re ye ku hêviyên min hişk nabin ji nû ve şîn tên."

'Ez ê pêxas li kolan û taxên Efrînê bimeşim'

Rewandoz Dawûd da payin ku di xewnên xwe de dibîne ku li kolan û taxên Efrînê digere û wiha pêl da gotinên xwe: "Wexta ku xewna min bibe rastî wê demê cîhan jî têra kêfxweşiya min nake, ji ber ew hestên kêfxweşiyê nayên ziman. Min soz daye, dema ku Efrîn were rizgarkirin ez ê pêxwas li Efrînê bigerim û axa wê maçî bikim. Dagirkirina Efrînê bi me pir giran bû. Dema ku her darek zeytûnê li Efrînê tê birîn, dilê me jî birîndar dibe. Em vegerin Efrînê bêguman em ê dîsa darên zeytûnan biçînin û xwezaya wê xweş û geş bikin. Bêguman heya ku ez li vir bim li ser bicihanîna xewna xwe ez ê bixebitim û pirtûka xwe çap bikim lewre teslîmiyet û sekn ne karê jinên bi hêz e."