Şahida bûyerên Teyûne Reşa Al-Zein behsa hûrgiliyên bûyerê kir

Lubnaniyan di sala 1975’an de rojeke dijwar derbas kir ku tê de çirûska şerê navxweyî hebû û 15 salan dirêj kir. Di wê rojê de nûçegihana Lubnanî Reşa Al-Zein jî di nava bûyeran de bû. Wê helw dabû bi kameraya xwe rastiya bûyeran nîşan bide û ragihîne.

 
CAROLÎN BAZZI
Beyrûd- Di bûyera wê roja bi xwîn de heft kesan jiyana xwe ji dest da û nêzî 30 kes jî birîndar bûn. Dozgeriya Giştî ya Lubnanê lêkolînên xwe berdewam kirin ji bo zanîna rewşên ku li ser erdê qewimîn ji ber hebûna bêtir ji yek versiyonan û girtina hejmarek ji xortan û guhdarîkirina li şahidiyên wan.
Nûçegihana  Lubnanî Reşa Al-Zein ku wê rojê ev bûyer dişopand ji ajansa me re behsa hûrgiliyên bûyerê kir.
“Şahidan piştrast kir ku kesên bêçek hatine gulebarankirin”
Reşa Al-Zein der barê çavdêriyên xwe yên roja 14’ê Cotmehê de got: “Hişyariyên ewlehiyê hebûn û tirsa ji pirsgirêkan bi destpêkirina tevgerên protestoyî yên her du Hizbullah û tevgera Amal li ser erdê di meşa ku hat bangkirin û daxwaza dûrxistina Dadger Tariq Bîtar kir lê artêşê piştrast kir ku her tişt di bin kontrolê de ye. Dema ku ez gihîştim derdora Teyûneyê û bi peyatî ber bi Qesra Edaletê ve meşiyam, me dît ku artêş li ser rê hatiye bicihkirin. Min texmîn kir ku provokasyon hene ji ber xwepêşandêran daxwaza dûrxistina Dadger Tariq Bîtar û ne siyasîkirina darazê dikirin. Lê mesele bi provokasyonê ranewestiya, di dema şopandinê de min dengê çekan bihîst, ji ber vê yekê em ji Qesra Edaletê ber bi Teyûneyê ve ketin rê da ku çavkaniya şewatê bibînin. Min dît xortên ku ji bo beşdarî xwepêşandanê bibin, ji cihê ku gule lê hatine avêtin, ber bi Qesra Edaletê ve direvin.”
“Dest bi gulebarankirina xwepêşandêran kirin”
Reşa Al-Zein dîmenê wê rojê dişibîne mîna ku alîgirên li meydana fûtbolê ji hebûna teqemeniyê li cih dîtin û hemû reviyan û wiha domand: “Li gel her kesê ku me dît, me li romanekê guhdarî dikir û wê dema ku nûçe belav bûn ku dibêjin xortan êrîşî devera Eyn el-Rumane kirine, şahidên li ser erdê piştrast kirin ku xort ber bi xwepêşandanê ve diçûn û hatin gulebarankirin. Min texmîn nedikir ku em wê rojê bibin şahidên vê tundiyê. Yekem şoka ku min di bûyerên roja dirêj de jiya ev bû ku ez gihîştim cihê ku xortê bi navê Hesen Meşek lê ketibû. Min xwîn û kuma wî li erdê dît û di dema veguhestina wî ya ji bo nexweşxaneyê de min bihîst ku dibêjin qurbanî hene û hejmara wan zêde dibe. Min pir şer û pevçûn şopandin lê ev yekem car bû ku ez bûyerên ji wan tiştek fam nakim dişopînim. Ya ku min didît ew bû ku gulebaranek hebû û bi hişyariyên artêşê re gule ji alî Eyn El-Remaneh dihatin. Ji ber vê yekê dema ez gihîştim min pirsî çi qewimiye û bersiva her kesê ew bû ku xort diçûn beşdarî xwepêşandanê bibin û pevçûnek devkî di navbera wan û xortên Eyn Remaneyê de derketiye û kevir hatine avêtin. Piştre gulebarana xwepêşandêran dest pê kir. Ev çîrokek bû ku hemû aliyan di destpêkê de li ser li hev kiribû. Gulebaran li aliyê Eyn El-Remaneh ve zêde bû ku aliyê sekvan li ser avahiyên wê bi cih bûne zêde bû. Heta hêzên ewlehiyê jî hişyarî dan sekvanan û diyar kirin ku kemînek heye. Peyva kemîn ji aliyê hêzên ewlehiyê ve dihat gotin. Wateya kemînê ew bû ku komek kes bi xiyanetî xwepêşandêran gulebaran dikirin.”
