Şervanên jin ên Meclisa Leşkerî ya Minbicê axa xwe diparêzin

Di nava hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê de, gelek çîrokên jinan ên ji pêkhate û zimanên cuda, bi armanca hevpar a rizgarkirina jinan ji zîhniyeta civakê û parastina xakê ji êrîş û komployan hatin berhevkirin.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM
Minbic- Piştî rizgarkirina bajarê Minbicê di 15'ê tebaxa 2016'an de foca şehîd Rojbîn Ereb hat avakirin, ev foc di nava xwe de şervanên jin ên ji pêkhateyên cuda yên ku bi  êş û armancên hevpar hatine cem hev dihewîne û ev foc bûye weke hewldaneke ji bo xwe bigihîjînin wekheviya zayendî ya rast û herêmên ji aliyê Tirkiyêyê ve hatine dagirkirin rizgar bikin.
"Karakterê ku min bi dest xist baweriya bavê min guherand"
Şervana di nava foca (Bendên kontrolê) şehîd Rojbîn Ereb y bi navê Wirûd  El-Alî ji pêkhateya Ereb e, di Tîrmeha 2021'ê de tevli nava refên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bûye wiha behsa destpêka tevlibûna xwe ya leşkerî dike: "Xwişka min a mezin di nava refên Meclisa Leşkerî ya Minbicê de cih digre û ez bi kesayeta wê ya xurt a ku piştî tevlibûna xwe bi dest xistibû bi bandor bûm û di kesayeta min û birayê min de cesaretek da avakirin ku em biryara tevlibûnê bidin."
Der barê sedema ku bûye sedem tevli qada leşkerî bibe de jî Wirûd El-Alî wiha got: "Fikrên azad ên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, di warê parastina jin û civakê de cih dide ku jin rola xwe bilîzin her wiha hezkirina kesayeta têkoşerên ku ji aliyê fikrî ve ji qirêjiyên zîhniyeta civakê hatine rizgarkirin. Ev hemû bûn sedem ku ez di nava qada leşkerî de cih bigrim û bi wan re di nava têkoşîna azadiyê de bim."
Li bajarê Minbicê gelek têgînên civakê hatine guhertin, di nav de jî tevlibûna jinan a qada leşkerî lê hê jî hin deng hene ku vê guherînê ji pirsgirêk û mafên jinan re red dikin û hilgirtina çekan hê jî ji aliyê beşeke mezin a civakê ve ji bo mêran guncavtir tê dîtin. Têkildarî vê mijarê Wirûd  El-Alî wiha bi lêv dike: "Malbata min beşek ji civakê ye û qebûl nedikir ku jin çekan bigrin loma jî li benda zewicandina keçên xwe bû ji ber ku malbat zewacê ji bo jinan weke yekser dibînin lê xwişka min alîkariya me kir ku em jiyana din nas bikin û wê dikaribû vê zîhniyetê ji nav malbata min rake, xwişka min a şervan bi kesayeta xwe û nêrînên xwe yên ji bo rastiya jin, edalet û wekheviyê bandorek pir mezin li ser malbata min ava kir û rê li pêşiya me vekir ku em jî biryara tevlibûnê bidin." 
Wirûd wiha li gotinên xwe zêde kir: "Niha jî bavê min piştgiriya me dike û ji me re dibêje dest ji têkoşîna xwe bernedin û difikire ku tevli nava refên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bibe, ev yek piştî ku bi fikrên demokratîk ên vê hêzê bi bandor bû pê re çêbû."
Şervan Meclisa Leşkerî ya Minbicê Wirûd El-Alî ji bo civakek bê tundûtûjî ku jin tê de wekheviya tam bi dest bixin û di hemû waran de cihê xwe di nava kar de bigrin wiha got: "Yek ji armanca min ew e ku ez alîkariya her jina ji aliyê mêran ve hatiye kolekirin û ji astengiyên civakê rizgar bikim, ji ber ku jin dikarin gelek karên xwe bi îradeya xwe bikin û heta ez sax bim ez ê riya têkoşîna xwe bidomînim."
