Amal Bourqiah: Zîhniyeta baviksalarî pêşî li nûnertiya doktorên jin digre

Bijîşka Mexribê Amal Bûrqiye destnîşan kir ku nûnertiya bijîjkên jin di pozîsyonên biryardanê de hîn qels e û li pişt vê jî gelek astengiyên civakî hene, herî zêde jî zîhniyeta reaksiyonî ku li pêşiya wê astengiyek çêdike.

HENAN HARIT

Mexrib – Doktorê Mexribê bi keda xwe dikaribû xwe ferz bike û bigihîje pozîsyona xwe û dilxwaziya wê ji bo temamkirina karên ku jê re hatine destnîşankirin, ligel hemû astengiyan jî wê serkeftin bi dest xist.

Amal Bûrqiya, bijîjkek pispor di dermankirina nexweşiyên gurçikan û paqijkirina xwînê de, tê hesibandin. Yek ji modelên serkeftî ku di warê xwe de şopek mezin hiştiye, bi taybetî ku di gelek waran de kar kiriye, doktor çalakvana civakê, nivîskar û damezrînera akademiya hunerî ye.

Bijîjka jin Amal Bûrqiye ku Komeleya Gurçikan damezrand ji bo alîkariya mirovên bi nexweşiyên gurçikê re bike. Bi taybetî jinên ku bi redkirina civakê re rû bi rû ne. Amal Bûrqiya di hevpeyvîna xwe ya bi ajansa me re li ser fikra avakirina komeleyê axivî.

Hûn dixwazin ji me re li ser ramana damezrandina komeleya gurçikê ji bo alîkariya nexweşên gurçikê çi bibêjin?

Di destpêkê de divê ez destnîşan bikim ku doktor an kesê ku ji tenduristiyê berpirsiyar in divê xwedî moralek girîng bin ku ev jî mirovî ye. Lewre ger ne xwediyên vê sifatê û hesta yên din bin, nikarin erka xwe ya bi rûmet bi tevahî pêk bînin. Ji ber ku berpirsiyarên bedena mirov in, ku yek ji tiştên herî girîng ên vê jiyanê ye.

Ji ber vê yekê, ji dema ku ez xwendekar bûm ve heta dema bûm doktor jî ev hest û erka min li hemberî nexweşan hebû. Ji bo ku alîkariya wan bikim û pêdiviyên pizîşkî ji wan re peyda bikim, xebitîm. Bi demê re, Komeleya Gurçikan hat damezrandin xwedî karakterek taybet e. Ji ber ku armanca wê ew e di hemî qonaxên êş û azarê de bi nexweş re bibe alîkar. Nemaze ji ber ku hejmarek ji nexweşan dermankirina wan zehmet e. Ji ber ku nexweşiya gurçikan nexweşiyek kronîk e, ji vir şûnde rola komeleyê ew e ku alîkariya wan di labîrenta parzûna xwînê de bike.

Dema jinek bi êşa gurçikan dikeve êşa wê duqat dibe. Dema ku tê dermankirin gelek jin hene nikarin bizewicin. Her wiha civak li wan rehmê nake. Hin malbat jî red dikin ku zarokên xwe bi jineke ku gurçika wê têk çûye re bizewicînin. Ji ber wê jî weke jineke ne temam ku nikare bizewice dibînin. Ew nikare erkên malê bigre û zarokan mezin bike, bi vî awayî dê bibe barekî giran li ser milê wan. Wisa li jinên nexweşên gurçikê dinêrin.

Rola komeleyê ne tenê bi hevrêtiyê re sînordar e hişyariya bexşandina organan piştî mirinê zêde dike. Bi taybetî ji ber ku zarokên bi têkçûna gurçikan re jî zehmet e jiyana normal bidomînin. Di heman demê de, fîltrekirina xwînê bêtir bandorê li tenduristiya wan dike. Ji ber vê yekê hewcedariya wan bi veguhestina gurçikan heye. Ji vî alî ve, komele ji bo yekbûna çanda bexşandina organan di civakê de ji bo jiyana çêtir ji bo nexweşên ku gurçikên wan têk çûne re dixebite.

Komele ji bo alîkariya jinên ku gurçikên wan naxebitin çi xizmetê dike?

Gelek zehmetiyên ku nexweşên gurçikan bi wan re rûbirû dibin hene. Mînak; hinek jin hene ku di encama ducaniyê de pirsgirêkên gurçikan bi wan re çêdibin, nexweşiyên din jî hene ku ji sedî 90 ji jinan pê dikevin. Wek sepsîsa mîzê yan jî pirsgirêkên di pergala hilberînê de û nexweşiyên din ên ku dikarin bandorê li fonksiyona gurçikan bikin û ji ber vê yekê rêjeya jinên ku gurçikên wan naxebitin zêdetir e.

Der barê komeleyê de, li ser asta Mexribê, em li ser çend xalan dixebitin, ya yekem teşhîs û hişyarî ye, bi taybetî di nav jinên ducanî de, ji ber ku em dizanin li welatên dahata wan kêm e, pir caran jin di welidandinê de pirsgirêkan dijîn. Ji ber vê yekê, em bijîjkan perwerde dikin ku li wan xwedî derkevin. Ji ber ku bûyerên xeter dibin sedema nexweşiya gurçikê. Dibe ku fetus jî pirsgirêkek gurçikê hebe, nemaze ji ber ku ji sedî 35 ji malformasyonên zikmakî yên di fetusê de ji nexweşiya gurçikan pêk tên.