Meryem çek hilnegirt û şer nekir gunehê wê çi bû?
Reşa Al-Zein wiha behsa hûrgiliyên ku di bûyerê de jiya kir û got: “Bi xerabûna rewşê re, hejmara birîndar û mexdûran zêde bû. Yekane partiya ku agahiyê dida me Parastina Sivîl bû ku me hişyar kir ku sê nuqte hene agir ji wan tê. Me xwe ji wan xalan dûr xist. Piştî ku dengê guleyan kêm bû artêş bi xurtî belav bû ji bo ku ez xwe ji guleyan biparêzim, çûm ba wesayîdê da ku kumzirî bigrim. Artêşa Lubnanê di destpêka bûyeran de daxuyaniyek da û got: ‘Gava ku xwepêşander çûne devera Adliya, ew li herêma Teyûneyê - Badaro, bi peqîna agir re rû bi rû mane. Artêşê lez da dorpêçkirina herêmê li tax û deriyên wê belav bû û dest bi lêgerîna kesên ku gulebaran kirin kir."
Lê belê şoka duyemîn a roja dirêj di Lubnanê de, rûdana Meryem Ferhat bû ku li mala xwe bû. Der barê Meryem de min hûrguliyên bûyerê jiya û kesê ev nûçe ji min re negot, ez şahidê wê bûm. Hinekan bi me re têkilî danîn û gotin ku komek keç di avahiyekê de asê mane, min ev mijar bi zindî vegot û min berê xwe da wan da ku alîkariya wan li gel berevaniya sivîl bikim. Ez pir nêzîkî mala Meryemê bûm û piştre min dengek bilind ê gulebaranê bihîst û ji nişka ve min qîrînek bihîst ku hê jî di guhên min de ye. Ez bi wênekêşa xwe re beziyam avahiya ku Meryem lê dijî, ji min re gotin ku jinek di vê avahiyê de birîndar bûye û bi rastî jî min berê xwe da mala li qata sêyemîn. Dema ez gihîştim ber deriyê malê, min dengê malbata wê bihîst ku dibêjin Hece hatiye kuştin. Ez li ber pîroziya qanûnî û rêzgirtina hestên malbata wê bûm lewma min wêneyê wê nekişand, heta min ji wênekêş xwest ku nekeve hundir û min deriyê mala Meryemê kilît kir. Piştî ku min ew û malbata wê dîtin, min biryar da ku ji qata sêyem dakevim ber deriyê avahiyê û li benda agahiyên der barê wê de bim. Ambûlans hat, malbata wê ew hilgirt. Min li nasname û temenê wê pirsî, derket holê ku ew di çil saliya xwe de ye û hemû nasên Meryemê piştî bihîstina vê nûçeyê li pey hev dest bi nimêjê kirine.”
Reşa Al-Zein bal kişand ser ku gelek kes bê sûc bûne qurban û wiha domand: “Piştî xebera kuştina Meryemê, bûyerên ku dever tê re derbas bûne, min dîmenên mala wê kişand ku li qata sêyem bû eywan tê de tune bûi mal girtî bû. Ji min re hat gotin ku Meryemê ji yekî zêdetir cil li xwe kirine, piştî ku dengê guleyan bihîstiye û ji malbata xwe re gotiye ku ji tirsa mirinê ev cil li xwe kirine. Meryem li bendê bû ku keça wê ji dibistanê were, da ku xwarinê ji wê re amade bike lê diyar e ew ne sûcdar bû ji ber ku çek hilnegirtibû û şer nedikir û ne jî li ber pencereya mala xwe rawestiyabû da ku binêre li derve çi diqewime. Xuya bû ku sekvan rehet bû, ji ber wê ew di hundirê mala wê de kir hedef.”