"Bi riya têkoşîna xwe me rewşa jinan dît"
Şervan Xedîce Xelîl ku ji pêkhateya Tirkmen e, diyar kir ku beriya du mehan tevli Meclisa Leşkerî ya Minbicê bûye û wiha pê de çû: "Jin her tim rastî neheqiyê tên lê rastiya jiyana jinên şervan ji rastiya jiyana jinên ku di civakê de dijîn cudatir e. Civak guh nade jinan û tu qîmetê nade hebûna wan û her tim rastî tundiye tên, lê di foca de jin tevahî mafên xwe û azadiya xwe bi dest dixin."
Xedîce anî ziman ku ew di 17 saliya xwe de zewiciye û dayika 3 keç û du kuran e lê ji ber ku ji aliyê hevjînê xwe ve rastî tundiyê dihat beryara hevberdanê daye û wiha berdewam kir: "Ez bêhêvî bibûm ji vê jiyanê û her tişt li ber çavên min tarî dibû, heta ku ez ketim qada leşkerî min aliyê geş ê jiyanê dît. Ez ji gelek mafên xwe bêpar mabûm, ji ber vê yekê dema min bihîst ku jinên şervan xwedî maf in û ev qad riya bidestxistina azadiya jinan e, bê dudilî ketim nava vê qadê. Zarokên min piştgirî dan biryara min, ji ber ku ew bûbûn şahidên neheqiya min ji destên bavê wan kişandibû."
Xedîce da zanîn ku di foca Şehîd Rojbîn Ereb de şervanên ji pêkhateyên cuda hene û wiha pêl da axaftina xwe: "Ya ku jinên ji pêkhateyên cuda Kurd, Ereb, Çerkez, Tirkmen û ji herêmên derveyî Minbicê anîne cem hev, êşa hevpar a di navbera wan de ye. Ji ber ku êşan em gihîştandin hev, em hev hîs dikin û wek heval xwe berpirsyarên hev dibînin. Ji ber ku em ji bo armanceke hevbeş dixebitin ku ew jî azadkirina civakê û parastina wê ji hemû êrîşên li dijî wê ye. Her wiha em têdikoşin ku jin bi tevahî azad bijîn, em ê bixebitin da ku qirêjiyên baviksalarî yên di zîhniyeta civakê de hene ji holê rabikin. Çalakiyek me ya civakî heye, em serdana malbatan dikin da ku fikr û mafên jinan bidin nasîn."
Xedîce bêdengiya jinan a li hemberî tundiya ku li wan tê kirin şermezar kir û wiha got: "Divê jin şîdetê qebûl nekin û teslîm nebin, ji bo ji vê neheqiyê xilas bibin gelek rê hene."
Armanca hevbeş hişt ku jinên ji pêkhateyên cuda bi hev re têbikoşin
Şervan Tesnîm Yaqûb a ji pêkhateya Çerkez ku beriya 4 mehan tevli nava refên Meclisa Leşkerî bibû wiha axivî: "Malbata min ji azadî û mafên jinan agahdar e lewre piştî israra min û pêşniyara min a dubare ya tevlibûnê, ew razî bûn ku tevli qada leşkerî bibim, tevî ku ez di nav birayên xwe de keça tenê me. Min gelek tişt li ser jiyana şervanên jin bihîstin û hevalên min ên şervan hebûn û vê yekê ez teşwîq kirim ku tevli bibim. Tiştê ku bala min kişand û min jê hez kir, ruhê hevrêtiya di nava şervanan de bû."
Tesnîm bal kişand ser çandên cuda yên bajarê Minbicê ku bi awayekî erênî li Meclisa Leşkerî ya Minbicê derketine holê û wiha anî ziman: "Bajarê Minbicê bi cihêrengiya pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb, Çerkez û Tirkmen tê cudakirin û foca Şehîd Rojbîn Ereb jî mîkrokozama wê ye ku her çar pêkhate tê de hene û em hemû berpirsyarê parastina gelên bajêr in."
Tesnîm got ku her çend civaka Çerkez red nake ku jinên wan tevli qada leşkerî bibin jî kêm jin tevli dibin û wiha pê de çû: "Mirov dikare bibêje ku tevlibûna min a qada leşkerî yek ji bûyerên kêm e di civaka Çerkez de. Ji bo jin bigihîjin azadiya xwe em hemû li gorî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ku di hemû parzemînên xwe de behsa azadiya jinan û riyên gihîştina wê dike û qada leşkerî jî yek ji van riyan e."
