Şîdeta li ser zarokan êrîşkariyê diafirîne

Dîmenên cur bi cur ji ber tundiya ku di jiyanê de li ser zarokan pêk tê rûdidin. Şagirtek li hevalê xwe dide, yek her tiştê li ber xwe dişkîne, yek bi tena serê xwe ye, yek jî ji dibistanê ditirse. Em tenê şagirtan li pêşiya xwe dibînin lê cinewirê veşatî di hundirê wan de nabînin.

EMANÎ EL-MANÎ
Dîmeşq - Gelek cureyên tundiyê wekî lêdana bi destan, ling, tehdîd, heqaret û heqareta navlêkirinê, qetandina pirtûk û nîgaran, şikandina alavên dibistanê, berteka ji nişkave… Ev hemû ji ber tundiya ku zarok li malê û dibistanê dibînin çêdibin. Ji ber vê jî zarok bi pirsgirêkên derûnî, bê bawerî û depresyonê re rûbirû dijîn.
Di hevpeyvînek bi şêwermend û lêkolînera civakî Abîr Abas re me li ser tundî û êrîşkariya ku di navbera xwendekaran de derdikevin, nirxandin kir.
Ez di wê baweriyê de me ku şîdet û êrîşkariya xwendekaran ji dibistanê dest pê dike. Rêjeya êrîşkariyê di nava xwendekaran de destpêka sala xwendinê rû dide. Ji ber ku hin ji wan, ji xwendinê kêfxweş nabin. Lewre bi êrîşkarî alavên dibistanê dişkînin û li hevalên xwe diden." 
Ev tenê bi destpêkirina perwerdeyê re dernakevin. Gelek şêwazên tundiyê bi pêvajoya perwerdeyê re dest pê dikin. Dema ku mamoste di dersdayînê de ji ber cudahiya kesayetiya zarokan, lawazbûn û kêmasiyan, bertek nîşanî zarokan dide, ev yek di navbera xwendekaran de tundiyê bi xwe re tîne. "
Li ser bandora tundiya li dibistanê jî şêwirmenda civakî wiha dibêje: “Bandora birînên li ser bedenê ku rasterast nîşaneyên lêdanê ne, bi xwe re bandorên psîkolojîk, reftar û bandora neyînî li ser giyana şagirt çêdike. Mînak; ev zarok, bi xwe de dimîzin, di depresyonê de ne. Ev rewş jî dilşikestin û rewşên hwd. bi xwe re tîne." 
Her wiha em rola malbatan jî di vê rewşê de li ber çavan digrin. Bandora pirsgirêkên malbatî li ser tevgera xwendekaran, li dibistanê xwe nîşan dide. Zarok ji xwe re dibistanê wekî cihekî ku kela dilê xwe birjînin dibînin. Ji ber vê jî dema em rewşa hawirdorê, malbat û rêbazên perwerdeya hişk, her wiha bandorên pskolojîk jî li pêş çavan bigirin dê baştir bibe." 
Pirsgirêkên malbatî û tundiyê bi zarok û jinan re bi derketina nexweşiya Coronayê re zêdetir bûn. Mayîna li malê, nelihevkirin û pirsgirêkên ku ji ber kêmasiyên malbatê derdikevin bi xwe re di derûnûniya zarok de pirsgirêkan çêdikin. Bi xwezayî ev yek jî sîrayetî dibistanê dikin. Bandora derûnî ku bi xwe re tirs û fikar û hestên êrîşkarî çêdikin rewşê aloztir dikin." 
“Diyardeya ku şagirt ji dibistanê dûr dikeve pir zêde ye. Zarok ku di hêla civakî de lawaz be nikare hevkariyê bi heval, mamoste û heya bi xwe re bike. Ji bo vê jî di xwendinê de kêm e û dizane qezenc nake rev û dûrketina ji dibistanê dike hedef." 
