Aşûriyên Til Temirê bi dubarebûna komkujiyan re dijîn

Meryem Yaqo der barê xeterên êrîşên dewleta tirk li ser Aşûriyên Til Temirê, da zanîn ku Aşûriyên ji komkujiya Sêfo û Sîmêlê di sala 1915-1917'an de xilas bûn û ber bi Sûriyeyê ve hatin niha jî metirsiya dubarebûna komkujiyan de dijîn.

SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, Osmaniyan  zêdetirî milyon û nîv Ermenî bi pergalî, hevalbendiya Almaniya û Nemsayê re kuştin. Zêdetirî 126 zanyar û lêkolîner dibêjin ku qirkirina ermeniyan a di dema şerê cîhanê yê yekemîn de rastiyek dîrokî ya nayê înkarkirin e. Gelê Xirîstiyan ê di beriya 1913'an de rastî komkujî û polîtîkayên qirkirinê hat, dikaribû çand, dîrok û şaristaniya xwe ji windabûnê biparêze û heya roja me ya îro bîne. Ermen, Aşûrî û Suryaniyên ku dikaribûn ji Komkujiya Sêfoyê rihê xwe xilas bikin, li Sîmêlê ya di navbera Iraqê û Îranê de bi cih bûn lê piştî çend salan bi taybetî di sala 1933'an de rastî komkujiyek din hatin di encamê de milyonek kesê jiyana xwe ji dest dan. Ên dikaribûn xwe ji komkujiyê xilas bikin, derbasî xaka Sûriyeyê bûn û li qiraxa çemê Xabûrê bi cih bûn. Her wiha 33 gund bi çend êlên Kurd re ava kirin û lê dijîn. 
Piştî destpêkirina aloziya Sûriyeyê di sala 2011'an de, hejmareke pir mezin ji Aşûriyên li navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê diman, dest bi yekemîn pêla koçberiyê kirin. Lê êşa mezin a nayê jibîrkirin û ne tê kewandin êrîşên çeteyên DAIŞ’ê di 23'ê Sibata 2015'an de li ser navçeya Til Temirê bû. Êrîşa DAIŞ’ê ji gelê Kurd û Ereb zêdetir bandorê li gelê Aşûriyan kir, ji ber di wê berbangê de zêdetirî 200 aşûrî ji zarok, jin, mêr û kalûpîran hatin revandin. Bi vê êrîşê re pêla koçberiyê ya duyemîn dest pê kir û vê carê hejmara kesên koçber bûn pir zêde bû.
Êdî kolanên tijî jiyan û zindî, roj bi roj ber bi valabûnê ve çûn û bûn wekî nîvgiraveke terikandî ango çoleke vala. Aşûriyên gundewarên Til Temirê bûn şahidên kareseta herî mezin. Rêwîtiya êş, koçberî, revandin û qetilkirinê li vir nesekinî, di 9’ê Cotmeha 2019’an de dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan destpêkirin û dîsa Aşûrî di wê tirsa dubarekirina komkujiyan de bûn. Têkildarî mijarê Meryem Yaqo ya ku li gundê Til Cûmayê dijî ji me re axivî.
Dijwariya bîranînên komkujiyê
Meryem Yaqo behsa bîranên dayik û dapîra xwe di komkujiyên pêk hatibûn de kir û wiha pêde çû: "Osmaniyan fermanên pir mezin der heqê gelê me de pêk anîne û gelek kes kuştin û beşek jî di rêwîtiya ber bi Iraq û Sûriyeyê de ji tî û birçînan mirin. Li Iraqê ji êrîşan xilas nebûn, ji lewre berê xwe dan Sûriyeyê li qiraxa çemê Xabûrê bi cih bûn û Zêdetirî 88 sal in Aşûrî li vir dijîn. Bi rengekî hovane û bi şûran gelê me serjêkirin û kuştin, ji ku koka bînin. Osmaniyan komkujî pêk anîn û gelê me belav kirin, beşek ji wan jî li vir bi cih bûn. Rêbazên komkujiya  herî hov jî ku ji bîra tu kesî naçe, ew e bi şûran zikê dayikên cudanî diçirandin û zarokên wan jê derdixistin û carna jî ew bi hev re dikuştin."
“Komkujiyên çeteyên DAIŞ’ê li dijî Aşûriyan”
Meryem da zanîn ku wan dikaribû hejmara xwe li Sûriyeyê zêde bikin û wiha domand: "Dema em derbasî Sûriyeyê bûn û li Til Temirê bi cih bûn, çandinî çavkaniya debara me ya sereke bû. Ji lewre me şev û roj kar dikir, zarokên me zewicîn, zarok û neviyên wan çêbûn û bi vî awayî ji bo em li vir jî qir nebin, me hejmara xwe zêde kir. Bi şerê Sûriyeyê re koçberî dest pê kir û piraniya Aşûriyan ji ber kuştin û revandinê koçî welatên derve bûn. Di 23'ê Sibata 2015'an de bi rêya revandina 200 Aşûriyan, em bi komkujiyeke din re rû bi rû man. Em gelek êşiyan dema me dît jinên çeleng, mêr, zarok û kal û pîr hatine revandin. DAIŞ’ê gundên me şewitandin, dêr bi bombeyan hilweşandin û şewitandin, di wê demê de min hîs kir ku komkujiyeke din dê li ser me pêk bê."
“Carek li Tirkiyeyê, niha jî li vir dixwazin me qir bikin” 
Meryem da xuyakirin ku çeteyên girêdayî dewleta tirk a dagirker tenê bi sê kîlometreyan bakurî gundê wê dikevin û wiha behsa kiryarên wan kir: "Dewleta tirk beriya sal û nîvekê dîsa êrîşî me kirin, di destên me de tiştek tune ye tenê îradeya me heye. Em ax û mala xwe terk nakin û ji dagirkeran re nahêlin, em li vir ji dayik bûne û em ê li vir jî bimrin. Çeteyên dewleta tirk erdê me yê 6 donim ku me kiribû baxçeyê fêkiyan dagir kirin. Tu heqê dewleta tirk li ser axa me tune ye, bila dewleta tirk baş bizanibe ew axa li ser dijîn a dapîr û bapîrên me ye. Dêrên me li Tirkiyeyê hilweşandin, ma ne ji heqê me ye ku em daxwaza mafê xwe bikin? Ev du car in dewleta tirk êrîşî me dike û dixwaze me qir bike, carekê li Tirkiyeyê li dijî dapîr û bapîrên me û niha jî li vir dixwaze me tune bike. Em naxwazin komkujî dubare bibin."
“Bila pêşiya komkujiyan were girtin”
Meryem bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Bûyer û komkujiyên ku li Tirkiyeyê li ser gelê Ermen, Suryan û Aşûrî pêk hatin, em naxwazin dubare bibin. Hebûn û tunebûna me wê li ser vê axê be."