Ji bo ji jinên bajarê xwe re bibe mînak ev rê hilbijart
Şervan Adar Cûdî ya ji bajarê Babê ku beriya sal û nîvekê tevli hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bûye, behsa binpêkirinên li bajarê Babê li ser jinan kir û wiha got: "Bajarê Babê jî wek bajarên din rastî zilm û zordariya çeteyên DAIŞ’ê hat û niha jî rastî zilm û zordariya çeteyên Mertalên Feratê ku yek ji amûrên Tirkiye li Sûriyeyê ne. Ez pir ji kesayetên şervanên jin bi bandor bûm ji ber vê yekê tevli qada leşkerî bûm. Ez bawer im ku jinên bajarê min jî dê ji kesayetiya min bi bandor bibin, ji ber ku piştî ez ketim vê qadê kesayeta min pir hat guhertin."
Adar da zanîn ku civaka wan a bajarê Babê di warê mafên jinan de girtî ye û wiha domand: "Jin ne xwedî nêrîn in di civaka me de lê piştî ez tevli bûm, ji ber ku min armancên xwe û rastiya jinan di civakê de nas kir, ez gelekî hatim guhertin. Vê qadê asoyên li pêşiya min û hemû jinan vekir ku rola jinan aktîf bikin û rastiya xwe di civakê de nîşan bidin û jin jî di encamê de sûd ji vê qada ku ji wan re hatiye dayîn, ji bo pêşxistina xwe û hînbûna maf û erkên xwe di civakê de digrin."
"Rûmeta jinan bi fikir û çeka ku civaka xwe pê diparêze ye"
Adar teqez kir ku tevî êş û azarên gelê Babê yên di bin nîrê dagirkeriyê de, hê jî hêviyek ji bo rizgarkirina bajêr heye û wiha axivî: "Em hêvîdar in ku bajarê xwe azad bikin da ku jinên Babê bi hejmareke mezintir beşdarî qada leşkerî bibin û rastiya xwe ya jiyanê biguherînin. Ji dema ku em çavên xwe li jiyanê vedikin ve, tehekum li ser me û bedena me tê kirin, ji ber vê yekê ji keçên ciwan tê xwestin ku serê xwe bigrin û cilên ku hemû bedena wan vedişêre li xwe bikin, di wê baweriyê de ku ev yek rûmeta jinan diparêze. Namûs çi ye? Bêguman ne bedena jinan e, namûsa jinan ne di bedena wan de ye, di fikir, kesayet û hêza wan a parastina xaka wan de ye, ji vî alî ve min ev biryar da ku rûmeta xwe ya axa min e biparêzim."
Adar got ku ew hewl dide ji jinan re bibe mînak û dawî li van binpêkirinên li ser jinan bînin ji ber ku jin di wê baweriyê de ne ku çarenûsa wan koletî ye û nizanin ku dikarin biguherînin û wiha pê de çû: “Weke şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê armanca me azadkirina jinan ji koletî û azadkirina ramanên civakê ye, destpêkê jin kesayeta xwe azad dikin û piştre dest bi azadkirina civaka xwe dikin. Armanca min a duyemîn rizgarkirina bajarê xwe ji dagirkeriya dewleta tirk, rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî û bidawîkirina şaneyên razayî ye." 
Adar eşkere kir ku mebesta wê ne tenê rizgariya erdnîgarî ye, azadiya rewşenbîrî ye jî û wiha berdewam kir: "Dema jin bi kesayet û îradeya xwe bawer bin dikarin gelek tiştan bikin û jinan ev yek îsbat kiriye, cîhanê bi îrade û ramana jinan herêmên me nas kiriye û her kes hêza jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas dike. Berê civakê wisa dihesiband ku jin nikarin qenînak gazê hilgirin lê îro her curê çekan hildigirin û baş bi kar tînin."
Adar bi van gotinan axafitina xwe bi dawî kir: "Em hewl didin jin bi hêz û şiyanên xwe çi di civakê de û çi di qadeke din de bihizirin û divê her jin li dijî neyîniyên kesayet û ramana xwe serî hilde û ber bi başbûnê ve biguherîne, rol û îradeya xwe di civakê de diyar bike û em jî hêvîdar in ku aştî û aramî li herêmên me pêk werin."