Şehrezad El-Casim: Xelkê Dêrazorê piştgiriya projeya Rêveberiya Xweser dikin

Endama desteya rêveber a kombûna Jinên Zenobiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şehrezad El-Casim pişterast kir ku projeya Rêveberiya xweser projeyek niştimanî ye ku yekitiya xaka Sûriyeyê dixe bin temînatê, aştiyê pêk tîne, îradeya hemû beş û pêkhateyan temsîl dike û teqez kir ku hevgirtina gel a bi Rêveberiya xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk re hemû komployan pêç dike.

ZEYNEB XELÎF
Dêrazor- 4 sal piştî rizgarkirina bajarê Hecînê ji çeteyên DAIŞ'ê ji ailyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve, sazî û komîteyên xwecihî dest bi xebatên xwe yên rêxistinî û xizmetê kirin. Rêveberiya xweser ji bo avakirina jiyana zagonî û bi ewle ket nava liv û tevgerê û dest bi aktîfkirina sektora xwendinê, nûkirina xaniyan û pêşkêşkirina xizmetê kir. Ji ber vê yekê xelkê herêmê dîtin ku projeya Rêveberiya Xweser baştirîn çareserî ye ji bo derketina Sûriyeyê ji krîza heyî ev jî bi hevkariya Hezên Sûriyeya Demokratîk ji bo têkoşîna li dijî terorê pêkan e.
Endama desteya rêveber a Kombûna Jinên Zenûbiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  Şêhrezad El-Casim diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweser projeyek serkeftîye û wiha got: "Li Dêrazorê Rêveberiya Xweser krîzên ku herêm rast hatibû çareser kir. Îro jî piştî têkoşîneke dirêj û piştî qeyraneke deh salan, projeya Rêveberiya Xweser serkeftina xwe îsbat kir, bi riya bidestxistina ewlekarî û aştiyê, vekirina projeyên aborî ji bo gelê herêmê da ku serxwebûna aborî bi dest bixin."
"Projeya Rêveberiya Xweser ji bo krîzên heyî çareserî ye"
Şêhrezad El-Casim teqez kir ku projeya Rêveberiya Xweser a demokratîk yekane riya çareseriya bidawîkirina aloziya Sûriyeyê ye ku îradeya gelan temsîl dike û piştgiriya hemû pêkhateyên herêm kir, mafên wan parast û rola jinan di civakê de bi hêz kir û wiha pêl da gotinên xwe: "Projeya Rêveberiya Xweser çareseriya yekane ye ji bo krîzên li Sûriyeyê ku gel ji ber êşê dikşîne. Ji ber ku nêzîkatiyeke demokratîk temsîl dike ku her kes dikare li gorî ol, çand û baweriya xwe bijî bêyî ku zirarê bide kesên din. Di heman demê de mafên jinan bi dest xistiye û derfetên kar li pêşiya jinan vekiriye." Şehrezad El-Casim dibîne ku herêma Dêrazorê di warê aramî û aborî de ji herêmên din ên Sûriyeyê baştire.
"Jinên Dêrezorê piştgiriya Rêveberiya Xweser dikin"
Her wiha Şehrezad El-Casim bal kişand ser piştgiriya jinên Dêrezorê ji bo projeya Rêveberiya Xweser û Neteweya demokratîk û wiha got: "Em ê bi biryardarî piştgiriyê bidin projeya Rêveberiya Xweser, ji ber ku serkeftina xwe li herêmên me îsbat kiriye û dê bibe çareseriyek ji bo krîza Sûriyeyê."
"Em ji projeya Rêveberiya Xweser re dibêjin erê"
Şehrezad El-Casim di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pêwîstiya hevgirtina hemû beş û pêkhateyan û wiha got: "Em ê yek dest bin ji bo ku em terorê têk bibin, em jin, mêr, ciwan û zarok ji projeya Rêveberiya Xweser re û ya Neteweya Demokrat re dibêjin erê."