Bê karî ciwan bê hêvî kirine û hikumet jî xwe berpirsyar nabîne

Kêmûkurtiyên desthilat û sîstema hikumetê bûye sedemê sereke yê bê hêvîbûna ciwanan. Jinên ciwan dibêjin: “Cihên taybet lê pêşiya nebûna karê ciwanan bûye asteng û bi temamî mafê ciwanan nayê dayîn ku kar bikin.”

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Li Başûrê Kurdistanê beşek ciwanan bi xwendinê ve mijulin, beşek din jî neçarin ji bo dahata jiyana xwe kar dikin, beşek ya ciwanan jî heye bê karin û piştî temamkirina xwendina xwe tayîn nabin. Ev rewşa bê karî û zêdebûna rêjeya hejariyê, ciwanên Başûrê Kurdistanê bê hêvî kiriye.

‘Divê ciwan bi xwe bibin hêvî’

Jina ciwan ya bi navê Roz Bextiyar ku li bajarê Silêmaniyê jiyan dike diyar kir ku hikumet tayînbûnê na ragihîne, bi wê ve girêdayîye ku divê ciwan bi xwe bibin hêvî û got: “Bila ciwan neminin benda hikumetê ku were destê wan bigre û wan tayîn bikin. Divê ciwan bi xwe bibin hêvî û bibin çavkaniya dahata jiyana xwe. Di temamkirina xwendinê de ne şerte rasterast di qada ku xwendî de kar dest bikeve, divê xwebexweşî were kirin yan jî di qadek din de kar bikin, daku ezmûna kar kom bikin. Gelek ciwan hene di cihên taybet de kar dikin demek zêde kar dikin û pareyek kêm digrin, ev jî ji ber nêzîkatiyên cihên taybete ku ji ber nebûna derfetê karê ciwanan zoriyan dikêşin û mafê wan nayê dayîn. Divê ciwan li malê ne rûnin ji ber tevger ji bo ciwanan destpêkek herî başe.”

‘Divê ciwan ji kêrhatiyên xwe destpê bike’

Sumeye Cemal ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye der barê rewşa ciwana li Başûrê Kurdistanê de wiha got: “Rewşa ciwanan ya li Başûrê Kurdistanê bi heman awayî, Rojhilatê Kurdistanê jî di rewşek xirab deye. Piraniya ew ciwanên ku xwendina xwe temam dikin, karên serbixwe dikin. Di qada ku xwendîn de kar bi destê wan nakevin. Rewşa ciwana ji ber sîstema hikumetê û nebûna hêza ciwan ya ji bo karkirinê ye. Hinek ciwan kêrhatiya wan ya karkirinê nîne û tenê li benda hikumetê ye. Divê ciwan ji kêrhatiyên xwe destpê bikin. Bila bigihin armanca xwe ya mezin. Beşek ciwan hene xwe bi medyaya dijîtal ve mijul dikin û lîstokan di lîzin û ji karkirin û pêşxistinê dûr dikevin.”

‘Hikumet ji bêhêvîbûna ciwanan berpirse’

Haje Şiwan Kurde destnîşan kir ku ciwanên Başûrê Kurdistanê di rewşek xirab re derbas dibin û wiha pê de çû:” Ciwan  li beramberî jiyanê bê hêvî bûne ji ber ne karê wan heye û nejî dikarin jiyana xwe rêxistin bixin. Hikumet erka xwe ya li beramberî xwendina ciwanan bi karnayne û ji ber wê jî ciwan bê hêvî dibin. Ciwan gelekin û tayîn jî nebûne û cihên karê ên mezin jî kêmin ku cihê hemû ciwanên bê kar têde bikin. Hinek kompanya daxwaza ciwanên xwedî ezmûn dikin, tu ciwan ne xwedî wê ezmûnê ne, hinek ew ciwanê ku dixwînin ji xwendin û bi destxistina dîplomeyê sar bûne. Li gora wan wisane ku tu sûdek ya diploma û xwendinê nîne, li gora min divê ciwan ji hewldanên ne westin û bi xwe hewl bidin derfetê kar ji bo xwe peyda bikin.”