“Ez ditirsiyam ku şerê navxweyî xwe dubare bike”
Reşa AL-Zein wiha behsa dimenên ku wê rojê kişandine dike û dibêje: “Ez ji wênekêşa ku bi min re bû, ji xortên ku hatibûn bibînin ka çi diqewime, ditirsiyam. Heta yekî ji min pirsî ka çima ez di weşanê de diqîrim lê min ji gel re digot dûr bikevin, ji ber ku ez ditirsim qurbaniyek nû li ber min bikeve. Min dixwest xwe veşêrim jî lê piştre min nizanibû dijminê min li ku ye.
Ji ber ku kesê jinek di mala wê de bikuje, wê dudilî nebe ku min bike hedef. Dema ku ez ji mala Meryemê daketim, dîmenê ku min par veşartibû, piştî gengeşiya di navbera Eyn El-Remaneh û El-Şiah de derketibû û dayikên her du kolanan beşdar bûn û kulîlk li hev belav kirin, hat bîra min. Her wiha dîmenê şerê navxweyî ku ez tê de nejiyam hat bîra min lê min hîs kir ku kesek dixwaze vê qonaxê careke din vejîne. Ev mijar beriya her kesê ji aliyê min ve tê redkirin, ji ber ku ez naxwazim vî şerî bijîm. Xala zivirînê ya sêyem, dema ku dîmen veguherî kaoseke ewlehî, em nizanin ku çi diqewime û gule ji ku tên, em di kaosê de dijiyan. Piştî bûyera Meryemê û ketina qurbaniyên bêçek û guleyên sekvanan li kesên derbasbûyî, ji bilî dîmenek kaos û bertekên aliyên din ku çeka xwe ji bo xweparastinê rakir, tiştekî din li pêş me nema. Bi qasî ku ez ji ber wênekêşa li gel xwe ditirsiyam, ez ji bo xwe neditirsiyam, ji ber ku Radwan Herb sermiyanê diya xwe bû. Ji ber vê yekê ez ji xwe bêtir ji wî ditirsiyam. Min gelek caran hewl da ku alîkariya wî bikim, di vê kêliyê de bi taybetî em hestên xwe yên tirsê radikin lê ya ku di wê demê de min eleqedar dikir ew bû ku tiştên li ser erdê diqewimin ji temaşevanan re ragihînim, ji ber ku carna em ji hêla hin peyamnêr û kanalan ve xapandinê dibînin.”
“Min senaryoyên ku ji nûçegihanan dibihîst di bûyerên Tayûneyê de nedît”
Reşa Al-Zein teqez li ser girîngiya ragihandina rastiyê di hûrgiliyên xwe de bêyî xapandin kir û got: “Dayika min li benda temaşekirina yek ji rêzefîlman bû, ji nişka ve weşan qut bû û buyerên ku li erdê diqewimîn hatin ragihandin, ew tirsiya paşê veguhezî gel kanala ku ez tê de dixebitim da ku bibînim ku ez peyamek bi tevahî cuda ji ya ku wê li kanalek din bihîstiye radigihînim. Der barê şopandinê de, min senaryoyên hevalên xwe yên nûçegihan ku min li ser rûyê erdê nedîtibûn û tunebûn dibihîstin lê wan talîmatên taybet pêk dianîn. Çima ronahî neçû ser Meryem? Ma ew ne qurbanî bû? Ew îkona kemîna Teyûneyê ye ku tu komeleyan behsa wê nekirin û li ser wê nenivîsandin. Ez ne analîzekar im di karûbarên serbazî de lê min çekên pêşketî bi riya operasyonên sekvaniyê yên profesyonel dîtin ku di encamê de hejmarek ji rêwiyan hatin kuştin û birîndarkirin. Divê hevxemiyek  bi qurbaniyan re hebe dûrî nefret û girêdanên siyasî, mirovên bêguneh hene ku bêçek bûn û hatin kuştin. Yek ji wan qurbaniyan Mistefa Zbîb bi telefonê ligel hevalê xwe yê ku wî arasteyî riya ku ber bi Qesra Edaletê ve diçû nîşanî wê dida re diaxivî, hat gulebarkirin. Ez vî ciwanî bi xwe nas dikim û çar meh şûnde ji bo zewacê xwe amade dikir. Dema ku mijar bi pêş ketin, kesên ku di bin sekvaniyê de bûn, çekên xwe kişandin û ev bertekek bû. Dema ku em bigihîjin asta li malê jinekê bikujin êdî em nikarin tu kesî sûcdar bikin, ji ber ku rastî vediguhere kaosê. Dezgeha leşkerî ew ji eşkerekirina rastiya bûyerên qewimîn berpirsyar e ne pêşengên medyaya civakî.”
