‘Şoreşa Rojavayê Kurdistanê hêviyeke nû da civaka Êzidî’

Qedîfe Rasim a jinek Kurd ê Êzidî ye bi lêdana cenga şoreşê re ji welatê derve berê xwe dide nav qadên têkoşînê li Rojavayê Kurdistanê û berpirsyariya xwe weke dayikek şoreşger radike, dibêje; “Şoreşa Rojavayê Kurdistanê hêviyeke nû da civaka Êzidî."

ROJ HOZAN

Qamişlo – Qedîfe Rasim li gundê Til Catûnkê yê navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye dinê û bi temenê xwe yê 80’ê salî ye. Qedîfe Rasim beriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê li welatê Almanyayê tevî zarokên xwe jiya lê bi lêdana cenga şoreşê re berê xwe dide nava qadên têkoşînê. Qedîfe dayikek Êzidî ye di taxekê de dijî ku hemû cîranên wê Xirîstiyan, Ereb û Kurd in. Di Tirbespiyê de dayika Qedîfe xwedî cihekî bi qîmet e li gel hemû netewan û jiyana xweş, aram û tijî hezkirin bi wan re dijî. Dayika Qedîfe xwedî dîrokeke tijî ked û qehremanî ye. Ji bo naskirina dayika Qedîfe Rasim me sedana mala wê kir serpêhatî, ked û têkoşîna wê ji nêz ve şopandin.

Şoreşa jinan guhertinên bingehîn di terzê jiyana me de da çêkirin’

Dayika Qedîfe di destpêka axaftina xwe de behsa serpêhatiya jiyana xwe bi hemû netewan re kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em Êzidiyên navçeya Tirbespiyê ne, ji berê de cîrantî û hevaltiya min bi netewên din ên Kurd, Ereb, Xirîstiyan re heye. Di navbera min û cîranên min de rêzdariyek pir bi qîmet heye. Beriya şoreşê bi armanca peydakirina derfetên kar zarokên min koçberî derve bûn. Ev yek sedemeke wê ya din hebû ku wisa sîstemê li me kiribû netewan hev qebûl nedikir û bi taybetî Êzidî qebûl nedikirin. Em Êzidî bûn tu kesî zarokên min li gel xwe nedigirtin kar ji bo wê em hemû koçî welatê Almanyayê bûn. Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re xwîna min keliya û min biryar da ez vegerim welatê xwe û li vir bijîm. Ev bi qasî 10 sal in ez ji Almanyayê vegeriyame Rojavayê Kurdistanê û hemwelatiya derve min ji ser xwe avêt. Ji ber ku êdî di welatê min de nasnameya min heye û ez dizanim ez Êzidî me. Niha ez li welatê xwe, li taxa xwe bi cîranên xwe re dijîm û tu ferq û cudahî di navbera me de tune ye. Şoreşa jinan guhertinên bingehîn di terzê jiyana me de da çêkirin ku hemû netew çawa dikarin wisa xweş bi hev re bijîn.”

‘Xebatên ku dayika Qedîfe kirine’

Qedîfa Rasim bal kişand ser naskirina xwe ji fikir û felsefya azad re her wiha tevlibûna xwe ji xebatê re anî ziman û wiha domand: “Ji salên 80’î de ez Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dikim û dixebitim. Berê her kes dizane û dibe li pêşiya min pir dayikan jî anîbe ziman karê me cebhewî bû yanî rêxistina civakê bû, erka min jî rêxistina jinên Êzidî bû. Me pir nirxên civaka xwe parastin heya em gihîştin rojeke wisa, heya li welatê Ewruba jî tevgera min hebû û me gelek çalakî birêxistin dikirin. Dema min berê xwe da nav şoreşê jî min dizanibû barekî giran dikeve ser milên me jinan û pêwîst e em bi cih bînin. Qet ez nefikirîm wê jiyana min berê xwe bide ku tevî vî temenê mezin. Tenê yek armanc di mêjî û dilê min de bû ku ez jî wek jineke Êzidî bibim parezvana fikir û felsefeya Rêber Apo. Destpêka şoreşê di Mala Jin de min cih girt bi qasî 4 salan tê de kar da meşandin û paşê wek Endama Mala Jinên Êzidî li herêma Cizîrê hatim erkedarkirin. Heya asteke bilind me dikaribû em jinên Êzidî di nava şoreşê de birêxistin bikin û çanda xwe ya pêşengiya dayikê biparêzin. Niha di Hêzên Parastina Cewherî -Jin de cih digrim û erka xwe bi cih tînim. Ez kêfxweş im ku tevlî vî temenê xwe ez dikarim heya niha miroveke xwedî berhem bim û têbikoşim.”

‘Em deyndarî Rêber Apo ne’

Qedîfa Rasim da zanîn ku ew ê her weke civaka Êzidî xwe deyndarên felsefeya azad bibînin ji ber ger ne ji vî fikrî bûya zûde civaka Êzidî tune bûbû, wiha pêde çû: “Civaka me ya Êzidî civakeke aştîyane ye û pir rastî ferman û qirkirinê hatiye. Bi salan me kevneşopiyên civaka xwe ji helandinê diparastin lê ev yek jî têrê nedikir êdî em ber bi qirkirineke berbiçav ve diçûn. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê hêviyeke nû da vejîna civaka Êzidî ji ber fermana dawî ya çeteyên DAIş’ê nirxên me heya asteke bilind binpêkirin. Fikir û felsefeya Rêber Apo şengal û Êzidî hempêzkirin û qîmetekî mezin da vê civakê ku ji fermana êdî were parastin. Bi rastî jî em çiqas bînin ziman kêm dimîne em deyndarên xwediyên mîmarê azadiyê Rêber Apo ne. Xeyalên min her hebûn ez rojekê Rêber Apo di nav me de azad bibînim û têkoşîna me jî ji bo vê armancê ye. Di dawiyê de ez dibêjim heya ez bijîm wê rihê têkoşînê di demarê min de neyê rawestandin.”