Her wiha dema jinek dermankirina hemodialîzê derbas dike, nikare rê û rêbazên rêgirtinê bi kar bîne. Ji ber vê yekê ji bo ev yek di heyama dermankirinê de pêk neyê, em hişyariyê didin, ji ber ku rûdana ducaniyê di dema dermankirina hemodiyalîzê de metirsiyek li ser tenduristiya wê çêdike.

Di mijara bexşîna organan de, herî zêde sûdmend mêr in. Dema ku em beşdarbûnek zêde ya jinên bexşên organan dibînin, ji ber ku ew ji sedî 90 temsîl dikin, ji ber vê yekê ez jinan ji ber fedakarî û keda wan a asayî ya di rizgarkirina jiyanê de silav dikim.

Tu di gelek waran de kar dikî, doktoreke ku ji bo dermankirina nexweşan xemê dixwe, çalakvanek feminist î. Bi riya Komeleya Gurçikan her wiha nivîskar û damezrînera akademiya hunerî, kîjan ji wan nêzîkê te ye?

Bi rastî, ji ber ku ez di van hemû qadan de dixebitim, hemû ji bo min cihekî taybet digrin lê tevî her tiştî, bijîjk ji min re ya herî nêzîk dimîne. Nivîsandin beşek ji karên ku ez jê hez dikim e. Em dizanin ku ji bo nivîsandina nameyek an rûpelek divê em sed pirtûkan bixwînin, nemaze li ser warê ku ez tê de dinivîsînim ku qada bijîjkî ye. Beriya du mehan min pirtûkek din a bi navê “Bexşkirin û veguhestina organ... ma hêvî heye” derxistibû û tê de min gelek behsa pirsgirêkên jinan ên di vî warî de kir.

Der barê damezrandina Akademiya Hunerê de jî li gorî jêhatîbûna min a hunerî hat. Ji ber ku her kes xwedî jêhatinî ye lê mixabin ên ku ji bo tepeserkirina wê dixebitin hene. Ez dibînim ku huner berdewamiya karê min e û ger em vegerin dîrokê em ê bibînin ku doktor jîr, fîlozof û wênesaz bûn. Bi dîtina min dema ku bijîjk hemû exlaqên însanî yên di hundirê xwe de derdixin holê, kesayeta wan ji nexweşan re delal dibe. Ew dikarin têkiliyek serkeftî di navbera nexweş û bijîjk de ava bikin û bibin sedema pêbaweriya dermankirinê. Ji bilî pêbaweriya hemû endamên nexweş bi bijîşk, ji ber vê yekê, amûrên ku di dermankirinê de tên bikaranîn encamên baş didin ku bi erênî li ser tenduristiya nexweş tên xuyakirin.

Bi dîtina te, bijîjkên jin li Mexrib dikaribûn xwe ferz bikin û mafên xwe tam bigrin?

Bi giştî di pratîka bijîjkên jin ên Mexribê de pêşketineke mezin heye, ji bo min, 30 sal berê ango di destpêkê de, ez di nav hejmareke mezin a doktorên mêr de tenê doktora nexweşiyên daxiliyeyê bûm lê belê bi demê re îro em berovajiyê vê yekê dibînin. Di zanîngehan de hejmara xwendekarên keç ji xwendekarên kur zêdetir e û ev jî ji ber xîreta jinan e ku îsbat kiriye di her warî de dikare bikeve qadan.

Di warê pratîzekirina bijîjkî de, ji ber ku peywir bi heman rengî tên dabeşkirin, cudahî tune ye. Ez tu carî rastî nexweşek nehatim ku xwestibe lênerîna bijîşkî ji bijîşkek jin bigre, berevajî vê, dibe ku daxwaza bijîjkek jêhatî zêdetir be. Dema ku bijîjkek jin ji bo pozîsyonek tê pêşniyarkirin cudahiyek heye. Li vir ramana mêranî xuya dike ku dibe nikaribe erkên xwe bi tevahî pêk bîne û ez difikirim ku ev ji ber zîhniyeta baviksalarî ye. Bi ser de jî civak ji bo mêran piştî ku karê xwe temam dike, hêsantir dike ku biçe qehwexaneyê û têkiliyên civakî yên ku gihandina pozîsyonek girîng di kar de hêsantir dike. Dema ku jin karê xwe diqedînin, di malê de erkên wê li benda wê ne ku gelek derfetên wê ji dest didin û ji ber vê yekê jî kêm caran ji bo tu asteke bilind tê pêşniyarkirin.

Lê xala nûnertiya doktorên jin di erkên biryardanê de xalek e ku divê girîngiyek mezin jê re bê dayîn da ku bijîjkên jin cihê xwe bi dest bixin.

Tu îro ji destkeftiyên ku ji bo berjewendiyên jinan di civakê de hatine bidestxistin razî yî?

Ez her gav hêvî dikim ku asta xwe, di asta destkeftiyan de bi pêş bixim. Her çend pêşketinên ku di warê maf û statuya jinan de li Mexribê hatine bidestxistin, nayê înkarkirin jî. Ji ber ku heya em dibînin keç hene ji ber sedemên madî û civakî naçin dibistanê, em dibînin ku hin malbat di navbera zayendan de cihêkariyê dikin û zarokan teşwîq dikin ku biçin dibistanê û perwerdeyê bigrin.

Ji bo ku em ji vê çemberê derkevin divê weke civak li jinan xwedî derkevin, serxwebûna wan a aborî û rewşenbîrî misoger bikin û jin bê cudahî cihê xwe di nava civakê de bigrin.