Andy Al-Salahî: Bajarê me di navbera du şeran de maye
Parêzgeha Abyan ku bi salan bû qada şer, ên ku herî zêde ji vî şerî bi bandor bûn jin û zarok bûn. Andy Al-Salahî da diyarkirin ku bajarê Abyanê têra xwe dewlemend e lê tenê hewceya wan bi aramî û ewlehiyê heye.
NOOR SURİB
Yemen- Li bajarekî ku şerekî hovane lê çêbûye, piştî ku ket bin kontrola komên terorîst, gelek trajedî, pevçûn, sabotaj û wêrankirin lê çêbûn. Vê yekê bandorek mezin li ser jiyana jinan kir û jiyana wan xist bin xeterek mezin. Ajansa me bi Andy Al-Salahî ya bi wî şerî re rûbirû maye û tevî hemû dijwariyên mezin jî ji bo civakê xebat daye meşandin re hevdîtin kir.
Andy Hassan Al-Salahi ya 39 salî ku bi xwe ji parêzgeha Abyan, li bajarokê Jaar li navçeya Khanfar dijî. Wek karmend di buroya fêrbûn û perwerdeya mezinan de dixebite û di rêveberiya weqfa mirovî ya pêşketinê de cih digre wiha behsa xebata xwe ya di nava civakê de dike û dibêje: “Destpêka xebata min a di nava civakê de di sala 2008’an de bû. Piranî xebat di aliyê dilxwazî, perwerde, rehabîlîtasyon û pêşketina mirovî de bûn. Tevî şert û mercên parêzgeha Abyan tê de derbas dibû, min çalakiya xwe berdewam kir û heya ku şerê Hûsiyan di sala 2015’an de dest pê kir, min çalakiya xwe domand û Weqfa Mirovî ya Pêşketinê li ser bingeha hewcedariyên devera xwe damezirand.”
“Êşa ku em dikşînin karesat e”
Andy Al-Salahî bal kişand ser rewşa perwerdeyê ya li parêzgehê û wiha domand: “Parêzgeh bûye şahidê bûyerên karesatî û hîn jî xizmetên ji bo wê kêm in. Piştî şer ji ber feqîrî, hejarî û zewaca di temenê biçûk de, barê jinan giran bû. Li kêleka vê yekê, geşedanên lezgîn ên weke grev û pandemiya Koronayê çêbûn. Êşa ku em dikşînin karesat e. Bajarê me di navbera du şerên ku jê xilas nebûye de asê maye. Sibeha 27’ê Gulana sala 2011’an tê bîra min. Mîna ku karesat duh qewimî be, di qonaxa şerê 2011’an ê El-Qaîdeyê de, qonaxek ku li gel her welatiyek li parêzgeha Abyan nayê jibîrkirin ava kir. Ew qonaxek mirina klînîkî ye ji bo hemû warên jiyanê piştî ragihandina kontrolkirina Ensar EL-Şerîia (El-Qaîde). Abyan ji min re wê gavê bajarek tirsnak bû. Min xwe ji cîhana derve veqetandî didît, ji nişka ve tu bajarê xwe Jaar ê ku bazareke bazirganî ya zindî ye, dibînî ku veguheriye cihek çolistanî ne mirov û ne jî jiyan lê heye. Ji bilî çend kesên ku malên xwe terk nekirin, ji ber ku wan nikaribû li tu deverên din jiyana xwe bidomandana, kesek din li bajar nemabû. Tevgera min a civakî ji ber zextên rewşenbîrî û terorîstî yên ku karê me tehdît dikirin hema hema felc bû.”
