Aktivîstên Lîbyayê piştevanî dan jinên li Sûriye û Xezayê
Rola ku jinên Lîbyayê di têkoşînê de lîstin, piştevaniya bi jinên li Sûriye û Filistînê re bi hêz kiriye. Aktivîstên Lîbyayê diyar kirin ku mafê jinan têkoşînek kûrewî ye û anîn ziman ku divê hemû jin bibin xwedî jiyanek bi rûmet û ewle.

HINDIYA AL-AŞÎBÎ
Bîngazî- Gelek jinên li welatên Ereb û Rojava, bi armanca desteka ji bo jinên Filîstînê, beşdarî kampanyayên bexşê dibin û pêşengtiyê ji xwepêşandan û çalakiyan re dikin. Ev tevgera piştevaniyê wek bertekek li dijî tundiya sîstematîk ku gelê Filîstînê bi qirkirinê re rûbirû dijî.
‘Têkoşîna wan têkoşîna me ye’
Rojnamevana ji Trablusê Îman Bin Amir bal kişand ser desteka jinên Lîbyayê ya ji bo jinên Filîstîn û Sûriyeyê û wiha got:“Jinên Lîbyayê her tim bûne sembola berxwedan û fedakariyê. Îro ji bo desteka bi xwişkên xwe yên li Xeza û Sûriyeyê re, em vê rolê carek din hildigrin. Jinan heskiriyên xwe winda kirine, neçar mane koç bibin û di bin şert û mercên xirab de bijîn. Lê belê di heman demê de em ji hêza wan a berxwedanê û têkbirina wan a krîzan, bawer dikin. Desteka jinên Lîbya ne tenê di gotinê de ye, berovajî wê ev destek kampanayayên mirovî yên alîkariyê û çalakiyên komkirina alîkariyan a di çarçoveya helwdana ragahandina dengê jinan a di civaka navnetewî de ye. Jinên Lîbyayê çawa ku beşdarî têkoşîna serxwebûn û azadiyê ya welatê xwe bûye, îro jî li gel jinên di nava şer û hilweşînê de dijîn cîh digrin. Em destek didin jinên Sûriyeyê û ji bo wan çi ji destê me bê, em ê bikin. Ji ber ku têkoşîna wan, têkoşîna me ye.”
‘Rola çapemeniyê di ragihandina dengê jinê de girîng e’
Îman Bin Amir da zanîn ku divê saziyên çapemeniyê di ragihandina zilma ku jinên Filistînê dijîn a ji dinyayê re, rolek girîng bigrin û wiha got: “Vegotina êşên ku jin dijîn, yek ji berpirsyariyên herî mezin ên xebatkarên çapemeniyê ye. Divê em nûçeyên ku tundiya ku jin lê rast tên, trajediyên ku jiyan kirin û têkoşîna li hember wan kirine, nîşan bidin. Ji bo ku ev têkoşîn were dîtin û di dinyayê de wê hişyariyê ava bike. Di heman demê de di platformên medyaya dijîtal de, aktivîst û rojnamevan bi parvekirinan destek bidin. Bi vî awayî wê bikarin balê bikşînin ser binpêkirinên mafên mirovî yên jinên li Xeza û Sûriyeyê dijîn. Derbarê binpêkirinên mafên jinan û bandora şer de nivîsandin, çêkirina nûçeyan, bilindkirina dengê me yê di medyaya dijîtal de û di vê mijarê de beşdariya konfaransan, ji bo ku dengê jinên li herêmên şer bidin bihîstin, girîng e.”