Ji bo çareseriyê jî şêwirmenda civakî wiha diyar kir. Ji bo peydakirina jingeheke bi ewleh ji xwendekaran re em dixebitin. Bi erkdarkirina şêwermendiya derûnî ji bo vê yekê û dê di her dibistanê de rol bigire. Rûniştina piştgiriya bi xwendekar re di warê psîkolojîk û civakî de ji bo hestên xwe bi awayekî erênî di çalakiyên mîna werzîş, muzîk û hunerê de pratîze bike, her wiha bi malbatê re jî têkilî wê domdar be. Wêneyên nîşaneya dûrketina ji tundiyê û piştgiriya ruhê hevaltiyê, bi dîwarên dibistanê ve tên daliqandin. Armanc ew e ku wekhevî û hevkariya di navbera wan de bê rêxistinkirin. 
Di dema rûdana bûyerek tundîtûjiyê de yekser em pê re mijûl dibin, bi rêbazên hiş û zanistî nêz dibin. Ev jî bi fêrkirina şagirt ku çawa pirsgirêkên xwe çareser bike û hestên tundiyê yên veşartî bi riya xwendin, nivîsandina rêbazên civakî  mijûl bibe. Ji bo tevlêkirna wî/ê ya nav çalakiyên hunerî, muzîk û werzîşî û vegotina hestên veşartî ye.
Şêwermend û lêkolînera civakî Abîr Abas di dawiya axaftina xwe de bi çend mînakan wiha destnîşan dike: “Di nav van rewşan de min dît şagirtek refa yekem li hevalên xwe dide û pirtûkên wan diqetîne, ez pê re mijûl bûm. Sedama berteka wî malbat bû, dayika wî zext lê kiribû, ew hestên xwe yên veşartî bi hevkariyeke ji wî lawaztir nîşan dida. Helbet bi têkiliya bi malbatê û bandora vê rewşê li ser pêşerojê heye, me dikarî bi malbatê re çareser bikira.”
Merwa Îd ku yek ji wan dayikane  ku zarokên wê ji aliyê xwendekaran re rastî tundiyê hatine wiha got: “Komek ji xwendekaran her roj  li kurê min didin û alavên dibistanê û xwarina wî jê digrin. Her wiha li derve alîkariyê ji xizmên xwe yen mezin jî dixwazin" 
Li ser vê komê jî Merwa da diyarkirin ku ji ber kurê wê ne ji wê herêmê ye û devoka wî jî cuda ye loma wisa dikin û wiha domand: “Sedemek din jî lawaziya kurê min a di têkiliyên civakî  û aramiyê de ye lewre kurê min tirsonek xuya dike. Wan rojekê bi kursiyê li stûyê kurê min dan û wî çend rojan êş kişand, piştî gilîkirina rêveberiyê û vexwendina malbata wan, diyar bû ku ew zarok di malbatê de rastî  gelek şîdet û tundiyê tê. " 
Dayika (S. A) jî li ser rewşa kurê xwe wiha axivî: "Pirsgirêka kurê min bi cudabûna min ji bavê wî re dest pê kir, bû sedema tenêtî û bertekdayîna tundiya li hemberî heval û mamsteyên wî. Her wiha mamoste jî bi gotinên xirab ên hevalên wî ew fêrî êrîşê dikir. Vê jî bandor li ser xwendina wî û dûrketina wî ji dibistan kir. Her wiha ji min jî ji xwe dûr dikir ji ber ku ji dûrketina ji bav min sûcdar dikir. Ez bi rêveberiya dibistanê re axivîm û pola wî veguhest. Bi rastî mamoste jî pê re bû alîkar kurê min baş bû." 
Helbet ev pirsgirêk ne tenê li Dîmeşqê (Şam) diqewimin, li her deverê û herêmê rûdidin. Bi taybetî jî piştî şer û mercên zehmet ên ku civak neçarî jiyanê bû û zîhniyeta desthilatdariyê ku civakê perwerde dikir dibin sedema van yekan. Vejandina civakê di warê zanîn û hişmendiyeke rast û azad de dê pêşî li bertekên wiha û pirsgirêk bi vî rengî bigre.