Şervanên jin li Minbicê roleke mezin di parastina bajêr de dilîzin

Şervanên jin ên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ji bo rûbirûbûna êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser herêmê, li eniyên şer cihê xwe digrin û roleke mezin di parastina bajêr de dilîzin.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic - Di demekê de ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin êrîşên Tirkiyeyê de ne, şervanên jin ên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li eniyên şer bi cih bûne.

Ji 19’ê Mijdarê ve dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji Til Rifetê heta Dêrikê zêde kirine û gefa operasyona bejayî dixwe û bajarê Minbicê jî di nav wan bajaran de ye.

‘Em ê rê nedin Minbic careke din were dagirkirin’

Seroka Meclisa Leşkerî ya Minbicê Sebah Îbrahîm bal kişand ser rola pêşeng û şervanên jin ên di nava refên Meclisa Leşkerî di parastina bajêr de ji her êrîşa dewleta Tirk û wiha got: “Em amade ne ku parastina xaka xwe bikin ji bo ku senaryoya dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî careke din neyê dubarakirin. Tehdîdên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne nû ne. Ev gef û binpêkirin bi hinceta parastina ewlekariya neteweyî ya Tirkiyeyê ne lê divê dewleta Tirk ewlekariya xwe di nava sînorên xwe de biparêze, ne bi êrîşkirina ser axa kesên din.”

Sebah Îbrahîm got ku ku gelo mimkun e bajarê ku xelkên wan koçber bûne û niha di kampan de dijîn wek bajarên ewle bi nav bikin û wiha pê de çû: “Gelo niha Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi ewle ne? Tişta ku li herêmên dagirkirî diqewime, mînakeke berbiçav e li ber çavên me. Xelkê wan bajaran bi darê zorê koçber bûne, yên mane jî rastî revandin û kuştinê tên û di rewşeke xerab de dijîn. Tirkiye hewl dide bajarê Minbicê dagir bike lê xelkê bajêr rê nadin wê yekê. Em bi tevahî amade ne ku her êrîşa Tirkiyeyê bişkînin û pêşî li dubarebûna wê senaryoyê bigrin.”

‘Jin di refên herî pêş de bajar diparêzin’

Sebah Îbrahîm teqezî li ser amadebûna tevahî şervan û Meclisa Minbicê ji bo parastina bajêr kir û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Perwerdeya me berdewam dike û şervanên jin li eniyên şer bi cih dibin da ku rola xwe ji bo parastina civaka xwe bilîzin. Bajarê Minbicê dema ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat dagirkirin, bi salan di nava tarîtiyê de ma. Xelkê bajarê Minbicê cara yekemîn e ku bajarê Minbicê birêve dibin lewma divê li gorî ezmûnên ku di salên krîza Sûriyeyê de tê de derbas bûne xwe biparêzin. Yên ku herî zêde ji çeteyên DAIŞ’ê zirar dîtin jin bûn. Jin ji bo parastina destkeftiyên ku bi saya şehîdan çêbûne, di refên herî pêş ên parêzvanên vê xakê de ne.”