Avêtina şala spî nakokiyan bi dawî dike

Yek ji adatên di civakên eşîrtî di Rohilata Navîn di demên berê û niha de ew bû ku ji bo bidawîkirina şerên di navbera du eşîran de jinan şala xwe ya spî davêtin erdê. Weke rêzgirtinê şer û nakokî bidawî dibûn.

SÎLVA EL ÎBRAHÎM

Minbic- Jin li Erdnîgariya Rojhilata Navîn bi hezkirina xwe ya ji aştiyê re tên naskirin. Jinan roleke girîng di belavkirina aştiyê, di nava gelan de lîstine. Avêtina şala spî jî yek ji teqalîdên kevnare yên jinan e, ji bo rawestandina nakokiyan tê kirin.

Bingeha gelek civakan di Rojhilata Navîn de ji êl û eşîran pêk tên. Ev êl û eşîr jî bi hevgirtina bi adat û teqalîdên xwe naskirî ne. Ji wan jî hinek adet hene, jin bi riya avêtina şala xwe ya spî dikarin nakokiyan çareser bikin, şeran bidin rawestandin.

‘Di pergala eşîrî de jinan ji bo çareserkirina nakokiyan rola xwe dilîstin’

Der barê rola jinan di çareserkirina nakokiyên êlan de Asya Hisên got: "Dema ku sîstema eşîrî hebû jinan roleke gelek mezin di dema nakokiyên eşîran de di pêkanîna aştiyê de dilîstin. Careke ji caran dema nakokî di navbera gundên Kolmik û Têrmik ên girêdayî bajarê Kobanê de derketin, dapîra min bi lawê apê xwe re çareser kir."

Her wiha bal kişand ku di nava adat û çanda belav de avêtina şala spî ji aliyê jinan ve di dema nakokiyan de dihat wê wateyê ku divê yekser nakokî rawestin mîna ku tiştek nebûbe.

‘Jinan her dem çanda aştiyê parastin’

Der barê rola jinan di pêkanîna aştiyê de di dema niha de jî got: "Jinan pêşxistina çanda aştiyê bi riya berxwedana xwe kir. Her wiha parastina wê ji hilweşînê kirin bi riya avakirina komîteyên lihevanînê di nava saziyên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û rêxistinên jinan jî."

Asya Hisên bal kişand ku wan gelek nakokiyên malbatî û eşîrtî çareser kirine û wiha domand: "Em di nav pergala neteweya demokratîk de li gorî rêbazên efûkirinê dimeşin da ku aştî di navbera gelan de hebe."

‘Lihevanîna eşîrtî yan jî lihevanîna welatiyan li gorî wijdan tê çareserkirin’

Asya Hisên cudahiya di navbera lihevanîna eşîrtî û bi riya zagonan de şîrove kir û wiha got: "Lihevanîna du aliyan, bi riya çûyîna dadgehan, pêwîstiya wê bi erkdarkirina parêzer û hinek tiştên din hebû. Lê belê lihevanîna eşîrtî yan jî lihevanîna welatiyan li gorî wijdan tê çareserkirin ne li gorî zagonan. Ev cudahî heye. Di nava pergala neteweya demokratîk de dadwer û parêzer ji aliyê gel ve tên hilbijartin. Civak îro girîngiyeke mezin didin rola jinan a di warê çareserkirina nakokiyên malbatî, civakî û hwd. de lê belê hêzên desthilatdar ji jinên aştîxwaz ditirsin ji ber wê wan hedef digrin."

‘Jinan roleke girîng di çareserkirina nakokiyên di navbera eşîran de lîstin’

Der barê nirxê ji bo jinan di eşîrên Ereban û rola wan di çareserkirina nakokiyan di demên berê û niha de Nûran El Elî got: "Jinan roleke gelekî girîng di çareserkirina nakokiyên di navebera eşîran de dilîstin. Nêrîna wan dihat girtin lê belê ev yek li paş perdeyê ma. Yek ji adatên me yên kevin ew bû ku ger nakokî di navbera du eşîran de derketana çawa jinan şala xwe ya spî davêtin nakokî bi dawî dibûn. Ev tê wateya hebûna rêzgirtin û naskirina nirxên jinan di civakê de."

‘Em heta niha jî adet û kevneşopiyên xwe diparêzin’

Asya Hisên di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: "Em heta niha adet û teqalîdên xwe diparêzin lê belê li gorî pêşketina civakê ev yek pêk tê. Îro em dibînin ev yek eşkere bûye û jin hewl didin aştî û aramiyê bi riya beşdariya di gelek aliyan de belav bikin."

Di dawiya axaftina xwe de got ku di dema desthilatdariya çandî û serdema dîjîtal de divê mirov bi adatên civaka xwe ve girêdayî bin û dûrî van tiştên ku gelek ji wan neyînî ne bikevin.

‘Jin ji bo aştiyê her dem daxwaza bidawîbûna şer û nakokiyan dikin’

Der barê adet û teqalîdên bi pêkhateya Şerkesan de hevseroka komeleya Şerkesî li kantona Minbicê Talîn Diya El Dîn got: "Ji ber rewşên civaka Şerkesî li bajarên Qoqaz ji şer û pevçûnan jin dikaribûn rola xwe di parastina malbatê û mala xwe de bilîzin. Jin ber bi aştiyê ve diçin ji ber wê her dem daxwaza bidawîbûna şer û nakokiyan dikin."

Talîn El Dîn da zanîn ku mîna di êl û eşîrên Kurd û Ereb de jinên di êl û eşîrên Şerkesî de jî şala xwe ji bo bidawîkirina nakokiyan davêjin. Ev îsbata çanda ku bi salan e domiya ye. Li cem Şerkesan du ciwanên xort bi şûran şer dikin û direqisin. Jineke ciwan tê û şala xwe ya spî davêje da ku herdû ciwanên xort nakokiya xwe bi dawî bikin. Ev jî weke rêzgirtinekê ji wê jinê re ye.