Şehla 26 sal in çavdêriya dibistana dayikê dike

Şehla Mihemed jinek xwedî pêwîstiyên taybete lê li hemberî astengiyan tu carî dest ji hewldanên xwe bernedaye û dibêje:” Min tu carî rewşa xwe nekiriye hincet û nexwestiye li malê rûnim, her dem min têkoşîna xwe domandiye.”

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Jin li her cihê, di her civakê de û di her rewşê de cihê xwe di nava civakê de ava kirine. Jinên xwedî pêwîstiyên taybet jî bi heman awayî cihê xwe di nava civakê de çêkirine. Gelek jin hene rewşa wan a tendirustiyê li pêşiya armancên wan nebûye asteng. Piraniya wan bi hewldanên xwe gihîştine armanca xwe. Şehla Mihemed jî yek ji wan jinên ku xwedî pêwîstiyên taybete û ji bo hevî û armanca xwe dev ji tekoşînê bernedaye.

‘Bi mezinbûnê re min hîs kir ji kesên din cuda me’

Şehla Mihemed behsa jiyana xwe û zehmetiyên ku di jiyanê de rastî wan hatiye dike û diyar kir ku di temenê zarokatî de dema li gel zarokên hevalên xwe dilîst hîs nedikir ku ew xwedî pêwîstiyên taybet e. Lê belê bi mezinbûnê re hîs kir ku ne weke zarokên din e û ev jî bû sedem ku dest ji xwendinê berde û got: “Ez nikaribûm xwendinê berdewam bikim, min her dem şerm dikir biçim gel havalên xwe. Ji derveyî wê jî dibistan ji mala me dûr bû ez nikaribûm bi lingan biçim, ger biçûyama jî diviyabû her roj dayika min alîkariya min bikira, min bibira dibistanê, ji ber wê min biryar da dawî li xwendinê bînim. Her çendî min dest ji xwendinê berda ez li malê nemam û beşdarî Komeleya Roj bûm. Komeleyek taybet e ji bo kesên xwedî pêwîstiyên taybet. Komeleya Roj deriyê hêviyê ye ji bo kesên xwedî pêwîstiyên taybet. Bi saya Komeleya Roj 26 sal in çavdêriya dibistana dayikê dikim.”

‘Malbata min her dem piştgiriyê dide min’

Şehla destpêkê li dibistana dayikê ya Çûpî xebitî û niha jî li dibistana dayikê ya Gezû ye, 26 sal in li gel zarokan dijî û wiha behsa jiyana xwe kir û got: “Di dema ku min dest bi kar kir de malbata min her dem piştgiriya min kir.  Jinek xwedî pêwîstiyên taybet kar bike jî civak zehmetiyê ji bo jinan derdixe. Ger xwedî pêwîstiyên teybet bin ev zehmetî duqat dibe. Dayika min her dem bi min re dibû alîkar ji bo ku bikaribim li ser lingên xwe bisekinim . Demek kurt ez li malê mam lê belê nikaribûm bê kar bimînin min jî di mal de dest bi karê dirûtinê kir.”

‘Dayika min ditirsiya ku zarokên dibistanê henekê xwe bi min bikin’

Şehla wiha behsa dema ku dest bi karê xwe kiriye kir û got: “Dayika min nedixwest ez biçim dibistanê, ji ber ditirsya ku wê zarok li dibistanê henekên xwe bi min bikin. Lê belê rêveberiya dibistanê her dem piştgiriya min kir û soz da dayika min rê nede tu zarok henekên xwe bi min bikin. Ev jî bû sedem ku ez hîn zêdetir girîngî bidim karê xwe û bibim çavdêreke serkeftî. Civak her dem wisa difikirî ku kesên xwedî pêwîstiyên taybet ne kesên asayî ne. Berovajî kesên xwedî pêwîstiyên taybet beşek ji civakê ne û nabe cuda nêzî wan bibin angor cudakariyê bikin.”

‘Gotinên nexweş ji kesên xwedî pêwîstiyên taybet re dibêjin’

Şehla da zanîn ku rewşa kesên xwedî pêdawîstiyên taybet gelek xirab e û kesûkarên wê jî çend caran jê re gotine tu nikarî derbikevî derve lê belê ev yek nebûye sedem ku dest ji hewldanên xwe berde û ji bo serkeftina wê bûye pêngavek û got: “Niha li gorî salên borî civak hişyar bûye lê belê hê jî negihîştiye asta pêwîst. Pêwîstî bi hişyariya zêdetir heye, daxwaza min ji hemû kesên xwedî pêwîstiyên taybet ew e ku di malê de rûnenin û derbikevin derve, bi kêrhatiyên xwe, bigihîjin armancên xwe. Min tu carî rewşa xwe nekiriye hincet û nexwestiye li malê rûnim, her dem min têkoşîna xwe domandiye.”