'Şoreş dikare bi muzîkê were xemilandin’

Muzîkjen S.N ku di şoreşa jinê ya li Rojhilatê Kurdistanê despêkirî de rolek aktîf lîst, diyar kir ku ji bo şoreşê tenê têkoşîna çekdarî ne têrkêr e û divê ev şoreş di serî de mûzîk bi gelek çekan ve were xemilandin.

HÎMA RAD

Sinê – Jinên Îranî êrîşên li hemberî jiyana xwe qebûl nakin. Tevî ku hikûmet û dewlet ji bo bisînorkirin û tepisandina mafên jinan çi ji destê wî tê dike jî, jinan li her qadê çalakbûna xwe nîşan didin û li dijî zîhniyeta paşverû serî. Muzîkjen S.N ku piştgirî da serhildana "Jin, jiyan, Azadî" ya ku li Îranê dest pê kir û di xwepêşandanan de rolek çalak lîst, diyar kir ku ji bo şoreşê tenê têkoşîna çekdarî ne têrkêr e, yek ji amûra pêşxistina şoreşê jî muzîk be.

Muzîkjen S.N hunermendek ku xwe şervanek dibîne ye. S.N. anî ziman ku ew muzîkê çêkirin her tim weke têkoşînek li dijî pergala li dijî jinê dibîne û wiha got: “Ez li Îranê ketim rêyek ku jin di meşandina wê de zehmetiyan dijîn, ji ber ku ez li welatekî ji dayik bûm. “Ez di heyamek ku muzîk qedexeye û dengên jinan dihat sansûrkirin de jiya.

'Ez muzîk ji dayika xwe fêrî bûm'

S.N ya got di malbateke muhafakar de hatiye dinê û wiha axivî: “Ez bîst û pênc salî me, di malbateke oldar û li dijî jinê de hatim dinê. Mêr xwedî cihekî hêj bilindtir bûn û zarok keç ya wek min ji bo xwe bide îspat kirin neçar bû ku ji yên din zêdetir hewil bide. Ez bi dengê xweş ya dayika xwe re muzîkê nas kir. Şevên ku j mer stra digot û me xew dikir, çiqas xweş bû ew dengê qedexe, ew jina asî ya stranan digot. Bavê min nikarîbû wê bide  sekinandin, dayika min der barê muzîkê de tiştek nizanibû lê mîna ku mamosteya stranbêjiyê bû û em xwendevanên wê bûn. Xwişka min beriya ket nav cîhana muzîkê, bû gîtarîstekî baş û pêşiya min vekir. Ez jî wek kesekî ku bi amûra Dîwanê re eleqedar dibim, dest bi fêrbûna muzîkê kir."

'Min guh neda zextên civakî'

S.N diyar kir ku tenê bi gav avêtina vê yekê re neseknî, neçara ma li diji dijmîna jinan, pirsgirekên aborî û muhalefetiya malbatê jî têbikoşe û der barê vê mijarê de wiha axivî: “Ji ber gelek zehmetiyên aborî û lêçûna giran ya fêrbûna muzîkê, fêrbûn pir giran lê min  muzîkê berdewam kir. Kesên ku ji bavê min re digotin, ‘Çi wateya şandina keça xwe ya van dibistanan heye, dê ji kontrolê derkeve’. Lê ez bi piştgiriya dayika xwe re rêya berdewam kir. Ez ji bilî xebatên xwe, saza dîwanê jî lêda.”

'Min hertim xeyala şoreşa jinê dikir'

S.N der barê şoreşa jinê ya ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir de wiha dibêje: “Jiyana asayî ji bo min weke têkoşînekê bû. Dema ez bi zextên civakî re têdikoşiyam, min xeyala şoreşeke mîna şoreşa jinê ya niha dikir. Piştî ku Jîna Mahsa Emînî hat qetilkirin, ez li benda tiştekî wiha bûm û bawer bûm ku dê pêk were. Min her tim xwe weke perçeyek wê xeyal dikir, ji ber ku ez jî li dijî zextên rejîmê bûm,  Jin êdî rastî ewqas zext û tundiyê nayên. Em naxwazin êdî êşa ku dayikên me bi salan e kişandin, bikşînin.”

'Ger dayika min li welatekî din bûya dê hunermendek navdar bûya'

S.N diyar kir ku rejîm dixwaze jinan ji her cure çalakiyan dûr bixe û li malê bixe zindanê. Li vir hewl didin jin ji rastiya wan dûr bixin. Ger dayika min li welatekî din bijiya, dengê wê nehatiba  veşartin û dê bibûya stranbêjek  navdar. Lê li vir ji ber dihat tepisandin nekarî vî aliya xwe ya hunerî nîşan bide."

'Baweriya jinan zêde bû’

S.N, dest nîşan kir ku bi şoreşa jinê re gelek jin bûnne xwedî xwebawerî û wiha axivî: "Piştî van çend mehan jinan ji berê zêdetir bi xwe bawer kirin. Di nava malbatê de jinên ku tu hêza wan tune bû, tenê berpirsyarê karê çêkirina xwarinê û mezinkirina zarokane hebûn. Lê niha bi wêrekî dibêjin ev şoreş şoreşa me ye û jin edî zilmê qebûl nekin. Têkoşîn hêj nû dest pê dike. Ji bo gihandina lûtkeya ve şoreşê û bidestxistina azadiya rast ya jinan, hêj gelek rêyên ku em derbas bikin hene. Di nava van çend mehan de ez bûm şahidê hebûna jinên ji hemû pêkhateyan ya di nava şoreşê de. Ji bo ve şoreşê em gelek bi hêvî ne. Em wek jinên her tim hatine dûrxistin û di rêza duyemîn de hatine girtin, têkoşîna xwe heta dawî ye bidomînin.”

'Di şoreşê de mêr jî bihişmend bûn’

S.N diyar kir ku piştî serhildanên “Jin, Jiyan, Azadî” gelek mêr  hin zêdetir bihişmenbûnê û wiha axivî: “Di vê şoreşê de gelek mêr bi jinan re bûn. Ev mêran jî xwe wek qurbaniyên ramana baviksalarî dihesibînin. Mîna ji xewek giran şiyar bûne. Hewildan bibin xwedî fikrek hîn zêdetir vekirî tir. Hewl didin qetlîamên li lidî jinan tên kirin eşkere bikin. Gelek ji wan  ji bo azadiya jinê têkoşiyan, an mirin an jî di girtîgehê de ne. Di rojên ku em ji bo xwepêşandinan daketin kolanan piştgirî dan me û gotin 'Hicabeyên xwe bavêjin, em ji bo azadiya we li vir in' an jî ji bo em birîndar nebînin hewl dan me biparêzin."

'Şoreş dikare bi muzîkê were xemilandin’

S.N anî ziman ku ji bo şoreşê tenê têkoşîna çekdarî ne têrkêr e û divê ev şoreş bi mûzîk re jî bê xortkirin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “ Jinek ku enstrumanek digre destê xwe, dikare bi qanûnên Komara îslamî re şer bike û normên heyî binpê bike. Ev jin bi dengê xwe guhên baviksalarî ker dike. Ev jin jî şervanek in. Ev jin bi muzîka xwe dê ser bikevin. Bi şoreşê re hemû qad hatin vekirin. Niha ne dema xwe mijul kirinê ye. Divê em bi hemû hêza xwe derba dawî li rejîmê bixin û vê şoreşê bi ewlehî bigihînin armanca xwe.”