Bandora şer li ser jinên Yemenê

Salên bi şer, bûyer û dîmenên komkûjiyê ku li ser ruh û rûyên zarok û jinên Yemenî êş û birîn xêz kirî, jiyana wan xistiya tarîtiyek bê hempa. Bi taybet li bajar û parêzgehên weke Aden, Xidir Mut û Lehjê janan jiyanek nû ji xwe re xêz kirin e.

Salên bi şer, bûyer û dîmenên komkûjiyê ku li ser ruh û rûyên zarok û jinên Yemenî êş û birîn xêz kirî, jiyana wan xistiya tarîtiyek bê hempa. Bi taybet li bajar û parêzgehên weke Aden,  Xidir Mut û Lehjê janan jiyanek nû ji xwe re xêz kirin e.
NÛR SERÎB
Yemen-  Di demên şer de bê guman yên ku herî zêde bandor dibin jin û zarokin. Bi taybet di wan deman de barê herî giran dikeve li ser milê jinan. Ji ber hewce dike jin di demê şer de li zarok û malbatên xwe xwedî derkevin. Jinên di rewşên şer de zehemtî kişandine dibêjin:  “Di dema şerde wan hewildane xwe û malbata xwe li ser lingan bigrin.” 
Werin em wan jinan ji nêz de nasbikin. Me weke ajansa NUJINHA di derbarê bandora şer a li ser jinan de guhê xwe da serpêhatiya hinek jinan.
‘Hêviyên belengazan di agirê şer de hatine şewitandin’
Di destpêkê de Rojnamevan Ibtîhal Al-Salihî bal kişand li ser bandora şer ya li ser jinan û wiha got:  “Şer bandorek kûr di jiyana me de hêla. Hertim tirs bi mere dimine, ji derveyî weke dayîk, keç û hevjîn bin. Di dema şer de dengê telefonanê jî me dixwe nava ka bavê min nexweşe ger tiştek pê were ezê çawa bi kuve bibim, hemû saziyên tenduristiyê hatine rûxandin, dibe birayê min hatibe girtin, hevjînê min dane kûştin, çendîn tu ne dinava şerbi xwe de jî bû, lê guleyek dîn dibe sedema mirinê.  Taritiya şer û dijwariya wê Hestek pir cuda bi min re çêdibe ku xwendin û pêşeroja zarokên min hemû wêran bûye, hêviyên belengazan di agirê şer de hatine şewitandin, sibe û pêşeroj  jî hîn bi tirs û xoftir bûye.”
Ibtîhal diyar kir di nava şerde du bijardeyên wê heye û wiha pêde çû: “ Wekî rojnamvanekê, şer karê min binpê kir. ketim di nava du hibijartinan. Yan ez ê li rex kesên ku herderî talan dikin û çavên xwe li ser rastiyan bigirim, yan ezê weke bi milyonan kesî xwedî li helwesta xwe derbikevim û li pey heqîqetê bikim. Ji ber vê min  partiya ku dibêje li malên xwe bin  hilbijart . Hêviyên pêşketina min di aliyê kar, xabat, perwerde û bi çêkirina nûçeyên hêjmara kûştî, birîndar û girtiyan amede bikim û fona xwe bê navber her heyvê bigirim têk çû. Min hewil da ku karê  xwe li kolanan bikim, di kêliya ku ezê jiyana xwe dest bidim, piştî demekê min zanî ku ez ne girêdayî tu alî û partiyanim. Hezkirina min ji welat û heqîqeta ragihandin re astangiya  herî mezin e.” 
‘Ji bo ez çalakiya xwe ya ragihandinê betal bikim gelek astengî çêkirin’ 
Abîr Wakid nivîskara ragihandinê çîroka xwe ya di şer de wiha domand: “Di sala 2015’an de di dema ketina perava Xidir Mut bi kontirol Al-Qaide de, gelek gef  li min hat kirin ku ez çalakiya xwe ya ragihandinê betal bikim. Ew hestê xof , tirsan ya girtina havalên min salekê dom kir.  ji ber ez nûçegihanek serbixwe bûm û bi ti alîyan ve ne girêdayî bûm, nakokiyên ku di navbera nirx û rêgezên min de demekê dom kir.  Wek her jinekê şer bandorek li ser min kir. Ez wida bûm û min nikarî gotar û ramanên xwe binim ziman.”
Çalakvana siyasî Mune Heysem bi bîr xist ku şerê Yemenê pêşdeçuna jinan da rawestandin û wiha dom kir: “ Şerê Yemenê hemû pêşketinên jinan da sekinandin û hemû mafên ji aliyê destûra hikumetê û civaka Navneteweyî ve hatibûn pejirandi di payman û biryarên Navneteweyî ku têkîldarê pêşketina jinan e, hikumet li ser îmze kiriye têk çû.  Şerê Yemenê hemû geşedan û hêviyên jinan ji aliyên hêzên li dijî tevgera jinan disekinin hatin betal kirin.”
‘Xebatên dadwariyê di dema şer de hat rawistandin’
Herî dawî jî Parêzvana mafê mirovan Xade Fedil destnîşan kir ku badore şer li ser jiyana wê gelek giran bû û wiha pêde çû: Di destpêka şerê  2015’an de mecbûr mam ku biryara karkirinê bidim da ku dabara jiyana malbata xwe bikim. Weke parêzerekê xebatên dadwariyê di dema şer de hat rawistandin. Bi rawestandina kar re acizbûnek bi min re çêbû. Bi taybet piştî mirina birayê min berpirsyatêiya malê ket ser milê mine û neçar mam ku malbata xwe li cihek bi ewle bi cîh bikim.”  
‘Penaberiyê hemû endamên malbata me belav kirin’
Parêzvana mafê mirova Xade Fedi di dawiya axaftina xwe de behsa berpirsyariya wê ya li beramberî malabat xwe di dema şer de kir û wiha berdewam kir: “Berpirsiyartiya malbatê piştî mirina bav û birayê min rewş hîn dijwartir kir, da ku xwarin û kiriya xanî peyda bikim li Xidir Mutê me girtibû bikin, pêwîstiya me bi kar hebû, ez û xwişka xwe li kar geriyan da ku debara malê û hazirtiya rewşên awerte bikin. Penaberî hemû endamên malbatê me belav kirin di nav bera mirina bira û bav û qutbûna têkîlî bi birayê din re. Ev hemû bandorek pîskolojîk li ser min kir. Piştî vegera bajarê xwe Adenê rewşa min baştir bû, ez vegerzm karê xwe, lê tirsa şer hina min digre û ditisim kesekî din ji malbatê xwe winda bikim û bandora şer her xewnên min disincirîn e."
Di sala 2015’an li Yemenê şerê di navbera komên Al- Husiyînan û hikumeta  Alî  Abdelah Salih  û hêza hikumeta serok Abd Ribeh Mensur û hêzên  Koalîsyona Ereban  bi rêbertiya Keyaniya Erebistana Siûdî dest pê kir. Yemen di vî şerê sedsala 21’an de bû şahîdê qeyrana herî mezin ya mirovî. Li gorî rapora Nivîsgeha Hevrêziya ya Neteweyên Yekbûyî, hijmara Yemeniyên ku di sala 2019’an de pêwîstiya wan bi alîkariya mirovî ya lezgîn heyî ji % 80 bû. Nexweşiyên vegirtî yên mîna Kolêra li welat belav bû, bû sedema kûştina sedan canan. Tê diyar kirin ku heya bi roja îro tu çareserî ji bo bi dawîkirina şer nehtine kirin.