Asayîşa Jin bi parastina jinan hewl dide ewlekariya hundirîn pêk bîne

Hêzên Ewlekariya Hundirîn Jin ango Asayîşa Jin ku prensîba “jiyana azad û pêkanîna edaleta civakî” ji xwe re esas digre, hewl dide jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji her cure tundiyê biparêze. Her wiha ji ber şert û mercên dijwar ên li herêmê, ewlekarî û aramiyê ji wan re peyda bike.

EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Hêzên Ewlekariya Hundirîn- Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ango Asayîşa Jinan, yekemîn hêza parastina jinan e ku di 10’ê Mijdara sala 2013’an de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat damezrandin. Asayîşa Jin ji bo parastina jinan û civaka Bakur û Rojhilata Sûriyeyê di hemû aliyan de kar dike. Her wiha ji bo avakirina ewlekarî û aramiyê li herêmê dixebite û xwe dispêre prensîba “azadî û parastina jinê li gorî zagonên wê.” Tevî gelek zehmetî û derfetên kêm di milê leşkerî û rêvebirinê de jî ev cara yekemîn e hêzeke ewlekarî ya jinan li ser asta cîhanê ku di bin siya YPJ’ê de ava bû, Asayîşa Jin dikaribû li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaxên xwe belav bike û xwe birêxistin bike. Asayîşa Jin ji dema damezrandina xwe ve heta niha, rola xwe di rûbirûbûna tawanên li dijî jinan û civakê bi giştî bi armanca dabînkirina ewlehî û aramiyê lîstiye. Asayîşa Jin, hemû endamên xwe di hemû waran de perwerde dike çi şêwaz, çi dîsîplîna leşkerî û çi çareserkirina pirsgirêkên civakî û bi taybetî pirsgirêkên jinan bi riya perwerdeyên hizrî û leşkerî. Der barê avakirin, zehmetî, erk û rola Asayîşa Jin di bidestxistina ewlehiya hundirîn ên li herêmê de, Rêveberiya Asayîşa Jin a Herêma Cizîrê Hilat Muhemed nirxandin kir.
“Asayîşa Jin ji du kesan dest pê kir” 
Hilat qala avakirin û zehmetiyên Asayîşa Jin kir ku ji 2 kesan dest pê kiriye û bi demê re xwe îsbat kir û wiha got: “Ji destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve, tu carî hêzeke ewlekariyê ya taybet ji jinan pêk dihat li tevahî Sûriyeyê tunebû. Me pêwîstî bi avakirina hêzeke jinan dît, ji ber ku bi sedan salan jin rastî îşkence, astengî û kuştinê hatine. Li ser vî esasî jî me pêwîstî bi hêzeke jinan dît ku bi saya YPJ’ê hat avakirin, ji ber ku ji destpêka şoreşê ve jinan cihê xwe di hemû hemleyan de girt û me xwest ku beşek ji YPJ’ê tevli Asayîşa Jin bikin ji bo bidestxistina ewlekariya hundirîn ji herêmên me re. Me gelek zehmetî kişandin di demên xwe yên destpêkê de, ji ber ku herêmên me di bin sîstema rejîma Baasê de fetisî mabûn û hişmendiya zilamperest di wan de esas bû, vê yekê qebûl nedikir ku jin bş pêş bikevin bi taybetî di milê leşkerî de û gelek caran gotinên nebaş ji me re dihatin gotin. Asayîşa Jin ji du kesan dest pê kir lê roj bi roj beşên xwe zêdetir kir û şaxên xwe hîn bêtir belav kir.”
“Erka me parastina jinan û ewlehiya hundirîn a herêman e”
Hilat da zanîn ku erka Asayîşa Jin parastina jinan û peydakirina ewlekariya hundirîn ji herêman re ye û bi taybetî herêman rizagarkirî û wiha axivî: “Erka me ya sereke ew e ku em ewlehiya hundirîn ji herêmên xwe re peyda bikin, bi taybetî herêmên me yên rizgarkirî. Bajarên wekî Minbic, Tapqa, Reqa, Til Hemîs, Til Berek, Şedad û Holê Asayîşa Jin li wan tunebû lê her ku me bajarek rizgar kir, pê re jî asayîşa Jin di wan bajaran de hatin avakirin.”
