Şîdeta devkî ya li dijî jinan li Idlibê bûye nexweşiyeke civakî

Heqaretên bi gotinên xirab bi gelemperî ji hêla gelek kesên di nava civaka Idlibê de, ji aliyê biçûk û mezinan ve tên dubarekirin. Ev gotin zordestiya zayendî ya li ser jinan asta kêm a civakî nîşan dide. Ji ber ku di çanda Ereban de ew têgînên namûsê temsîl dikin ku yekem referansa çandî ye ji bo mirovan

.
SUHÊR EL-IDLIBÎ
Idlib- Li Idlibê gotin û heqaret bi awayekî şîdeta devkî li ser jinan tê meşandin her wiha gotinên xirab li hrmberî jinan tên bikaranîn. Der barê vê mijarê de jina bi navê Semîra Xerûf a 35 salî, ji Seraqibê koçber bûye û li kampên sînorî yên Qah niştecih bûye got ku pir caran şîdeta devkî li ser jinan ji aliyê wan kesên li kampê dimînin ve tên bihîstin, dema ku nakokî di navbera wan de derdikeve, dest bi nifiran dikin tevî ku tu eleqeya wan bi pirsgirêkê re nîn e. 
Semîra Xerûf wiha dibêje: "Ez şerm dikim dema ku li dijî me jinan heqaret û şîdeta devkî bi vî rengî tê kirin û hewl didin qedir û qîmeta me tê biçûk bikin. Bi gotinên zayendî hewl didin aliyê me yê zayendî wekî şermê nîşan bidin."
Jinên Idlibê ji aliyê mêran ve rastî heqaretê tên
Hasna El-Werd a 25 salî, diyar dike ku ji aliyê hevjînê xwe ve rastî heqaret tê û wiha  dibêje: "Hevjînê min şîdeta devkî li ser min û jinên malbata min dide meşandin, ev yek jî zexteke derûnî ya mezin li ser min çêdike ez nikarim tehemul bikim."
Pir gotinên xirab û bi heqaret ji bo jinan tên gotin bêyî ferq û cudahiya temen an jî cudahiya asta zanistê, mêr bi şêwazê şîdeta devkî dixwazin ji jinan re bibêjin ku çiqas zana bin yan jî çiqas di astên bilind de xwendibin jî ew kêm in.
Ew şîdeta devkî ya ku jinên din rast tên, wekî marê mezin bi nav dike ku bi awayekî bêserûber jehra xwe dixe dilê her jinê û diyar dike ku tu carî jin ji bin bandora wê dernakevin. 
Pispora civakî Henan El-Ebreş a 39 salî dibêje ku tundiya li ser jinan gelek rêbazên xwe hene, belkî ya herî dijwar şîdeta devkî ye ji ber ku bandorek mezin li ser derûniya jinan dike her wiha  jin di civakên me de gelek caran rastî tundiya zilaman tê.
Ew di wê baweriyê de ye ku tişta bûye sedema belavbûna vê cureya tundûtûjiyê, ji ber mîrata civakî û şêwazên dê û bavan ji zarokan re ye ku nikaribûn bi awayekî rêkûpêk bi jinan re danûstandinê bikin. Lewre malbatan qedr û qîmet nîşanî jinan nedane û her gav gotinên nexweş ji wan re gotine. 
Henan El-Ebreş teqez dike ku rola medyayê jî di bihêzkirina van têgehan de heye, her tim jinan weke lawaz û bindestên mêr û serdestiya wî nîşan daye.
Şîdet ji sedî 70 jinan bi bandor dike
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî şîdeta li dijî jinan diyardeyeke cîhanî ye, li ser zêdetirî ji sedî 70 jinan bandorê çêdike.
Neteweyên Yekbûyî şîdeta li dijî jinan weke her kiryareke tundûtûjiyê ku ji aliyê zayendî ve tê kirin û dibe sedema zerar û azaran, çi di warê fîzîkî, zayendî û derûnî de, pênase dike. Ew piştrast dike ku ev diyarde serpêhatiyek cîhanî ye ku civakan tehdîd dike û di gelek waran de pêşketinê asteng dike û têkoşîna li dijî wê yekgirtin û hewldana bi hev re hewce dike.