Bi çuyîna Talîban re jin xuya kirin: Jinên Avxanistanê êdî di qada Ticaretê de tên ditin
Ji sala 2009’an ve li Avxanistanê di nava daneyên ticaretê yên vî welatî de navên jinên ku derbaz nedibûn, niha êdî jin di qada ticaretê de cihê xwe digrin û ev daneyane bandora xwe li ser daneyên sala 2021’an dike. Li gora van daneyan 800 jin bi ticaretê re mijulin û berhemên xwe di firoşin welatên derve.
Navenda Nuçeyan - Berdevgê Sanayî û Ticaretê ya Avxanistanê Fawad Ahmadî da diyarkirin ku jin li welatên cûda di qada ixracata sefran, fêkiyên hişk, tiştên keda dest, cil û bergan de rolek gelek giring leyistin e. Ev nuçe li Avxanistanê bi çûyina Taliban re weke badorek mezin tê ditin û giringî qazenç kiriye. Ji ber hebûna jinan di qada ticaretê de ji sala 2009’an heta niha, cara yekem di daneyên aboriya welat ya 2021’an de cihê xwe girtiye.
Jin berhemên xwe di firoşin gelek navçeyan
Jinên ku di qada ticaretê de kar dikin berhemên xwe di şinin bajarên Avganistanê yên wek Kabil, Belh, Hera, Kendahar û Celalabad. Rêveber didin diyar kirin ku ji bo isal jinên tucar hin mezintir bibin jêre bernameyên perwerdê pilan dikin. Rêveberê Ticaret û sanayî yê Avxanistanê dibêje: “Di nava welat û derveyî welat de di konfaransan de jinê ku di sektorên ixracatê de kar dikin em berhemên xwe dişinin ji wan re.”
Li gora daneyan 800 jin bi ticaretê ve mijulin
Li gora daneyên rast û hatine parvekirin û derbazî qeydên fermî bûne, 800 jin bi ticaretê re mijul dibin. Li gora hati diyarkirin ji sedî 10 jin bi ticareta derve re mijul dibin, ji sedan 50 jî berhemên xwe di nava welat de di firoşin. Ew hêjmara ku maye jî jin di çengên cuda yên kar de kar dikin. Alikarê Rêvebera Odeya Ticaret û Sanayî ya Jinên Avganî Parvaresh Uriakhil dibêje di tevahiya welat de 50 kompanyayên çêkirinê ji aliyê jinan ve tên ixracatkirin û got: “Di sektora ixracatê de hebûna jinan û zêdebûna jinan di qada ticaretê de ji bo me hêviyek mezin e.”
“Malyeta zêde bi heqê kargo wê were bi cihanîn”
Jinên bi ticaretê re mijul dibin ji kêmbûna parastinê û nebûna cihek baş yê kirin û firotinê li Avxanistanê ne razîn e. Kerîma Siddiqui ya ku her sal safra û fêkiyên hişkkirî dişine Dewletên Yekgirtî ya Amerîka, Kanada û Singapur dibêje her sal nêzî 10 kilo safran û fêkiyên hişk dişine. Saddiqui daxwaz dike ku ji ber ew ticareta ku dikin piranîya berhemên wana diçin derveyî welat û eve ji dibe sedema malyetek zêde û ji bo ev malyet were bi cih divê bi rêya malyeta kargo were bicih anîn.”
Maliheh Shams ku her sal 200 kilo safranên xwe di şîne Hindistan û Kazakistanê dide zanin ku ji bo ew berhemên xwe bişîne ji derveyî Avxanistanê gelek wext divê û dibêje: “Bi şandina berheman ji derveyî welat re em bi gelek pirsgirêkan re ru bi ru diminin û rayeder bi vê yekê re eleqeder nabin.”
“Pêşketinên jinan xizantiyê kêm dike”
Li aliyek din rêzek ya pisporên kar û aboriya Avganê bi bîr dixin ku pêşketina jina di qada aborî de xizantî û şideta di nava civakê de kêm dike re dibe alîkar. Mezinbûna jinê di qada ticaretê de qeyrana aboriya civakî kêm dike, dahatuya xwe cihî û xweseriya aboriya jinan bilind dibe û civak bi xwe têrê heye ku bi awayek rast bilin bibe.
Ji Rawa News hatiye wergerandin