Baxçe û danîngehên zarokan derfeta xebatê didin dayikan

Ji bo ku dayik bikaribin kar bikin û zarokên xwe li cihekî bi ewle û bawer bihêlin, Desteya Jinan a herêma Firatê projeya baxçe û danîngehan ava kiriye. Rêveberiya buroya çavdêriya zarokan Ezîze Salih dibêje: "Ev proje derfet e ji bo ku dayik bikaribin kar bikin. Li kantona Kobanê 7 baçxe û danîngeh hene û amadekariyên vekirina du danîngehên tê kirin. Bi giştî 530 zarok in û 118 kadro ne."

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşek çêbû ku di encamê de pergala Rêveberiya Xweser a xwe dispêre demokrasî, wekhevî û yekitiya gelan ava bû. Ji ber vê di nava vê pergalê de, rêbaza hevserokatiyê ku jin û mêr li gel hev rêveberiyê dikin heye. Ji ber vê ji her derê zêdetir, jin dikarin di qadên leşkerî, siyasî, civakî, diblomasî, çapemenî, perwerde û hwd. de bixebitin.  
Li herêma Firatê zêdetirî ji sedî 50 jin, di saziyên Rêveberiya Xweser, civaka sivîl, xebatên serbixwe û hwd. de cih digrin. Ji van jinan hejmareke zêde dayik jî hene ku li rex xwedîkirina zarokên xwe, kar û xebatên xwe jî dimeşînin. Ev rewş li kantona Kobanê jî derbasdar e. Desteya Jin a herêma Firatê ji bo ku dayikên xebatkar astengiyê di xebat û malên xwe de nejîn, di Nîsana 2015`an de dest bi projeya avakirina paxçe û danîngehên zarokan kir. Li ser vê bingehê di heman salê de danîngeha şehîd Rêmas û baxçeyê Roj hatin vekirin, piştre di 2017`an de navenda hêvî ya zarokên astengdar hat vekirin. Di sala 2018`an de şehîd Zozan û Sara vebûn. Her wiha di 2020`an de jî Kulîlkên Pêşerojê û 2021`ê de ya şehîd Zehra hat vekirin. 
Ev baxçe û danîngeh li ser bingeha rêziknameya ku Desteya Jin li gor pergalên cîhanî çêkir, tên birêvebirin. Baçe û danîngeh ji demjimêr 7`ê sibehê heta 4`an vekirî ne, ev saet li ser du deman tên veqetandin ku kadroyên wê bi giştî tên guhertin. Ji bilî roja înê û betlaneyên fermî yên Rêveberiya Xweser, di rojên hefteyê yên din de vekirî ne. Ya balkêş jî ew e ku tevî bilindbûna buhayê dolar, kel û pelên jiyanê, pereyên danîngeh û baxçeyan 5 hezar lîreyên Sûriyeyê û qutiyeke kilinkes e ku dayik astengiya aborî jê nabînin. Hêjayî gotinê ye ku Desteya perwerdeyê û fêrbûnê ya herêma Firatê di 2021`ê de baxçe û danîngeha Tîrêjên Rojê ji bo mamosteyên xwe jî vekir. Ajansa me di vê çarçoveyê de hevdîtin bi rêveberiya buroya lênêrîna zarokan a Desteya Jin a herêma Firatê Ezîze Salih re çêkir.
"Me bi îsrar û bawerî dest bi vê projeyê kir"
Ezîze di destpêka axaftina xwe de agahiyên berfireh der barê projeyê de parve kir û got: "Piştî rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ`ê û vegera şêniyên herêmê, dayikan xwestin ku kar bikin. Lê ji ber ku tu cihên zarokên xwe lê daynin tunebû, ew di mal de diman. Ji ber vê weke Desteya Jin derfeta kar û xebatan ji bo dayikan bi riya destpêkirina projeya avakirina baxçe û danîngehên zarokan, pêşkêş kir. Ev proje ji aliyê civakê ve nehat pejirandin lê bi îsrar û baweriya Desteya Jin ev proje di sala 2015`an de birê ket. Yekemîn danîngeh a şehîd Rêmas bû, wî zarokê di komkujiya Kobanê de jiyana xwe ji dest da. Her wiha yekemîn baxçe jî ya Roj bû, ev herdu di 2015`an de hatin vekirin. Li kêleka wan, baxçeyê zarokan ê kampa Miştenûr hebû lê bi girtina kampê re ev baxçe jî hat girtin. Bi vekirina herdu navendan re, me weke Deste rêzikname amade kir. Ev rêzikname bi baldariyeke mezin hatin çêkirin ku me pergala baxçe û danîngehan li gorî rêziknameyên cîhanî amede kir. Pişt re em ev rêzikname li dayik û malbatan belav kir, bi vê gavê re êdî baweriya her kesê bi projeya me çêbû."
