Bi bexçeyên xwendinê asta zanista civakê tê bilindkirin

Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê ji bo zindîkirina çanda xwendinê û bilindkirina asta zanistê parkên xwendinê avakir. Der barê avakirina bexçeyên xwendinê de Endama Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê Kewser Mardînî axivî.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Yekemîn parka xwendinê ku biryara Konferansa 5'emîn a Yekîtiya Rewşenbîran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû di 1’ê Sibata 2019’an de  li Qamişlo hat vekirin. Parka duyem jî di 2’ê mijdara 2021’an de li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê  ku nêzî 300 donime hat vekirin.Di hundirê bexçeyê de navenda Rewşenbîran a bajarê Hesekê hatiye bi cih kirin û pirtûkxaneyek bi hezran ji pirtûkên dîrok, felsefe, zanist, wêje, romanên bi zimanê kurdî, erebî, helbest û kurteçîrok yên zarokan heye. Têkîldarê vê mijarê Endama Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê Kewser Mardînî aixvî.

Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê Kewser Mardînî diyar kir ku armanca eve ku di nava civakê de çanda xwendinê bi awayekî berfireh were belavkirin û wiha axaftina xwe domand: “Di konferansa Yekîtiya Rewşenbîran de biryar hat standin ku bexçeyên xwendinê werin vekirin da ku asta zanista civakê, asta zanista ciwana bilind bikin, her wiha bi armanca zindîkirina çanda xwendinê ku ji ber şerê taybet civak û bi taybet ciwanên me ji xwendinê dûrdixin, lewma ev biryar hate standin û hate pêkanîn. Despêkê li Qamişlo hat vekirin, me dît ku encamek baş tê girtin lewma me li Hesekê jî vekir û niha em hewl didin li her bajarekî bexçeyek vekin.”

‘Xwendin pêdiviyek gerdûnî ye ‘

Kewser Mardînî destnîşan kir ku di riya xwendinê de dîrok, nasname tê naskirin û pêşerojek azad tê avakirin û wiha axaftina xwe domand: “Xwendin pêdiviyeke gerdûnî ye. Ji ber ku di riya xwendinê de mirov zane dibe, dîroka xwe nasdike, bi riya xwendinê pirsgirêk tên çareserkirin. Ji bo wê em dixwazin civakek zane bidin avakirin. Civaka me bi medya dîjîtal, Tv bandor bûye, bê guman ev jî şerek ku dixwazin civak mijûl bikin û çanda xwendinê bihelînin da ku civakek bê dîrok ,çand û nezan were avakirin û bi hîsanî were serdestkirin û kolekirin. Helandina çanda xwendinê yek ji siyasetên qirkirina heqîqeta civakê ye.”

‘Bi xwendinê em ê bikaribin bibin bersiva pirsgirêk û êrîşan’

Kewser Mardînî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di bexçeya xwendinê de pirtûkên cur be cur hene , ji bo zarokan, ciwanan û ji bo şagirtan jî ger lêvegerek wan hebe dikarin serdana bexçeyê me bikin. Bexçe deriyê xwe ji her kesî vedike û dema em jî tên dibînin ku çawa ciwan, zarok pirtûka dixwînin em pir kêfxweş dibin. Zanist tiştekî girîng e di riya pirtûkê de em ê asta zanista xwe pêş bixin û ji bo her pirsgirêk ango êrîşek li ser me were em ê bikaribin bibin bersiv.”

‘Em pirtûka sêyem a Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan dixwînin’

Ciwana Etê tekez kir ku ew û grûbek rê hevalên wê her hefte serdana bexçe dikin û wiha gotinê xwe domand: “Pirtûk rê didin me ku em tiştên nû fêr bibin, çand û kevneşopiyên cihêreng kifş bikin, û bihêlin ku xeyalên me bimeşin. Bi xwendinê em dikarin ferhenga xwe dewlemend bikin û têgeh û ramanên nû hîn bibin. Pirtûk dikare ji me re bibe alîkar ku em di warê rewşenbîrî de pêş bikevin, zimanê xwe pêş bixin, hest û afirîneriya me pêş bikeve. Wekî ciwanek romantîk û xeyalperest, ez xwendinê wekî yek ji çalakiyên herî girîng dibînim ku bi cîhanê re têkildar bibe û kesayetiya me pêş ve bibe. Ji bo wê ez û grûbek ji rê hevalên xwe di hefteyên carekê em li vir kom dibin û bi hevre pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ya paraznameya sêyemîn a Sosoylojiya Azadiyê dixwînin. Di vê pirtûkê de me gelek guhertin di kesayeta xwe de çêkir, me dîrok û rastiya xwe naskir.”

‘Xwendin ji bo her jinekê pêwist e’

Ciwana Etê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em kêfxweş in ku bexçeyek bi vî rengî hate vekirin ji bo ku em bikarin xwe pêş bixin. Di roja me ya îro de xwendin ji bo jinên ciwan pir girîng e. Ji ber ku şoreş bi ciwanan des pê kir û wê bi ciwanan pêşbikeve û bi serbikeve. Lewma banga min ji her jinek ciwan heye ku ew jî tevlî me bibe û were bexçeyê xwendinê xwe nasbike, dîroka xwe fem bike û xwedî li xwe derkeve.”