Şaredariya AKP’î pereyê cereyanê neda 11 tax bê av man

Şaredariya Tetwanê ya AKP’ê ji ber ku deynê cereyanê yê nêzî 70 milyonî neda, cereyana depoya ku avê dide 11 taxan hat birîn. Şêniyên navçeyê yên li wan taxan dijîn bi saetan li ber kaniyê dikevin rêzê.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Bedlîs- Li gelek bajarên Kurdistanê gel ji aliyê qeyûman ve bi bêavbûnê tê cezakirin. Yek ji wan cihan jî Tetwana Bedlîsê ye. Li navçeyê sê meh in li çend taxan av tune ye. Şaredarî ji ber ku deynê cereyanê yê nêzî 70 milyonî neda, cereneya depoyên avê hat birîn, li navçeyê av naçe 11 taxan. Li taxên ku av nayê, şênî ji kaniyan avê dikşînin malên xwe. Li taxên ku ava şebekeyê heye jî ji ber ku paqij nîn e nayê bikaranîn.

Ji ber deynê şaredariyê cereyana depoya avê hat birîn!

Têkildarî mijarê li gorî agahiyan Şaredarê Tetwanê yê AKP’î Mehmet Emîn Geylanî ji roja hatiye ser peywirê ve heta niha deynê fatûrayên cereyanê nedaye. Deynî fatûrayên ku bi milyonan e, hat hînbûn ku şaredar mehaneya karkeran jî nade wan, tenê karmend dikarin mehaneya xwe bigrin. Şaredar ji bo ku deynê cereyanê yê 70 milyon bide teklîfên ku aniye meclisa şaredariyê hatine redkirin. Endamên meclisê têkildarî teklifa ku endamên meclisê yên AKP’î red kirine, gotin “hewl didin deyn bi deynên din bigrin.”

Şêniyên taxan ji kaniyê avê dikşînin!

Bi birandina cereyana depoyên avê re taxên li navçeyê bêav man. Şêniyên navçeyê diyar kirin ku ji ber ava her dem tê birîn, nikarin li malên xwe tiştekî bikin, avê ji kaniyên li navçeyê dikşînin. Şêniyan diyar kirin ku rojê du sê caran diçin li ber kaniyan bi saetan disekinin, carna ji ber zuhabûna kaniyan bê av dimînin. Jinên li taxa Sosyal a em bi wan re axivîn behsa zehmetiyên bêaviyê ji me re kirin.

 ‘Şaredarî tiştekî nake’

Ayşe Saran, da zanîn ku ji ber ava ku her dem tê birîn nikarin li malên xwe tiştek bikin. Maliye Tulay jî got ku di mehên hevînê de ev pirsgirêk derketiye û got: “Av nayê, li hinek malan jî ava ku tê qirêj e. Em pir mexdûr bûne. Em ji neçarî tên ser kaniyê. Her roj av tê birîn. Mirov nizane çi bibêje. 5 deqe av tê, 5 deqe nayê. Şaredarî jî tiştekî nake. Em çi bibêjin.”

‘Jixwe av tune ye ya ku tê jî qirêj e’

Maliye Tulay wiha didomîne: “Her roj av tê birîn ji ber wê em pir zehmetiyan dikşînin. Em tên ser kaniyê lê gelek caran ava kaniyê jî tune ye. Hem ava malan hem jî ya kaniyan tune ye. Ji ber vê rewşê em perîşan bûne, nikarin li malê tiştekî bikin. Li hinek malan ava şebekeyê heye lê ew jî pir qirêj e, em nikarin bi kar bînin. Bila şaredarî çareyek ji vê pirsgirikê re bibîne êdî bes e. Her kes tê li pêşiya kaniyê dikeve rêzê. Ev çi hal e?”

‘Li navçeya mezin av tune ye’

Adîle Tunç jî got ku her roj çend caran ji kaniyan avê dibin, bi saetan dikevin rêzê û wiha domand: “Li malên me av tune ye em ji vê kaniyê avê dikşînin. Jixwe hûn van mirovên ku li ber kaniyê ketine rêzê dibînin. Heta kengê em ê ji vê kaniyê avê bikşînin? Bila werin çareyek bibînin. Em li gundan nîn in li bajaran in lê hûn dibînin em di çi rewşê de ne. Li vê navçeya mezin av tune ye. Em nizanim çi bikin.”