‘Azadiya gelên Rojhilata Navîn bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye’

Rêvebera Meclisa taxa Şehid Gelhat a Helebê Nehla Mustefa diyar kir ku ew ê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin û got, "Azadiya gelên Rojhilata Navîn bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye."

MÎDYA MÎQTAD

Heleb – Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro li hemû gelan belav dibe, Projeya Neteweya Demokratîk a Abdullah Ocalan ku jiyana hevpar a cudahiyên gelan esas digire, ji bo gelên bindest dibe hêvî. Rêvebera Meclîsa Taxa Şehîd Kalhat Nehla Mustefa diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê şer û xizaniya gelên Rojhilata Navîn nîşan dide û destnîşan kir ku weke jin wê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe mezin bikin.

‘Rûxmê tecrîtkirinê jî fikre Rêber Apo azad e’

Nehla Mustefa bal kişand ser tecrîa ku her diçe zêde dibe û li hemberî vê tecrîta girankirî berxwedaniya li Îmraliyê tê meşandin û wiha got: “Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan her sal zêde dibe. Tevî ku 23 sal di ser girtina wî re derbas bûye jî, ji bo edaleta hemû gelên Rojhilata Navîn û avakirina projeya neteweya demokratîk ji hundirê zindana Îmraliyê bi gelê xwe û şehîdên xwe re hebûna xwe îspat dike. Dewleta Tirk li ser esasê pêşketina kapîtalîzm û netew-dewletan hewl dide projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser têk bibe û destkeftiyên jinan ji holê rake. Rêber Abdullah Ocalan Girtîgeha Îmraliyê ji hemû mirovahiyê re kir akademî. 23 sal ser girtina wî re derbas bû, lê fikirî wî azad e û di nav me de dijî. Fikir û felsefeya wî li gelek welatan û kesên ku hesreta azadiyê jiyan dikin  û heta niha bi fikir û felsefeya wî ve girîdayî ne.”

‘Em ê têkoşînê mezintir bikin’

Nehla Mustefa destnîşan kir ku şêniyên taxa Şêx Meqsûd bi hemû pêkhateyên Kurd, Asûrî, Ereb, Suryan û Xiristiyan ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têdikoşin û wiha pê de çû: “Wê Rêber Abdullah Ocalan her di fikir û dilên me de bimîne. Dema ku em pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan dixwînin, em pê dihesin ku di hemû pêngavên têkoşînê de bimere ye, ji ber vê yekê divê em weke jin têkoşîna xwe ya ji bo azadiya wî ya fizîkî mezintir bikin, ji ber ku jin bi saya wî ji tarîtiyê ku tê de dijiyan rizgar bûn. Êdî em dikarin di her qadan de nêrînên xwe bînin ziman û li dijî binpêkirin û êrîşên ku li dijî jinan û vîna wê tên kirin bisekinin. Azadiya gelên Rojhilata Navîn bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Rêber Abdullah Ocelan çareseriya hemû pirsgirêk û nakokiyên navnetewî û Rojhilata Navîn e. Em ê heta nefesa xwe ya dawî li qadan bin her wiha têkoşîn û berxwedana xwe mezintir bikin.”