Bi çavên nedîtî bi tiliyên xwe li orgê dide

Jina ciwan a li Misirê Yasmîn Kishk tevî ku çavên wê nabînin jî ev rewş li pêşiya wê nebû asteng û gelek serkeftinan bi dest xist. Kesên ku lê dinêrîn û hûnera wê dibînin bawar nakin ku ew kesek astengdar e lewre ew bi hêviyên xwe yên mezin ber bi serkeftinan ve diçe.

Jina ciwan a li Misirê  Yasmîn Kishk tevî ku çavên wê nabînin jî ev rewş li pêşiya wê nebû asteng û gelek serkeftinan bi dest xist. Kesên ku lê dinêrîn û hûnera wê dibînin bawar nakin ku ew kesek astengdar e lewre ew bi hêviyên xwe yên mezin ber bi serkeftinan ve diçe. 
ÎNAS KEMAL
Qahîre- Jieke ciwan a bi navê Yasmîn Kishk a ji Misrê ku di pênc saliya xwe de ronahiya çavên wê çûye û her wiha di piçûkatiya xwe de bi nexweşiya penceşêra retînal ketiye û piştî pêvajoya dermankirinê, çavên wê nedîtin. Lê ev yek jê re nebû asteng û bi dilgeşiya zarokî jiyana xwe berdewam kir.
Bi îradeya xwe gelek serkeftin bi dest xistin 
Yasmîn Kishk ya 27 salî xwediya tiliyên nazik e, qonaxa masterê di beşa wêjeyê de li zanîngeha El-Mensûra bi dawî kir. Mansûra jî ew bajarê ku lê ji dayik bûye û niha tê de dijî ye, ew hêvî dike ku xwendina xwe berdewam bike.
Di zarokatiya xwe de gelek caran rastî rewşîn xemgîn û tengazariyê hatiye, hin kesan jê re gotine "li malê rûnê baştir e" hin kesan jî gotine "tu nikarî berdewam bikî" lê bi alîkariya malbat û mamosteyên xwe dikaribû li amûra orgê bide ku ew jî amûreke dişibe piyanoyê ye.
Yasmîn hêdî hêdî karibû bi tiliyên xwe cihê wan bibîne, wê bi riya ezberkirina notan karibû li orgê bide, piştre derbasî pêvajoya bilind bû ku ew jî cudakirina awaz û notayan bû. Herî dawî jî wê bêyî alîkariya tu kesî êdî dikaribû li orgê bide heya ku gihîşt asta afirandina muzîkên girêdayî xwe.
Yasmîn Kishk der barê hezkirina xwe ji amûra orgê re wiha dibêje; "Dengê orgê bala min kişand, yekemîn amûra ku min lêda diyariya serkeftina min di qonaxa navîn de bû ji ber ku li ser asta dibistanê ez di rêza yekem de bûm, piştre min dest bi fêrbûna wê kir. Ji dema qonaxa navîn de ez tevli şahiyên wek cejna dayik û pêşbirkan bûm."
Şahiya ku ew beşdar bibû ya herî dawî di Tîrmeha borî de bû, li nadiyê "Cazîrat el-Ward" li bajarê wê, ew û koma xwe di merasîmê de hatin xelatkirin ku ew jî komek astengdar bûn.
Qonaxa profesyonel
 Der barê lêdana wê ya amûra dijwar a wekî orgê de pêlêkkirin û ezberkirina notayên wê yên pirhejmar de dibêje: "Hezkirin dihêle ku mijûlbûna bi tiştan re hêsan bibe. Mînak kî ji ajotina wesayîdan hez bike dê karibe bajo ji ber ku jê hez dike. Hezkirina min pir ji orgê re hebû ji ber vê yekê ez di du hefteyan de fêrî orgê bûm.” Her wiha ew bi riya YouTube vîdyoyên deng jî bi kar tîne da ku pê re bibe alîkar ku baştir fêrî lêdana orgê bibe.
Li ser You Tube kenala Yasmîn Kishk heye lê şopînerên wê kêm in tenê 82 şopdarên wê hene û der barê tiştê herî zehmet de nêrînên ku jê re li ser kenalê tên de jê re hatine gotin de ew dibêje: "Di nav nêrînên ku li ser kanala min ji min re hatin, digotin ku ez keseke xapînok im û  li ser muzîka ku ez di vîdyoyê de dilîzim dibêjin ku min berê tomar kiriye û wan her tim henekên xwe bi hêza min dikir."
Ew rûdinê û orgê datîne pêşiya xwe û bi destên xwe wê dibîne ew her cihê ku pê li dike hîs dike û cihê wî ezber dike, ew li ser têkilî û hesta wê bi amûra ku jê hez dike de wiha dibêje;    "Ez dev ji amûrê bernadim heya ku fêrî her tiştê wê dibim"  li gorî Yasmîn Kishk tiştê xweş di amûra org de heye ew e ku hemû dengan digre nava xwe wek amûra qanûn, keman û tenbûr û hwd.
Li gel Yasmîn Kishk kompozîsyonên ku wê bi xwe çêkirine hene lê ew ji xapandina awazan ditirse û tedbîran nizane da ku mafên xwe yên wêjeyî biparêze. Wê ji muzîka caz û rojhilatî re awaz çêkiriye lê muzîka wê ya bijarte klasîk e, çi rojhilatî çi rojavayî dibe û ew ji muzîka Omar Khairat û Umm Kulthum bêtir hez dike.
Mixabin kesên navdar û hunermend piştgiriya Yasmîn nekirin, tevî ku wan ew di gelek şahiyên cihêreng de dîtin jî Yasmîn li ser vê yekê wiha dibêje: "Ez hêvî dikim ku hin ji wan kesên navdar û hunermend dengê min bibihîzin û piştgiriya min bikin, min bi gelek hunermendan re li ser medyaya civakî hewl da xwe bigihîjînim wan lê min ji yekê ji wan bersiv negirtiye."
Yasmîn xwedî behremendiyên hunerî yên din e jî
Yasmîn Kishk qebûl nake ku ew astengdar e û di heman demê de nikare tiştekî bike li malê jiyana wê normal derbas dibe, ew xwarinê çêdike, kincan dişû û bi alavên elektrîkê re mijûl dibe. Her wiha jêhatiyek wê ya hunerî ya din jî ji 7 sal berê ve heye ku ji hunera karên destan e, wek çêkirina el tirêko û bi tevn û kevirên hêja tevnnivîsîn, tevn û pêvekirina aksesûaran ku ev jêhatîbûn ji dibistanê girtiye.
Her çend ev huner bi hewceyî jêhatî û baldariyeke mezin e jî Yasmîn Kishk dikaribû van hemî bi hestên xwe bizanibe û di heman demê de dikaribû ji bo wê nîşanan çêbike ku reng û materyalan ji hev cihê bike.
Yasmîn Kishk xeyal dike û dixwaze ku xwendina xwe ya doktorayê li Zanîngeha Qahîreyê biqedîne lê ji bo biserxistina vê yekê gelek astengî derdikevin pêşiya wê û her wiha xeyal dike ku koma wê mezintir bibe, zêdetir beşdarî şahiyan bibe û projeya wê ya karên destan ji bo kesên ku dixwazin li ser huner û mîrata destan a Misrê fêr bibin bibe pencereyek.