Aqubeta Yasmîn a ku bi qanûnên mêr hat darizandin nayê zanîn

Hejmarek ji parêzvanên mafên mirovan gotarek di bin navê "Yasmîn Nekujin" de belav kirin. Ew ne hemleyeke femînist bû lê belê daxwaznameyek bi lez bû ji bo jiyana keça ciwan Yesmîn Rîfahî biparêzin.

NÛR SIRÎB
Yemen-Yasmîn Rafihî ya 30 salî nişteciha bajarê Lehicê bû. Piştî mirina bavê xwe, wê gelek îşkence di mala xwe de dît û gelek zehmetî kişand. Wê ji xortekî ku ji bajarê Ebînê gû hez kir, dema ku xort ji malbatê xwest bi hev re bizewicin, yekser malbata wê qebûl nekir û ji ber ku daxwaza wan red kirin, Yasmîn û xort biryar dan ku bi hev re birevin û biçin bajarê Edinê ji bo ku zextê li mabatê bikin û zewaca wan qebûl bikin. Yasmîn nezanibû ku çîroka wê dê ne wek keçên din yên ku li ewlehiyê digerin be.
Yasmîn Rafihî çar mehan di zindanê de ma tevî ku ew ducanî bû jî rewşa wê li ber çav nehat girtin ew ji ber zewaca bi wî xortî re rastî gelek zoriyan hat. Piştî ku rewşa wê ya tenduristiyê xirab bû neçar ma ku zarokê di zikê xwe de ji ber xwe bike. Dadgehkirina wê bi tawana fuhûşê ku di gel xortekî jê hez dike re reviya berdewam kir, biryara dadgehê ew bû ku cezayê fuhûşê li ser her duyan were tetbîqkirin û her wiha dê keçik nehata zewicandin û li bişandana ba malbatê.
Neheqiya bi sponseriya dadgehê
Parêzvana mafên mirovan Marîna Kemal ji ajansa me re der bare mijarê de wiha axivî: " Li Yemenê rewşa Yasmîn wekî rewşa hemû jinên din ên ku rastî îşkence û gelek binpêkirinan tên. Xwîna me jinan di bin banê dozên namûsê de ye, ev jî sûcek û binpêkirineke mezin e di warê mafên jinan de.”
Marina Kemal dibêje ku çi qanûneke seqet e ku dihêle keç bizewice dema ku zilam bipejirîne, di hin rewşan de ji ber tirsa ji civakê divê ku keçik bi kesê tecawizê wê kiriye re bizewice û li kêleka wê malbat qebûl nake ku ew keç bi kesê jê hez dike re bizewice.
Marîna di berdewamiya xwe de dibêje; “Qurbanî dîl tê girtin, lêdanê dixwe û tê qetilkirin, di vê rewşê de mafe jinan tune ye ku li ber xwe bidin an jî alîkariyê ji kesê bixwazin, ji ber ku qanûn û mêr li dijî wê ne. Divê ku em li hemberî van kiryaran bisekinin û hewl bidin vê qanûnê sererast bikin da ku parastina jiyanê bikin ku ew jî yek ji mafên mirovan e. Divê ku em li kêleka Yasmîn bisekinin ji ber ku tiştê der heqê wê de tê kirin sûcê dijî mirovahiyê ye.”
Nebûna mekanîzmayên parastina qanûnî jin tên qetilkirin
Li ser kêmasiyên qanûnî der barê dozên wekhev de, seroka saziya parastina mafên mirovan Hûda El-Serarî got; "Dadrêsî keçikê bêyî amadebûna malbata wê yan welî emrê wê nikare bizewicîne ji ber ku di qanûnê, zewicandina jinan a bi serê xwe guneh tê hesibandin
Hûda El-Serarî dibêje ku çawa ev doz bi fahûşê tê binavkirin û hukm tê birîn, di vir de qanûn kor e ji ber ku bi çavekî rast li wê doze mêze nekiriye. Ji ber nebûna makanîzmeyên parastina qanûnî û civakî pir caran keç ji aliyê bavê an endamekî malbatê ve tê kuştin. 
Divê ku bi berdewamî kar were kirin da ku asta hişyariya civakê bilind bibe her wiha pêwîst e ku medyaya civakî bi rola xwe rabe û bizanibe çawa bi dozên tundiyê li dijî jinan re danûstandinê bike.
Divê bi temînata qanûnî jinan radestî malbata wan bikin
Der barê qanûna Yemenê de ger ku keç ji aliyê malbata xwe ve were kuştin Hûda EL-Serarî got; “Qanûn bav an malbata keçika ku rastî îşkenceyê hatiyê sûcdar nake her wiha qanûna Yemenê gelekî hestiyar e ger ku zarok ji aliyê bavê xwe ve werin kuştin. Ji ber vê divê ku xetera radestkirina jinan ji malbatê re bi temînata qanûnî pêk were.”
Komek ji jinên parêzvanên mafên mirovan bi armanca zanîna çarenûsa Yasmîn Rafihî ku dezgehên ewlehiyê israr dikin wê radestî malbatê bikin bi dezgehên ewlekariyê re li bajarê Lehicê civiyan.
Piştî ku Yasmîn ji hêla dezgehên ewlekariyê ve, hat radestkirin, malbata Yasmîn Rafihî rayedarên ewlehiyê agahdar kir ku Yasmîn ji malê reviyaye û cihê wê nediyar e, ev yek jî guman û tirsa li ser îhtîmala kuştina wê û veşartina wê ya li cihekî nediyar zêde kir.
Rayedarên ewlekariyê lêkolînên xwe der barê doza Yasmîn Rafihî de berdewam dikin.