“Niha bajar veguheriye cihê hilweşandina nirxên mirovî”
Andy Al-Salahî wiha behsa sedema derketina xwe ya ji bajarê xwe wiha vegot: “Di dema ketina parêzgariyê di destên rêxistina terorîst de, rewşek hat serê min ku heya ez sax bim ji bîr nakim. Di destpêka şer de, min hewl dida li herêma xwe bisekinim û têbikoşim lê dorpêç girantir bû û rastî tal bû. Koma terorîst dest bi belavkirin û weşandina lîsteyên navan li kolanan kir. Di wan lîsteyan de navên kesên ku El-Qaîdeyê biryaya darvekirina wan dabû hebûn. Navê min jî di wan lîsteyan de bû, lewma ez neçar mam ji Abyanê bi riya El-Horour ku pênc saet dûrî parêzgeha Adenê ye, derkevim da ku ji zilm û tawanên El-Qaîdeyê rizgar bibim. Piştî 10 salên şerê El-Qaîdeyê û nêzî 6 salan ji şerê Hûsiyan û rizgarkirina Abyan ji du komên çeteyan, şerekî îdeolojîk hebû. Niha ew veguheriye şerekî xizmeta ji bo hin kesan û hilweşandina nirxên mirovî. Em înkar nakin ku rewş niha hema hema bi ewle bûye û hemwelatî dikarin fikir û ramanên xwe eşkere bikin lê şerê karûbar û mesrefa zêde ya jiyanê me wisa kir ku em bi qasî li ser ewlehiya xwarina xwe ya rojane difikirin, li ser avakirina civakê nefikirin.”
“Tenê hewceya me bi aramî û ewlehiyê heye”
Andy Al-Salahî li ser pirsa me ya li ser îhtîmala bihêzkirina jinên Abyanê di roja îro de wiha got: “Bi hêzkirina jinan di civata Abyan de ne dijwar e. Jinên li Abyanê ji xebatê re vekirî ne. Hin adet û kevneşopiyên mîrasî hene lê kengê ew bi hêza xwe bawer bin, ji bo xewn, xeyal û hêza xwe di hemû warên jiyanê de ji bo xurtkirina siyasî, aborî, civakî û yên din dikare şer bike. Lê qelsiya bernameyên bihêzkirina jinan, çi ji hukûmetê be çi jî ji rêxistinên ku bi bernameyên jinan re têkildar in heye. Ew hêza rastîn a bihêzkirina jinan li Abyanê asteng dike. Ji ber vê yekê rola wan bi perwerdehî û rehabîlîtasyonan ve sînordar e. Ji ber vê yekê, em di navbera ketinên pêwîst û derketinên çaverêkirî de valahiyekê dibînin. Hêviyên min gelek in. Her çend rastiyek dijwar be jî em di wê baweriyê de ne ku dê rewşa xedar a li welat ber bi pêşerojek çêtir ve ji nifşên pêşerojê re biguheze û rûmeta hemwelatîbûyînê wê tê de were parastin. Ez daxwaz dikim ku bernameyên civatî û projeyên pêşketî yên hesas ên domdar hebin. Bajarê me têra xwe dewlemend e lê tenê hewceya me bi aramî û ewlehiyê heye. Karê civatî hema bêje tevahî dilxwazî bû, pêwîstiya wan jî bi projeyên civakî heye.”
“Serê zarokên xwe bi exlaq û nirxên baş dagirin”
Andy Al-Salahi axaftina xwe bi peyamek ji bo parêzgeha Abyan û bajarên din ên Yemenê bi dawî kir û got: “Peyama min ji hemû hemwelatiyên li Abyanê re bi taybetî ji welat bi gelemperî re ye. Kapasîteyên axê biparêzin û enerjiyên mirovî ji bo pêşketina domdar, ji bo nifşên pêşerojê bi kar bînin. Bila bizanibin destwerdanên ji derve tenê ji bo parastina berjewendiyan in. Serê zarokê xwe bi exlaq û nirxên baş dagirin. Ji ber ku şerê li welat şerekî bi navgîniyên cihêreng e dixwaze hişê ciwanan bi madeyên hişbir, terorîst, îdeolojiya tundrew hilweşîne her wiha nirxan di hundirê me de bikuje. Divê hûn girîngiyê bidin xwendina xwe, ji ber ku bi xwendinê em dikarin êrîşa li ser nirxên di hindirê xwe de têk bibin. Bi perwerdeyê, netewe dikarin statuya xwe bilind bikin.”