“Cih ji bêalîbûn û xapandina di mijarên mirovahiyê de nîn e”
Reşa Al-Zein ji helwestên hevkarên xwe yan ji awayê ku wan nûçe ragihandine, heta şîroveyên wan ên li ser medyaya civakî, matmayî nema û dibîne ku di vê mijarê de ne mumkun e ku bêalî bimînin. Nûçegihan dibe şahidek, nemaze ji malbatên qurbaniyan re ku hûrguliyên kêliyên dawî yên nûçegihan tê de şahid bûn beriya mirina qurbaniyê dipirsin. Di serdema dîjîtalîkirin û belavbûna malperên tora civakî de divê em bala xwe bidin her tiştê ku em dikarin bi malbatên qurbaniyan re li ser weşanê bêjin. Teqîn ji wesayîdeke ku 5 kes tê de bûn dest pê kir. Me nav, hejmar û cureya wesayîda wan li ser weşanê anî ziman û hin vîdyoyên ku hebûna sekvanan bi îtirafên artêşê ku qeydên kamerayên li seranserê kolanê bi dest xistine belge dikin hene û ev vîdyo her tiştê ku di wê rojê de qewimiye nîşan dide.”
“Ger şer biqewime her kes wê têk biçe”
Reşa Al-Zein nerazîbûna xwe anî ziman ji ber hinek kanalan qurbaniyên bêguneh weke mirî bi nav dikirin û got: “Ma Meryem ne qurbaniyek bi pileya şehîd e? Min pirsek ji hemû hevkarên ku bi Meryemê re sempatî nedikirin kir, min ji wan pirsî ka gunehê Meryem çi ye û çi kiribû lê min bersiveke têrker negirt, ez poşman bûm ku ez bi wan re ketim gotûbêjan. Nûçegihan di van şert û mercan de di navbera bijardeya pîşeyî û vebijarka mirovî de dimînin, dîtina hevsengiyê di navbera wan de stres e. Ji ber ku gihandina peyamê wekî ku hestên mirovan û malbatên qurbaniyan diêşîne yan jî heta bibîrxistina navên qurbaniyan, ji ber vê yekê min ji kesê ku navê qurbaniyan tîne ziman xwest ku dûrî kamerayê bimîne da ku em li ser weşanê agahî nedin malbatên wan. Girîng e ku nûçegihan xwe têxe şûna malbatên ku li televîzyonê weşana zindî temaşe dikin, ev yek pratîka li ser erdê diguherîne. Ez tenê li ser tiştên ku bîner dixwaze bizanibim disekinim û li pêşberî xwîna qurbaniyan bêalîbûn dikeve.”
“Bi şerê navxweyî re her kes wê zirarê bibîne û têk biçe”
Piştî ku hinekan îdia kirin tiştên ku li ser erdê qewimîn pevçûn bûn, Reşa Al-Zein da zanîn ku ger ji aliyekî ve kuştî û birîndar hebin pevçûn, li ku derê ye û destnîşan kir ku Lubnanî naxwazin şerê navxweyî yê ku berê welat tê de derbas bûye dubare bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî û got: “Li herêma El-Şiah mirovên extiyar hene ku şerê navxweyî jiyane. Wan hewl dan ku ciwanên hêrsbûyî yên malên wan zerar dîtine aram bikin û ji wan xwestin ku nehêlin bi gulebaranê bikevin nav pevçûnan. Ne xelkê Eyn Remaneyê û ne jî yê El-Şiah dixwazin şer di navbera wan de derkeve. Egera şerek di navbera gelê ji heman neteweyê de derkeve tu serkeftin yan têkçûn çênabe lê belê her kes wê têk biçe. Bi aloziya ku di wê roja dijwar de jiyaye, gelek nûçeyên wekî ‘Fecer El-Curud’ û bûyerên Ebrayê di dema şoreşa 17’ê Cotmehê de, wê di danişînên ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve hatibûn organîzekirin de tedawiya derûnî wergirt. Ji bo ku alîkariya nûçegihanên li herêmên pevçûnê dixebitin bike.”