Bi destûr û saetên ku hatine diyarkirin dikare li gundê xwe bisekine!

Emîne Atak a ku di sala 1994’an de bi zorê ji gundê xwe hatiye koçberkirin, piştî 20 salan bi destûr û saetên ku hatine diyarkirin dikare li gundê xwe bisekine. Emîne Atak a got di saetên leşker diyar dikin de li gund dimîne, xwest qedexe werin rakirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Colemêrg – Li Colemêrgê bi hinceta operasyonên leşkerî, herêmên ku bi navê ‘qadên ewlehiya taybet’ hatine îlankirin dibin sedem ku şênî nikaribin biçin gundên di salên 1990’î de hatibûn şewitandin. Li hinek gundan jî bi şertê îkametgahê û destûra taybet çûndin çêdibe. Kesên ku destûr digrin û diçin gund jî destûra wan ji aliyê leşkeran ve tê dayîn û çend saet bimînin ew diyar dikin.

Ji ber qedexeyan hinek gundî jî tenê ji bo ku giyayan berhev bikin an jî bostan daynin dikarin biçin gundên xwe. Emîne Atak a ku ji gundê xwe Êlê yê li ser sînorê Îranê di sala 1994’an de hatibû şewitandin e. Emîne Atak piştî şewitandina gund li gundê Zereglî bi cih dibe lê ji ber ku piştî çend salan ew gund jî tê şewitandin niha li Geverê dimîne. Emîne Atak, behsa zextên ku di sala 1994’an de kir û got ku niha jî bi destûr diçin gundê.

‘Dewletê li gund aramî nehişt’

Emîne Atak got ku gundê wan beriya ku were şewitandin gelek xweş bûye şêniyên wê zêde bûne û wiha behsa wan deman kir: “Wan deman rewşa me gelek baş bû lê dewleta tirk li gund aramiyê nehişt. Dema ku serê sibehê radibûn me dît ku derdora mala me girtine. Li gundên derdora me jî zextê dikirin. Digotin; ‘Hûn PKK’ê xwedî dikin’ û her roj davêtin ser malên me. Digotin ‘em we li dijî wan diparêzin.’ Me jî ji wan re digot li vê derê tişta ku aramiyê xirab dike serdegirtina malan e. Wê salê rojek bi tenê jî me li gund aramiyê nedît. Her şev û her roj derdora gundê me digirtin. Rejekê dema ku hatin hemû mêrên li gund birin û xistin bin çavan. Sê kesên ku hatin binçavkirin hatincen qetilkirin, heta niha jî cenazeyên wan nehatine dîtin. Kesên din jî 20 roj li Geverê di bin îşkenceyê de man dûre hatin berdan.”

‘Mal û bexçeyên me şewitandin’

Emîne Atak diyar dike ku rojekê bi dengê helîkopteran şiyar bûne, zarokên wan ji tirsê xwe di nava dolaban de veşartine û wiha domand: “Esnafên li gund ên ku xurek û pêdiviyên me dianîn hem li sînorê Îranê hem jî li sînorê gund hatin qetilkirin. Ji ber operasyon û bombebarana ku rojane hebûn ne ewlehiya me ma ne jî tiştek din. Ji me re digotin ji gund derkevin lê em heta sala 1994’an man û di wê salê de derketin. Ji wê derê em çûn gundê Zereglî. Li gundê me gelek darên fêkî û gûzan hebûn. Piştî ku em derketin gundê me, malên me û bexçeyên me bi benzînê şewitandin. Tu îşkenceya ku me û ciwanên me nedîtin nema.”

Tenê bi destûr û saetên diyarkirî dikare li gundê xwe bimîne!

Emîne Atak bal kişand ku tevî dema derbas bûye jî qedexeya li ser gundê wan didome û wiha got: “20 sal piştî ku em ji gund derketin, me gundê xwe dît. Gundê me û axa me ye lê me bi salan nedît. Dema em diçin gund jî rastî heqaretê tên. Em destûr digrin, di ketina gund de li îkametgahê dinêrin dûre me digrin gund. Di ketina gund de bi saetan me didin sekinandin. Ji me re dibêjin ‘ferman ji jor ve hatiye.’ Piştî ku em destûr digrin du rojan disekinin, dema diçin gund jî 3 saet di ketina gund de disekinin. Yek jî em tenê dikarin çend saet li gund bimînin. Heta saet 3 an jî 4 rojê em dikarin li gund bimînin.”

‘Bihêlin em li ser axa xwe bi aramî bijîn’

Emîne Atak xwest ku qedexe werin rakirin û wiha bi dawî kir: “Bila qedexeya ji ser gund rakin, jiyana me asayî bibe. Em biçin gundê xwe ajalan xwedî bikin, li axa xwe çandiniyê bikin. Bila her kes li dijî van qedexeyan derkeve, jiyana li bajar û gund eynî nîn e. Em dixwazin li ser axa xwe bijîn.”