Amal el-Mudaris yek ji girîngtirîn kesayetên medyaya Iraqê
Endama medyaya pêşeng Amal el-Muderis, çîrokek berxwedan, jêhatîbûn û biryardariyê temsîl dike. Dengê wê, hebûna wê ya bihêz a li ser ekranê û li ber mîkrofonê û zêdetirî 60 sal ezmûna wê ya di vê pîşeyê de.
RECAA HEMÎD REŞÎD
Iraq – Ji rola wê ya di bernameya ‘Studio On’ de bigre heta berjenga “Dayîka Iraqiyan’ û ji hewldana kuştinê ya ku armanc dikir wê bêdeng bike bigre heta veguherînek bihêztir, çîroka jiyana Amal el-Mudaris nîşan dide ku ji sedî 10’ê kapasîteya fîzîkî jî dikare bandorek bêhempa bihêle. Bi saya pîşeya xwe ya bi jêhatîbûn û dîsîplînê teşe dayî û bi ezmûn û tengasiyan wek yek ji kesayetên herî girîng ên di dîroka radyo û televîzyona Iraqê de tê nasîn.
Amal el-Mudaris yek ji girîngtirîn kesayetên medyayê ku zêdetirî 60 salan şopa xwe di radyo û televîzyona Iraqê de hiştiye tê nasîn. Bi dengê xwe yê bihêz û pêşkêşkirina xwe ya balkêş tê nasîn. Navê wê bi bernameya navdar ‘Studio On’ re hevwate ye ku di sala 1966’an de dest pê kir û her roja Înê ji hêla guhdaran ve hate şopandin. Bername zêdetirî 30 salan dom kir.
Amal el-Mudaris di encama hewldana kuştinê ya di sala 2007’an de birîndar bû û ji sedî 90 astengdar bû. Ji ber vê yekê 10 sal ji televîzyonê dûr ma. Lê belê, bi gotina ku ji sedî 10’ê hêza mayî têra xizmetkirina ji bo welat bes e, di sala 2018’an de ji nû ve vegeriya bernameya xwe. Bi vî awayî, dengê wê ku bi salan di bîra guhdaran de bi gotinên ‘Radyoya Komara Iraqê ji Bexdayê’ hatibû kolandin, careke din hate bihîstin.
‘Dayîka Iraqiyan’
Dema ku Amal el-Mudaris piştî gelek salan beşa yekem a bernameya xwe pêşkêş kir, telefonên ku ji guhdaran dihat, wek baranê bûn. Guhdaran, di nava rondikên kêfxweşiyê de bi ‘Dayîka Iraqiyan’ bang dikirin. Ev sernav bû yek ji xelatên herî hêja yên pîşeya wê. Amal el-Mudaris jî wê wekî serkeftina xwe ya rastîn dibîne.
‘Min di temenek gelek ciwan de dest bi xebatê kir’

Amal el-Mudaris derbarê pîşeya xwe de wiha got: “Dema ku ez di sala 1962’yan de ketim qada medyayê, ez hîn pir ciwan bûm û hîn negihîştibûm temenê qanûnî yê xebatê. Ji bo ku di radyoyê de bixebitim, destûra malbata min lazim bû. Dayîka min belgeya pejirandinê îmze kir û di saetên xebata min de bi berdewamî bi min re bû.”
Amal el-Mudaris di salên 1980’an de yekem jin bû ku serokatiya beşa pêşkêşvaniyê kir û yekem jin bû ku di komîteya hilbijartina pêşkêşvaniyê de xizmet kir. Amal el-Muderris, ku wekî ‘Bilbila Radyo û Televîzyonê’ dihat nasîn, di dengdaneke giştî ya ku ji hêla Kanala El-Şebab ve di sala 2000’an de hate organîzekirin de, wek ‘Pêşkêşvana Sedsalê’ hat destnîşankirin.
Di sala 2017’an de, ji aliyê Yekîneya Ereb a li Qahîreyê ve wekî baştirîn pispora medyayê ya Iraqê hat xelatkirin. Her wiha ji aliyê rêxistinek Brîtanî ya li Londonê ve wek ‘Jina Salê’ hate hilbijartin.
Di sala 2007’an de hewl dan wê bikujin
Amal el-Mudaris ragihand ku li pêşiya wê gelek zehmetî hebûne, lê yên herî bi êş, astengiyên ku ji derdorên nêzîk hatine, yên ne pîşeyî bûne. Amal da zanîn ku di qada medyayê de, hin kes hewl didin ku bi awayên neprofesyonel pêşbaziyê bikin û wiha domand: “Min bi bêdengî bersiv da vê yekê û ez hîn jî dikim. Zehmetiyek din a mezin, hewldana kuştina min a di sala 2007’an de bû. Lê belê, min bi hêz li ber xwe da û di sala 2017’an de vegeriyam ser karê xwe. Di sala 2018’an de, ez ji hêla rêxistina Jina Salê ya li Londonê ve hatim xelatkirin û wan ji min re got ‘Jina Hesinî’.”
