Şer tedawiya Meryema Xezayî nîvco hişt: Têkoşîna bi lingek tenê
Meryem Ebd Rebeh a ku di şer de lîngekî xwe û bavê xwe winda kir, niha jî di bin siya ambargoya dermanan de li hember pençeşêrê şer dike. Çîroka keçeke ku di navbera êş, windahî û hêviyê de asê maye.
NEXEM KERACÊ
Xeza – Birîna lîngê wê ne dawiya çîrokê bû, destpêka rêzefîlmeke dirêj ji ceribandinên dijwar bû ku li pey hev hatin serê keça ciwan Meryem Ebd Rebeh a 24 salî. Meryem xwe di rûbirûbûna nexweşiya pençeşêrê, piştre şer, koçberî û paşê jî windakirina bavê xwe de dît. Di dawiyê de jî ji derman û çavdêriya bijîşkî bêpar ma. Di navbera van qonaxên giran de, ew hîn jî dest bi xewnek hêsan dike: Ku bighîje nexweşxaneya ku beriya destpêkirina şerê 7’ê Cotmeha 2023’an lê dihat dermankirin, da ku mafê xwe yê jiyaneke birûmet paşve bigre.
Di sala 2021’an de, rêwîtiya Meryem Ebd Rebeh ya bi pençeşêrê re dest pê kir, piştî ku nexweşiyê da lîngê wê. Bijîşkan jê re got ku bijardeyên li ber destê wan li benda paşxistinê nînin; an divê lîng bê birîn, an jî nexweşî dê li tevahiya laşê wê belav bibe. Biryar pir bi êş û giran bû, lê tenê riya ku dikaribû jiyana wê rizgar bike ew bû.
Wê demê, wê sewqkirina bijîşkî (rapora dermankirinê) ji bo nexweşxaneyek li Şerîaya Rojava bi dest xist û li wir lîngê wê bi emeliyatek hat birîn. Piştre vegeriya Şerîda/zîvala Xezeyê da ku qonaxa başbûnê temam bike. Rêwîtiya wê ya bijîşkî li wir bi dawî nebû. Ji ber ku ji bo şopandina rewşa xwe ya tenduristiyê û ji bo piştrastkirina ku nexweşî venegeriyaye, her 6 mehan carekê hewceyî kontrola demkî li nexweşxaneyeke bajarê Nablusê hebû.
Qonaxa têkoşîn û serkeftinê
Tevî êşa fîzîkî, wê red kir ku nexweşî paşeroja wê jê bistîne. Wê ezmûnên amadehî li ser nivînê nexweşxaneyê û di dema wergirtina dozên kemoterapiyê de da, her wiha dest bi mafê xwe yê xwendinê kir heya ku bi pileyeke bilind serketî bû. Bi vî rengî qonaxeke nû ya zanîngehê dest pê kir ku sernavê wê yê din “têkoşîn” bû.
Meryem wan rojan wiha tîne ziman: “Ez bawer dikim ku nexweşî dikare parçeyek ji laşê min bistîne, lê nikare xewna min ji nav bibe. Min di navbera dozên dermanan de dersên xwe dubare dikirin û her gava ku min hîs dikir ku westandin ji min pêşdetir e, min xwe dida ber hêviyê.”
Di wê qonaxê de, bavê wê hevalê rêwîtiya wê ya rojane bû û di hemû hûrgiliyên jiyanê de destê wê yê palpişt bû; kursiya wê ya bi teker diajot, pê re diçû zanîngehê, zehmetiya çûnûhatinê li ser milê xwe radikir û di her kontrola bijîşkî de li kêleka wê disekinî. Heya ku hebûna wî ji bo wê, bû parçeyek ji şiyana berdewamkirina jiyanê.
Rêwîtiya koçberiyê
Lê di 7’ê Cotmeha 2023’an de, jiyana Meryem Eb Rebeh bi destpêkirina şerê li ser Xezayê re careke din guherî. Ew neçar ma ku di bin bombebaran û gulebaranê de bi darê zorê ji mala xwe ya li kampa “Cebalyayê” koçber bibe, da ku di rêyên wêranbûyî yên di bin kavilan de derbas bibe. Di heman demê de hewl dida bi kursiyeke bi teker a ku êdî ji bo karanînê nedihat sererastkirin, di ser xirbeyan re derbas bibe. Di dema rêwîtiya koçberiyê de, kursiya ku ew pê ve girêdayî bû ji ber meşîna li ser rêyên rûxandî xirab bû. Her wiha ew neçar ma ku bi lez ji mala xwe derkeve û lîngê xwe yê çêkirî (protez) li dû xwe bihêle, yê ku ji ber zehmetiya hînbûnê tenê çar caran karibûbû bi kar bîne. Heta her du darikên ku xwe dispartê jî ji ber pirbûna bikaranînê, ji binî ve zirar dîtin û bi derbasbûna demê re çûnûhatin dijwartir bû. Meryem wan kêliyan wiha rave dike: “Her tiştê min hebû min li dû xwe hişt, ez ne li ser lîngê çêkirî û ne jî li ser tiştekî din fikirîm. Tenê xema min ew bû ku ez bi malbata xwe re rizgar bibim, lê dema ku min fehm kir ku min hemû amûrên tevgerê winda kirine, min hîs kir ku ez ji her demê bêtir bêçare me.”
