Şerê li Xezayê zewaca zarokan zêde dike

Ji ber şerê dijwar û koçberiyê, êşa gelek keçan di çîrokên zewaca di temenê biçûk de tê xuyakirin. Zarokatiya wan û mafê wan ê perwerdê, ji wan distîne.

REFÎF ISLÎM

Xeza – Ji dema şerê li Şerîda Xezayê destpê kir û piştre, di nava civakê de diyardeya zewaca keçên ku temenê wan di bin 18 salî de ye, belav bû. Sedema belavbûna vê diyardeyê jî, ji aliyekî ve  ji ber barên aborî yên ku ji ber rewşa şer li ser malbatan hatine ferzkirin û ji aliyê din ve nebûna çavdêrî û navendên mafên mirovan û jinan e. Navendên ku berê sponsorî ji van koman re dikirin, piştgirî didan wan û parastin hewce ji wan re peyda dikirin.

Gava ku hat zewicandin 17 salî bû

Ş.A yek ji keçên ku di temenek biçûk de zewicî ye. Ş.A çîroka xwe wiha vedibêje: “Dema ku yekem car ji min re pêşniyara zewacê hat kirin, temenê min 16 salî bû û min ev pêşniyar red kir. Hê bavê min sax bû. Lê dema ku temenê min bû 17 salî, bavê min mir. Birayê min ez ji dibistanê derxistim û bi zorê hatim zewicandin. Bi vî awayî, birayê min xeyala min a domandina xwendinê têk bir. Ez gelek caran li ser rêyek hêsan fikirîm çawa mirov dikare bimre. Min hewl da ku ez xwe ji rewşa xwe xilas bikim, lê birayê min bi heqaret û dijûnan bi ser min de hat û ez bêdeng mam.”

‘Vegerim ba malbata xwe ewê min bidin zilamê 60 salî’

Ş.A., diyar kir ku îro jî ez li beramber lêdan, dijûn û heqaretên hevjînê xwe bêdeng dimîne û wiha domand: “Ji ber lêdanê, li ser laşê min rêç hene. Her çiqas ew soz dide ku destê xwe li min raneke û li min nede jî, dîsa vedigere rewşa xwe ya berê û êşa min li min vedigere. Ez niha ew di navbera du rêyên dijwar û zehmet de mame. Yan ezê zilma hevjînê xwe qebûl bikim, an jî ez ê vegerim ba malbata xwe. Ew jî dê min bi zilamê pêşîn ê ku bê min bixwaze re, bidin zewicandin. Her çiqas ev kes 60 salî be jî.”

Axaftina Ş. mîna mucîzeyek e

Ş.A. karîbû li dijî hevjîn û hewîrdorê serî hilde û lîseyê temam bike, lê zanîngeh di çavên wê de wek xewnek diçirisî ma. Çavên wê, tije rondik bûn dema ku piştî behskirina wan hûrguliyan ku hin ji wan di dema qeydkirinê de ji tirsa malbat û hevjînê xwe veşartibûn, kir. Ş.A. lava kir ku nasnameya wê neyê eşkerekirin. Ş.A. Got ku “Dema ku ez diçim serdana malbata xwe, ew li cem min dimîne û li kêleka min rûdine da ku piştrast bike ku ez ê li ber diya xwe li ser ti hûrguliyan neaxivim. Axaftina min a îro, bi taybetî mîna mucîzeyek e.”

Diyardeyeke mîratî ye ku bi şer re vediger

Psîkologek li klînîka zagonî ya Navenda Karûbarên Jinan Hedîl Abêd destnîşan dike ku zewaca di temenek biçûk de, diyardeyeke kevn û mîratî ye dibe ku winda bibûya. Hedîl ragihand ku lê dema şer dijwartir bû ev diyarde dîsa vegeriyaye. Hedîl diyar kir ku sedema vegera vê diyardeyê, ji ber kêmbûna asta perwerdehî, çandî û ehlaqî ya di nava civakê de ye. Her wiha tirsa xwediyê malê ya ji bûyerên wek destdirêjiya li hember keçan, nemaze yên ciwan e.

Yan wê bibe jina malekê yan jî dayîk, di nava civakê de

Hedîl da zanîn ku bêaramiya cih jî zextek li ser berpirsyariyên hin malbatan çêkiriye û wiha vegot: “Ji ber rewşa aborî ya xirab û têkçûna sektora perwerdeyê, hinek malbat keçên xwe dizewicînin da ku ji barê lênêrîna wan xilas bibin, çi ji hêla hejmar ve çi jî ji hêla zexta darayî ve. Wêrankirina dibistanên li Şerîda Xezayê, sedemek sereke ye ji bo zewicandina wan a zû. Ji ber ku keç berê zewacê paşve dixistin da ku perwerdehiya xwe temam bikin û rola xwe ya xwendekariyê bicih bînin. Lê bi windakirina vê rolê re, malbat bawer bûne ku rola sereke ya keçan ew e ku yan wê bibe jina malekê yan jî dayîk, di nava civakê de.”

‘Biryara dûrxistinê’

Hedîl diyar kir ku derdikeve holê ku gelek keç zewaca zû wek berpirsyarî û rolên civakî yên ku ew niha nikarin pêk bînin dibînin, ji ber vê yekê naxwazin bizewicin. Hedîl nirxandinên xwe wiha domand: “Dema ku malbat zextê li wan dike, ew serî li xwekuştinê didin. Ji ber vê yekê, îro em di nav keçên ciwan ên ku bi zorê hatine zewicandin de, rastî zêdetirî sed bûyerên xwekuştinê hatin. Hizirandina jinên ciwan di vî temenê pir dijminane ne û serhildêr e de ev e: Dema ku ev tişt li wê tê ferzkirin, ew bi redkirin an xwekuştinê bersiv dide. Girîng e ku dema keçik dighîje wê qonaxê, bi wê re biaxive da ku ew xwe wekî barekî li ser civakê hîs neke û li ser dûrxistina xwe ji cihê bûyerê nefikire.”

Gelo ew gihîştine temenek ku ew dikarin berpirsyariyê hilgirin?

Hedîl Abêd tekez kir ku 400 belgeyên zewacê, ji bo jinên ciwan ku temenê wan di bin 15 salî de wek agahiyeke normal û derbasbûyî nayên hesibandin û wiha pê de çû: “Ev hejmar dihêle ku keçên ku zarokatiya xwe dijîn û yên din ên ku jê bêpar mane bidin ber hev û pirsek derdixe holê ku nayê sivikkirin: Gelo ew gihîştine temenek ku ew dikarin berpirsyariyê hilgirin?

Pêwîst e malbat derbarê zewaca temen biçûk de bên hişyarkirin’

Ev keç, ji bilî pêşxistina perwerdehiyê û pergalên parastina alternatîf, hewceyî piştgiriya aborî û bihêzkirina hişî ne. Bi rêya pêşxistina jêhatiyên xwe, ji bilî pêşxistina pergalên perwerdehiyê û parastina alternatîf. Ji ber ku ew rastî zexta psîkolojîk tên. Divê xebat were kirin da ku dêûbavan li ser xetera zewaca zû û bandora wê ya di hemû aliyan de, tevî yên psîkolojîk, hişyar bikin. Her wiha divê di civakê de li ser girîngiya perwerdekirina keçan û avakirina navendên ku van rewşan digirin dest, hişyar bikin.”