Şertên ne guncav zehmetiyên ku jinên nexweş dikşînin zêdetir dike

Li Idlibê bi dehan jinên ku nexweşiya wan a roviyan heye, ji ber nebûna derfetan di warê madî û derûnî de rastî zehmetiyên dijwar tên.

HEDÎL EL-OMER

Idlib – Jinên li Idlibê yên nexweşiya wan a roviyan hene, bi taybetî ji ber ku ji bo wan xurekên alternatîf li heremê nîne, saziyên alikariyên mirovî û rayedarên berpirs ji bo dermankirina wan tu alîkarî nadin wan gelek zehmetiyên jiyanî re rû bi rû dimînin.

Rinda Zêdan a 28 salî ya ji bakurê Idlibê ji bajaroka Atma ye û neçarî koçberiyê hatiye hiştin, hewl dide bikaribe bi nexweşiya alerjiya genimê re bijî û pêwistiya wê bi diyetek ku ji tiştên bi genim û cureyên wê pêk nayê, heye. Alerjiya genimê, di rewşa xwarina genim an jî cureyek genimê de weke nexweşî û zirara ku di roviyan de çêdibe tê pênasekirin. Randa Zaidan a ciwan hin teşhisên ku vê nexweşiyê nîşan dida jiya û piştî tehlîlên pêwist ev teşhîs hat dayîn.

Rinda Zêdan destnîşan dike ku bi taybetî nexweşên bi vê rengê li cihek mîna Idlibê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ve hatiye dagirkirin ji ciheke guncav a jiyanê bêpar dimînin, ev jî dihêle ku nexweşiya wan girantir bibe û ew zehmetiyên mezintir bikşînin. Randa da zanîn ku ji ber ew nikare gelek xwarinan bixwe ew di diyeta xwe ya pêwist de rastî gelek zehmetiyan tê, diyeta wê tenê bi hîn kêm cureyan re sînordar dimîne û ev jî di sînorek teng de pêk tê û anî ser ziman ku ji ber ew nikare diyeta pêwist pêk bîne di aliyê derûnî de gelek pirsgirêk û nexweşiyên wê yên derûnî derketine holê. 

Pêydakirina xurekên alternatîf ji bo wan pirsgirêk e

Rîma El-Hisên a nexweşa roviyan a piştî ku ji aliyê dewleta tirk ve hat dersînorkirin li cihê ku çû ji ber nebesiya xorekên pêwist ên ji bo tenduristiya xwe pirsgirêka diyetê dijî. Ji bo Rîmayê 5 sal berê teşhîsa alerjiya genimê hat dayîn, lê ji ber ku beriya bê dersînorkirin dikaribû xurekên alternatîf pêyde bike zehmetiyan jiyan nekir. Nêzî dû meh berê dewleta Tirk dema ku ew diçûn Antakyayê bi hinceta ku destûra wan a çûyînê nîne, tevî hevser û çar zarokên wê wan dersînor kir û niha neçar in ku li kampên Idlibê bijîn.

Rudeyna El-Selîm a 26 salî ya li kampên Idlibê dijî û ew jî neçarî koçberiyê bûye dema ku dû zarokên wê bi nexweşiya alerjiya genim ketin rewşa wê nebaş bû, ji ber wê di dermankirina wan de rastî pirsgirêk û zehmetiyan hatin. Ew destnîşan dike ku alerjiya genimê ji malbata hevserê wê bi awayekê genetîk derbasî zarokên wê bûye û bi lêkolîneke pê digihe ku divê ew ji bo zarokên xwe diyetek mayînde pêk bîne. Rudaina destnîşan kir ku ew ji bo ji du lawên xwe re arê reş peyda bike pêwistiya wê bi 350 hezarî heye, lê dema ku vê yekê bi dahata hevjînê wê yê di çandiniyê de kar dike tîne gel hev gelek zêde ye ji bo wan.  Rudaina da zanîn ku beriya vê bi demekê kin lawê wê yê biçûk şopên pêşketina nexweşiyê nîşan daye, ji ber ku bi çûyîna wan a dibistanê lawên wê ji venêrîna wê derdikeve xeteriya xirabkirina diyetê heye.

Ji ber nebûna derfetan gelek jin zahmetiyên derûnî û fîzîkî dijîn

Bijîjk Esma  El-Rehmon destnîşan kir ku bi taybetî ji ber bê eleqedarbûnê û ji ber nebûna nêvengek ji bo kesên ku ev nexweşiya wan heye li Idlibê bi vê nexweşiyê re jiyankirin zehmet e. Ji ber nebûna alikariya pêwist, derfetên guncav ên mirovî kesên bi vê nexweşiyê re rû bi rû ne rastî zehmetiyên mezin tên û nexweşî li wan giran dibe.

Asma El-Rehman da zanîn ku li Idlibê nexweşiyên rovî yên mîna alerjiya genim bi dehan jinan re heye û gelek ji wan ji ber nebûna derfetên aborî him di warê fîzîkî him jî di warê derûnî de êşên mezin dijîn û bal lê kişand ku bi pereyek kêm firotina xurekên alternatîf ên li hemberî vê nexweşiyê ev rewş dikare bê derbaskirin û derfetên kesên enxweş dikare bê başkirin.