Amal el-Mudaris derbarê wekheviya di navbera jin û mêran de ev nirxandin kir: “Li gorî ezmûna min, serkeftin ne bi jinbûna kesekî an mêr ve girêdayî ye, bi hewldan, afirînerî û serkeftina pîşeyî ya ku ew derdixe holê ve girêdayî ye.”
‘Bingeha karê medyayê jêhatîbûn e’
Li gorî Amal el-Mudaris, qada medyayê îro bi krîz û zehmetiyên cidî re rû bi rû ye. Amal diyar kir ku lê belê ev nayê wê wateyê ku her kesê ku di qadê de dixebite nebaş e û wiha got: “Ger nifşê ciwan xwe rast binirxîne û xwediyê taybetmendiyên ku divê profesyonelek medyayê ya serketî hebe be, dikarin di vî warî de serkeftinek girîng bi dest bixin. Şertê yekem ji bo profesyonelek medyayê ya jin a serketî, jêhatîbûn e. Divê ev jêhatîbûn were pêşxistin û bi berdewamî bê perwerdekirin. Jêhatîbûna zimanî ya baş, dîksiyona bi bandor û pergalek kesayetiyê ya guncaw ji bo pîşeyê jî pir girîng in.”
Demên şermok û dersên jibîrnekirî
Amal el-Mudaris diyar kir ku gelek ezmûnên ku teşe daye pîşeya wê jiyaye û wiha pê de çû: “Di nav wan de ya sereke, xebata li beşa drama û bernameyên taybet wek ‘zanîngehê’ bû. Perwerdeya li vê beşê gelek bi disîplîn bû. Pêşkêşvan pêşî li ser bernameyên tomarkirî dixebitin û dema ku ew xeletî dikirin, tomar dihatin dubarekirin û bilêvkirin, bilêvkirin û şêwaza pêşkêşkirina wan dihatin rastkirin. Ancax piştî vê azmûnê dikarin bibin xwedî mafê xwendina bultena nûçeyan.”
Amal el-Mudaris bûyerek din ji qonaxên destpêkê ya pîşeya xwe jî parve kir û da zanîn ku wê demê, ew pêşkêşvanek bû û stran û naveroka radyoyê radighîne. Amal ragihand ku çawa dema ku beşek li ser muzîka meqamê Iraqî pêşkêş dikir, hevokek ku wê fêm nedikir bi sernavê stranek şaş kir û berî ku bikeve weşana zindî bi alîkariya hevkarekî xwe xeletiya xwe rast kir. Ev bûyer girîngiya ku li cihê xeletîkirinê pirs bike, fêrî wê kir.
Amal el-Mudaris piştî du salan, ji bo beşa pêşkêşvanên nûçeyan hate veguhestin û gihîştibû astek ku dikare nûçeyan pêşkêş bike. Lêbelê, tevî vê rasterast di bultena nûçeyan de nehat bicihkirin. Wê pêvajoyek perwerdeya pîşeyî ya qonax bi qonax û dijwar derbas kir. Amal el-Mudaris destnîşan kir ku hinek sazî, pêşkêşvanan îro bêyî perwerdeyek têrker dişînin studyoyên nûçeyan û got ku ev niheqiya li pîşeyê ye.
Teknolojî û Medya
Amal el-Mudaris di nirxandina xwe ya li ser teknolojiya bi lez bipêş dikeve û bikaranîna pêşkêşvanên robot ên bi hêza hişê çêkirî ji hêla hin kanalên nûçeyan ve ji bo pêşkêşkirina bultenên nûçeyan de, diyar kir ku anîna ber hav a pêşkêşvanên mirovî û berhemên teknolojîk gelek zor e.
Li gel qebulkirina girîngiya teknolojiyê, tekez kir ku divê bi rêkûpêk were bikaranîn û wiha got: “Hin kes teknolojiya nûjen şaş fam dikin. Hin pisporên medyayê tenê nivîsan ji telefonên xwe dixwînin, bala xwe nadin bilêvkirin û tevgeran. Ji ber vê, divê pisporên medyayê Erebî û bikaranîna rast a peyvan fêr bibin.”
Çîroka Amal el-Mudaris ne tenê kurteyek ji pîşeya dem dirêj e. Di heman demê de şahidiyek zindî ya hêza îradeyê, kûrahiya jêhatîbûnê û dilsoziya ji bo pîşeya medyayê ye. Amal el-Mudaris, tevî hewildanên bêdengkirina dengê wê, vegeriya, wekî kesayetek medyayê ya mînak derdikeve pêş. Bi rêya pîşeya xwe ya serketî, ezmûnên bi êş û dersên bêhempa nîşan dide ku bi xebata dijwar û pêşkeftina domdar, gengaz e ku bandorek mayînde bê hiştin.