“Li gorî pêwîstiya demê, beşên me zêde dibin”
Hilat dibêje ku li gorî pêwîstiya demê beşên wan zêde dibin, di sala 2021’ê de gelek beşên din hatine avakirin û wiha domand: “Dibe ku hinekî barê Asayîşa Jin giran be ji ber ku hem di warê giştî de û hem jî di warê xweser de cihê xwe digre. Asayîşa Jin di hemle, rêveberî û gelek xalan de cihê xwe digre. Li gorî pêwîstiya rewşê û welatiyan, beşên Asayîşa Jin berfirehtir bûn û di van salên dawî de hin beşên din hatin zêdekirin. Gelek beşên Asayîşa Jin ên cuda hene ku Endamên wê cihê xwe tê de digrin û ew jî dîwan, maliye, arşîv, tenduristî, kontrol û teftîş, çapemenî û nuqteyên kontrolê ne. Her wiha di sala 2021’ê de Hêzên Lezgîn û Paramedîk, Hêzên Hawarî û Beşa Operasyonê ku karê wan serdegirtinên lezgîn e hatin avakirin û jin cihê xwe tê de digrin.”
“Asayîşa jin 12 şehîd dane”
Hilat destnîşan kir ku jinên ji gelek pêkhateyan cihê xwe di Asayîşa Jin de digrin û 12 şehîd dane û wiha dirêjî li gotinên xwe anî: “Akademiyên xweser bi taybetî yên jinan wekî Akademiya Şehîd Hîra li bajarê Serê Kaniyê hat avakirin lê piştî dagirkirina dewleta tirk a bajar xebatên wê hatin sekinandin û paşê jî Akademiya Şehîd Nisrîn li Bajarê Dêrikê – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin. Asayîşa Jin cihê xwe di hemleyên leşkerî de digre, li Herêma Cizîrê bi giştî şehîdên jin ên Asayîşa Jin 12 ne ku ji hemû pêkhateyan in û şehîda herî dawî jî ji pêkhateya Suryanî ye û di demên pêş de dê akademiyek li ser navê wê were avakirin. Di dema pêş de hinek zehmetî dihatin kişandin ji milê pêkhateya Ereb ve û neqebûlkirinek hebû ji hêla hişmendî, adet û keveşopiyan ve nêrîna divê tenê jin karê mal bikin hebû.”
“1000 endamên jin cihê xwe di Asayîşa Jin de digrin”
Hilat bal kişand ser hejmara endamên Asayîşa Jin ku bi demê re zêde dibin û gihiştine 1000 endaman û wiha pêde çû: “Bêguman bi demê re ev hişmendî heta asteke baş hat guhertin û di nav Asayîşa Jin de gelek jinên Ereb cihê xwe digrin her wiha ji pêkhateyên Suryanî û Xirîstyan jî bi navê Sotoro û Natoro cihê xwe di nav Asayîşa Jin de digrin li Dêrik û Til Temrê. Li gorî hemû zorî û zehmetiyan, Asayîşa jin dikaribû li Herêma Cizîrê bi giştî xwe birêxistin bike ku hejmara wan gihîştiye nêzî 1000 endamên jin di nav Asayîşa Jin de. Beriya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, jin rastî îşkence, kuştin, zewaca temenbiçûk, tecawiz û mijarên şerefê dihatin û ji bo vê yekê jinên azad ev yek li ser xwe qebûl nekirin. Li ser vî esasî jî hemû endamên Asayîşa Jin erka xwe ya sereke ku destpêkê parastina jinan bike û pê re jî ya civakî dibîne.”
“Em bi hêvî ne ku gel bi me re alîkar be û xwe berpirsyar bibîne”
Hilat diyar kir ku jin dikarin bi riya Ofîsa Giliyan xwe bigihîjînin wan her wiha hêvî ji gel kir ku bi wan re alîkar bin û xwe berpirsyar bibînin û wiha bi dawî kir: “Yek ji saziyên me yên ku hatin avakirin Ofîsa Giliyan e ku karê wê tehqîq e. Karê vê ofîsê ew e ku dewriyeyên heya derengiya şevê dide meşandin di derengiya şevê de, ji bo ku parastina jinan bike bi taybetî jinên ku rastî şîdetê tên. Jinên ku rastî zor û zehmetiyan tên û giliyên wan hebin, dikarin serdana vê ofîsê bikin da ku Asayîşa Jin bikaribe alîkariya wan bike. Hêviya me ew e ku di vê sala nû de, gel bi me re bêtir alîkar be û bi taybetî der barê bûyerên zirarên li ser jinan de me agahdar bikin da ku em bi lez bigihîjin wan jinan û pirsgirêkan çareser bikin. Her wiha em soz didin gelê xwe em ê di sala nû de karekî baştir bidin meşandin ji bo bidestxistina ewlekariya hundirîn û edaleteke civakî.”