Di nava jinan de torên piştevaniyê û desteka derûnî
Îman Bin Amir bal kişand ser têkiliya jinan a rasterast û pêşniyar kir ku bi jinên li Xeza û Sûriyeyê re komên piştevaniyê ku bi jinan re di nava têkiliyan de bin, werin avakirin û wiha got: “Ji bo jinan avakirina komên destekê, rasterast pêwendiya bi wan re, moral dayîn gelek girîng e. Di heman demê de divê ji bo pêkanîna destaka derûnî ya ji bo jinên mexdûrên şer in, bi organîsazyonên alîkariya mirovî re projeyên hevpar bipêşbixin. Ji bilî vê yekê, rayedarên li Lîbya û saziyên xwecihî, teşwîq bikin ku destek bidin jinên Filîstînê.”
‘Divê em dest bidin gelê Filîstînê’
Alîkara Serokê Tevgera Pêşerojê ya Lîbyayê Rabha El Farisî da zanîn ku gelê Lîbyayê ji dîrokê ve desteka bi hêz daye doza Filîstînê û wiha got: “Meseleya Filîstînê, dozek ku di dilê me Lîbyayiyan de cih girtî ye. Binpêkirinên mafan û sûcên şer ên Îsraîlê li Filîstînê kiriye, sûcek herî mezin ê ku li dijî mirovatiyê hatiye kirin e. Divê welatên Ereb destek bidin gelên Filîstînê. Pêwîst e ku pêvajoyên normalbûnê yên bi Îsraîlê re, bidawî bikin. Divê balyozên xwe ji Îsraîlê bikşînin û hemû têkiliyên xwe yên bi Îsrailê re bisekinînin. Her gavek ku ji bo azadiya Filîstînê bê avêtin, parçeyek ji têkoşîna mafên mirovan e.”
Li Lîbyayê rola rêxistinên jinan
Seroka Yekitiya Jinan a Rêxistina Aştiya Navnetewî ya Lîbyayê Selwa El Macrî destnîşan kir ku jinên Lîbyayê li tevahiya dinyayê di mijara parastina mafê jinan de seknek bi hêz raber kirine û wiha got: “Em hewl didin di her qadê de destek bidin jinên Filîstînê. Gihandina dengê wan, vegotina êşên wan û ji bo ku li dijî vê zilmê rabin, em xwepêşandanên aştiyane li dar dixin. Divê saziyên civaka sivîl desteka madî û manewî bidin. Ji bo pêwîstiyên jinên li Xezayê were pêkanîn, divê kampanyayên alîkariya mirovî werin zêdekirin. Divê em ji bo pêkanîna pêwîstiyên jinên Filistînê yên weke tenduristî, perwerde û bicihbûnê bixebitin. Di heman demê de divê em her li gel jinên koçber ên Filîstinê û malbatên wan ên li Lîbyayê dijîn, di nava têkiliyan de bin. Destekdayîna wan, nîşaneya desteka me ya ji bo gelê Filîstinê ye.”
Selwa El Macrî êrîşên Îsrailê yên li dijî Xezayê wek sûcê şer û binpêkirina mafê mirovan nirxand û wiha got: “Jin, zarok, pîr û astengdar hedef tên girtin. Em van êrîşên ku li dijî hiqûqa navnetewî û mafên mirovan in, şermezar dikin.”
‘Jin di navenda berxwedanê de ne’
Aktivîsta mafên jinan û rojnamevan Fedwa Kamêl a ji bajarê Zuwara ya li rojavayê Lîbyayê ye jî destekê dide jinên Filîstînî. Fedwa da zanîn ku jinên Filistînê di her qonaxa şer de bi awayek aktîv cîh girtine û wiha got: “Jinên Filîstînê ne tenê qurban in, di heman demê de kevirên bingehîn ên berxwedanê ne jî. Ew tenê mala xwe û malbata xwe naparêzin, di heman demê de di çeperên herî pêş ên têkoşînê de cîh digrin. Jin li Xeza û hemû xaka Filîstînê bûne sembola berxwedanê. Em ê piştevaniya xwe ya bi jinên Filistînê re û parastina mafên wan bidomînin. Jinên Filîstînê ne bi tenê ne, têkoşîna wan, têkoşîna me ye.”