Şer ji bo wê, karesata herî bi êş veşartibû
Bi berdewambûna şer re, geştên wê yên dermankirinê yên ji bo Şerîaya Rojava sekinîn û şopandina bijîşkî ya ku ji bo rewşa wê ya tenduristiyê wekî ewlehiyê bû qut bû. Ev bû sedem ku ew di nav fikarên berdewam de bijî ku dibe nexweşî vegere bêyî ku ew bikaribe tehlîlên pêwîst bike. Tevî giraniya şert û mercan, bavê wê her dem hewl dida ku barê wê sivik bike û jê re piştrast dikir ku ev keser jî dê derbas bibe mîna ku wê qeyrana nexweşiya pençeşêrê derbas kiribû. Lê şer ji bo wê, karesata herî bi êş veşartibû.
Di nîvê sala 2024’an de, bavê wê piştî ku serma dijwar bû, vegeriya mala malbatê ya li kampa “Cebalyayê” da ku hin cil û bergên zivistanê bîne. Lê belê, balefirên artêşa Îsraîlê ew di dema hebûna wî ya li wê deverê de kirin armanc û di cih de hat kuştin. Wî li dû xwe hevsera xwe û pênc keç hiştin ku bi tenê rûbirûyê jiyanê bimînin.
Tevî hemû zehmetiyan girêdana bi hêviyê re
Piştî mirina bavê Meryem, hûrgiliyên jiyana rojane hîn tevlihevtir bûn. Êdî kes nemabû ku alîkariya wê bike bi taybetî jî di çûnûhatinê de an bighîje navendên tenduristiyê. Di heman demê de kursiya wê ya bi teker a kevnar li şûna ku êşa wê sivik bike, azarên wê zêdetir dikirin.
Bi zêdebûna operasyonên leşkerî re li bajarê Xezeyê, Meryem Ebd Rebeh tevî dayîk û xwişkên xwe neçar ma ku ber bi başûr ve koçber bibe. Malbat di navbera çend cihên penaberiyê de çû û hat, beriya ku odeyeke biçûk a ku ji bo jinenbî û jinên berdayî hatibû veqetandin bibîne. Di wê odeyê de zêdetirî pênc malbatan di qadeke tenê de bêyî tu taybetmendî an şert û mercên guncav ên jiyanê dijiyan. Di hundirê wî cihê teng de, hewcedariyên bingehîn peyda nedibûn, her wiha hawirdor ji bo keçeke ku yek ji lîngên xwe winda kiriye û hewceyî çavdêriya tenduristiyê ya berdewam e ne guncav bû, ku ev yek rewşa wê ya derûnî û fîzîkî xerabtir kir.
Gelo ez ê rojekê bikaribim bighîjim wî bijîşkê ku rewşa min dişopand?
Piştî demekê, malbat karîbû vegere bajarê Xezayê, ku li wir yek ji ixizmên wan konekî kevnar ji wan re veda ku bûye yekane stargeha wan. Lê belê, kon ji stasyonên koçberiyê yên berê ewletir nîne; mêş û morî û mişk êrîşî wê dikin, di heman demê de kon ji bingehên herî seretayî yên jiyaneke birûmet bêpar e. Meryem wiha vegot: “Ez ji nexweşiyê ditirsim, mîna ku ez ji windahiyê ditirsim. Ez her roj dijîm û ji xwe dipirsim: Gelo pençeşêr vegeriyaye? Gelo ez ê rojekê bikaribim bighîjim wî bijîşkê ku rewşa min dişopand? Tiştê ku herî zêde min diêşîne ew e ku bersivek li ber destê min nîne.”
Azarên wê tenê bi windakirina dermanan re sînordar nabin, digihîjin zehmetiya tevgerê ya di hundirê bajêr de jî. Ji ber ku dûrbûna navendên tenduristiyê û xerabûna kursiya bi teker rê li ber şiyana wê ya gihîştina birêkûpêk a ji bo xizmetên bijîşkî digre, di heman demê de her geşteke li derveyî konê hêza wê ya mayî diqedîne.
Berxwedana li dijî rastiyek ku roj bi roj barê ser milê wê girantir dike
Tevî tiştên ku dîtiye, ew hîn jî dest bi hêviyê dike ku dermankirina xwe di hundirê nexweşxaneya Şerîaya Rojava de ji nû ve dest pê bike û mafê xwe yê şopandina bijîşkî ya ku ji destpêka şer ve jê hatibû bêparxistin paş de vegerîne. Bi hêviya ku ji rewşa xwe ya tenduristiyê piştrast bibe û jiyana xwe ya ku li îstasyonên windahî, nexweşî û koçberiyê sekinîbû berdewam bike.
Di navbera lîngekî ku ji ber pençeşêrê winda kiriye, bavekî ku şer ew ji nav biriye, dermankirinek ku qut bûye û kursiyeke bi teker a ku kavilan ew westandiye de, Meryem Ebd Rebeh di berxwedana li dijî rastiyek ku roj bi roj barê ser milê wê girantir dike de, berdewam dike. Ew ji şansekî zêdetir ji bo temamkirina dermankirina xwe û vegerandina mafê xwe yê tevger û jiyanê tiştekî din naxwaze. Piştî ku salên ciwaniya wê veguherîn şerekî vekirî yê bi nexweşî, windahî û şer re, bêyî ku daxwaza rizgariyê di hundirê wê de vemirîne.