Asya Hisên: Fikra Rêber Ocalan tecrîd derbaskiriye û cîhanî bûye

Berdevka Komîteya Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Minbicê Asya Hisên ji bo bêdengiya hêzên navnetewî ya li hemberî tecrîdê got: “Fikra Rêber Ocalan tenê di Rojhilata Navîn de sînro nema, belavî hemû cîhanê bûye, êdî nikarin asteng bikin.”

Minbic - Berdevka Komîteya Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bajarê Minbicê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Asya Hisên, bal kişand ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Badullah Ocalan û diyar kir ku ew yekane rêya çareseriya hemû krîzên li Rojhilata Navîn e. Asya Hisên da  zanîn ku pêdiviya qeyîran û nakokiyên Rojhilata Navîn bi rêyek çareseriyê heye ew jî bi li ser bingeha ezmûna projeya neteweya demokratîk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi rêveberiya xweser tê temsîlkirin û mafên hemû welatiyan garantî dike gengaze. Asya Hisên bilêv kir ku bi wekhevî nûnerîkirina pêkhate yan û parêzvaniya mafên jinan ev proje serkeftina xwe îsbat kiriye.

“Fikra Rêber Ocalan êdî cîhanî bûye”

Asya Hisên li ser sedemên tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin jî ev tişt anî ziman: "Dewletên navnetewî li ser Rêber Abdullah Ocalan komplo pêk anîn. Ji ber fikira wî ya di berjewendiyên gelan û jinan de ji bo xwe taloke didîtin. Li hemberî polîtîkayên kapîtalîst û mêtinger ên ku plansaziya kontrolkirina Rojhilata Navîn dikirin astengbû. Her ku wan hewil dan bi tecrîdê nehêlin dengê Rêber Ocalan bigihe derve, li hemberî vê nêzîkatiya wan fikra Rêber Ocalan tenê di Rojhilata Navîn de sînro nema, belavî hemû cîhanê bûye.”  

Asya Hisên destnîşan kir ku îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ezmûneke bêhempa ye ku bi yek kirina hemû pêkhateyan aramiya herêmê bi dest xistiye û wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê Tirkiyeyê dest bi şerê li dijî projeya xweseriya demokratîk kiriye. Ji ber ku hewldanên wê yên ji holê rakirina vê ramanê têk çû û fikra Rêber Ocalan gihaşt hemû gelên Rojhilata Navîn, êdî çî bike nikare pêşî lê bigire. Heta ew li ser tecrîdê difikirîn, gelên bindest ên pêdiviya wan bi pergalek wiha heyî xwe gihandinê û her kes li cihê ku lê ye jiyanî dike.

“Hêzên navnetewî li hemberî tecrîda girankirî bêdengin”

Asya Hisên li ser bêdengiya navdewletî ya li hember binpêkirinên li Îmraliyê ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên kirin jî wiha got: "Welatên Ewropî beşdarî komploya navdewletî ya li dijî Rêber Ocalan bûne, ji ber wê jî li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan tê meşandin bêdengin. Rejîmên ku sîstema kapîtalîst ji xwe re esas digirin, nêrîna Rêber Ocalan ji xwe re xetere dibînin. Lewra em îro bêdengiya wan dibînin. Li hemberî tecrîda giran bêdeng in, ji ber dizanin ku îdiaya parastina mafên mirovan dike û ne di xizmeta berjewendiyên wan de ne. Ji lewra ji roja girtina Rêber Ocalan heta niha ti tevger nîşan nedan. Di vê mijarê de rêxistinên mafên mirovan jî karê xwe nakin. Ji ber ku rêxistinên mafên mirovan bi welatên ku li dijî Rêber Ocalan komplo pêk tînin ve di aliyê polîtîk de girêdayî ne ji ber wê ew jî bê deng dimînin.”

“Dê ticarî komplo negihe armaca xwe”

Asya Hisên da zanîn ku ji bo azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ewê di nava hewildanan de bin û wiha berdewam kir: “Projeya Rêber Ocalan ji bo hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareseriya herî baş e. Ji ber vê yekê em tekez dikin ku hebûna Rêber Ocalan li derveyî girtîgehê pêwîstiyeke lezgîn e. Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan negihiştiye armanca xwe û wê ticarî jî negihe armanca xwe. Fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bûye ronahiyek ku hemû gelên azadîxwaz jê sudê dibînin. Ji ber wê jî hewceye em hemû li mîmarê projeya netewa demokratîk xwedîderkevin. Divê em layiqî fedekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bin. Em hesabê hêzên navnetewî û rêxistinên mirovî yên siyasî nakin, em bang li hemû gelên ku bi hesreta azadiyê ne û rêxistinên civaka sivîl dikin ji bo azadiya Rêber Ocalan bibin yek dest."