"Berî ku jiyana xwe ji dest bidin bila em Efrîna xwe bibînin"

Dayikên Efrînê yên koçberî kantona Şehbayê bûne û li kampa Berxwedan ruxmî mezinbûna temenên wan jî dîsa li berxwe didin wiha dibêjin: " Berî ku jiyana xwe ji dest bidin bila em Efrîna xwe bibînin."

HESNA MIHEMED
Şehba-Piştî dagirkirina kantona Efrînê Bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve gelek însan berê xwe dan herêmên bi ewle wek kantona Şehabyê. Bi şert û mercên ku Efrînî tê de koçber bûne gelek dijwar bûn, bi meş û di bin dilopên barana sar de ji Efrînê derketin û serweriya Erdoxan li ser xwe qebûl nekirin. Li Şehabyê wargeh ji xwe ewlehî dîtin û biryara domandina berxwedanê heya vegera li welatê xwe. Koçberên Efrînê ev bû 4 salin ji cih û warên xwe dûrketine zehmetî û êşê ji bo Efrîna xwe tehmûl dikin, her roja deriya malê xwe vedikin û bi lavayên ku vegerin Efrînê rojên xwe dest pê dikin. Jinên Efrînê yên koçberî Şehbayê bûne û li wargeha Berxwedan a navçeya Fafîn Şehbayê dijîn wiha behsa xwestek û hêviyên xwe dikin.
"Rojên me piştî Efrînê tarî bûne û hêviyên me vegera li Efrînê ye"
Fatimê Mihemed ya 60 saliye ji navçeya mabeta û niha li kampa Berxwedan dijî wiha dibêje: "Min 8 zarok xwedî kirin, em li Efrînê gelek kêfxweş bûn û di aramiyekê de dijiyan. Me bi keda destê xwe her tişt ji xwe re digirt û jiyana xwe bi kêfxweşî didomand, lê dewleta tirk a dagirker ev kêfxweşî ji me re nehêşt. Erdoxan bi balafirên xwe êrîşî Efrînê kir. Piştî 58 rojan ji berxwedana me, em ji Efrînê koçber bûn, di koçberbûnê de me gelek astengî û zehmetî dîtin. Bi meş gelek însan berê xwe dan herêmên bi ewle di çavên wan de tenê xemgînî dihate dîtin. Me wargeh ji xwe re ewlehî girt û ev nêzî 4 salin tê de dijîn. Rojên me piştî Efrînê tarî bûn tenê hêviya me vegera li welat e. Em şert û mercên herî dijwar li Şehbayê dijîn, tenê ji bo Efrînê ye. Xwesteka min ku beriya ez jiyana xwe ji dest bidim Efrîna xwe bibînim. Miletê Efrînê penaber bûn û her kesek li deverkê dijî. Em li Şehbayê rojên xwe bi êş û azaran derbas dikin. Dewletên navnetewî jî ji bêdengiya xwe dernakevin. 
" dewleta Tirk mal û mûlkên me li efrînê Rûxandin û şewitandin" 
Dayîka Sultan Mihmed ya 65 saliye wiha hestên xwe li hember Efrînê anî ziman: ''Em niha jiyana xwe li Kampa Berxwedan berdewam dikin. Sûcên me tuneye ta ku em ji welatê xwe dûrbikevin. Li Efrînê mal û mlkên me ji aliyê dewleta tirk ve hate rûxandin û şewitandin, em van kiryaran li ser erdê xwe tu carî qebûl nakin. Em kurd mafê me ya rawa heye ku wek her mirovek normal li ser rûyê erdê bijîn. Êdî temenê me mezin dibe û germahî û sermahiya çadirên koçberiyê ji bo tendirustiya me ne başe, lê dîsa em li vir berxwe didin. Zarokên me rojên xwe bi metirsînek mezin re dijîn ji  ber topbaran dewleta tirk. Ez bang li rêxistinên navnetewî dikim ku xwedî li sivîlên Efrînê derbikevin. Daxwaza me ew e ku em bi ziman û hebûna xwe bên naskirin. Ger rojek ji jiyana min mabe bila li Efrînê bim."