"Sal bi sal hejmara dayikên karker zêdetir bû"
Ezîzeyê behsa danîngeh û baxçeyên niha li kantonê hene kir û got: "Piştî ku êdî projeya me di nava dayik û civakê de hat qebûlkirin, hejmara zarokan zêdetir bû. Ji ber vê me xebatên xwe berfirhetir kir ku di 2016`an de di danîngeha şehîd Rêmas de beşa baxçe jî vebû her wiha navenda Hêvî ya zarokên astengdar jî hat vekirin. Roj bi roj hejmara zarokan zêdetir bû, ji ber vê me pêwîstî bi zêdekirina navendên lênêrîna zarokan dît. Li ser vê bingehê baxçe û danîngeha şehîd Zozan ku wê zarokê jî di komkujiya Kobanê de jiyana xwe ji dest her wiha ya şehîd Sara li navçeya Şêranê ku ev zarok di encama gulebarana dewleta tirk de li kantona Girê Spî jiyana xwe ji dest, ya kulîlkên pêşerojê û herî dawî jî li bajarokê Sirînê baxçe û danîngeha şehîd Zehra ku di encama komkujiya Helincê de jiyana xwe ji dest dan, vebû."
"Rêzikname û pergala me li gorî ya cîhanê ye"
Ezîzeyê dirêjî da axaftina xwe û pergala ku pêk tînin anî ziman: "Hejmara zarokan di 2021`ê de gihîşt 630`î, jê 100 zarok derçûn û derbasî pêvajoya dibistanê bûn. Hejmara bi giştî kadroyên me 118 ne ku li ser du deman tên parvekirin. Di pergala me de 2 rêveberî her wiha ji bo beşa danîngehan tîmarkerên zarokan û ji bo beşa baxçeyan mamoste, xwarinpêj û karker jî hene. Ji bo pergala wan, di danîngehan de odeya hejmar 1 ji temenê 6 mehan, heta 1 salî ye, odeya 2 ji 1 salî heta 2 sal û nîvan e, odeya 3 jî ya amedekariya çûyîna beşa bexçeyê zarokan e. Di baxçeyê zarokan de jî êdî zarok derbasî pêvajoyê fêrbûyîn û perwerdeyê dibin ku ziman, werzîş, wêne, muzik û hwd. dibe. Herî dawî jî li gorî temenê ku Desteya Perwerdeyê diyar dike, zarok derbasî dibistanê dibin."
"Gaveke girîng, erênî û bi wate ye"
Rêveberiya buroya lênêrîna zarokan a Desteya Jin a herêma Firatê Ezîze Salih di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser projeyên xwe yên di sala 2022`an de û got: "Mamosteyên beşa baxçeyan divê ku xwedî ezmûn û tecrube bin her wiha mamosteyên beşa zarokên biçûk jî. Ji ber ku ew mamoste zarokan ji bo dibistanê amade dikin ku bingeha wan a xwendin û fêrbûnê ava bibe. Ji bo şert û mercên derbasbûna zarokan cem me divê ku dayik xwedî kar bin. Ev şert bi taybetî ji bo danîngehan derbasdar e. Ez di destpêkê de di danîngehekê de mamoste bûm, min wê demê dît ku ev gav ji bo dayikan gelek girîng, erênî û bi wate ye. Her wiha nêzikatî, rêbaz û tevahî danûstandinên mamosteyan bi wijdanî û exlaqî ye. Ji ber vê em spasiya tevahî kadroyên xwe dikin ku ew kedeke mezin di xebatên xwe de nîşan didin. Hejmara dayikên xebatkar roj bi roj zêdetir dibe, ji ber vê projeyên di sala nû de avakirina danîngeh û baxçeyekî zarokan li Kobanê û navçeya Qinê ye. Ev zêdetirî 5 salan e ku proje bi rêve diçe, heta niha jî tu qeza çênebûne, berovajî zarok di nava ewlehî û armaniyê de dijîn." 
"Me atmosfer li gorî derûnî û fizîka zarokan ava kiriye"
Her wiha rêveberiya baxçe û danîngeha Kulîlkên pêşerojê Nesrîn Temo jî axivî. Nesrînê bi giştî behsa navenda xwe kir û got: "Navenda me di 2020`an de ji aliyê Desteya Jin ve hat vekirin, li cem me 180 zarok hene. Di navenda me de 8 ode hene, 4 ên danîngehê ne, yek a amadekariyê ye û 3 jî yên beşa baxçe ne. Di baxçe de zarok fêrî tîpên Kurdî, nivîsandin, xwendin, reng, hejmar û hwd. dibin, zarokên danîngehê jî bi lîstokan dilîzin û herî zêde radizên. Li cem me du dem hene, komek ji saet 7 heta 12`an e û dema din jî ji saet 12 heta 4`an e. Hinek zarok jî ji ber pergala karê dayikên wan, herdû deman li cem dimînin. Bi giştî em çalakiyên cur be cur li dar dixin, niha jî em amadekariyên pîrozbahiya sersalê dikin."
Nesrînê bal kişand ser çawaniya tomarkirina zarokan û got: "Ji bo tomarkirina zarokan du wêne û wêneyek ji qeyda malbatî pêwîst e her wiha di her serê mehê de dayik 5 hezar lîrayên Sûriyeyê û qutiyek kilînêsk didin. Ji bo xwarinê jî em du taşte û firavînê didin zarokan. Xwarinpêjên me hene ku li gorî tendirustiya zarokan xwarin tê amadekirin."