Însiyatîfên hevgirtinê li Cezayîrê piştgiriyê didin kesên ji agir rizgar bûne

Însiyatîfên hevgirtinê li Cezayîrê ji bo piştgirî û desteka kesên ku ji şewatên li Cîcel, Bejîja û Tizî Vuzu bi bandor bûne, hatine avakirin. Ev însiyatîf hewl didin pêdiviyên bingehîn ji nexweşan re peyda bikin.

NECWA RAHIM

Cezayîr – Di nava nexweşxaneyên ku birîndaran pêşwaz kirine de, însiyatîfên hevgirtinê bala mirovan dikşînin. Ew piştgiriyê didin birîndar û kesên ji agir rizgar bûne, bi taybetî yên li herêmên Cîcel, Bejîja û Tizî Vuzu rûdane.

Di hundirê nexweşxaneyê de, hevgirtin ne tenê bi serdana nexweşan re sînordar her wiha xebatên berhevkirin û dabînkirina pêdiviyên ku ji bo birîndar û malbatên wan di dema dermankirina wan de, hewce ne jî hene.

Heyva Sor a Cezayîrê bi rêya ofîsa xwe ya li şaredariya Sour El-Azlane li parêzgeha Bouira, serdana wan kir da ku rewşa rizgarbûyiyan kontrol bike û li kêleka wan û malbatên wan bisekine.

'Armanca însiyatîfê sivikirina êşa nexweşan e'

Seroka ofîsa şaredariya Sour El-Azlane a li parêzgeha Bouira, Meriyem Amara di serdana xwe ya nexweşxaneyê de, diyar kir ku serdana tîmê ji bo kontrolkirina tenduristî û başbûna kesên ji şewatên dawî yên li Cîcelê rizgar bûne ye. Meriyem tekez kir ku armanc sivikirina êşa nexweşan û malbatên wan e.

Pêdiviyên bingehîn ji nexweşan re hatin peydakirin

Tîm pêdiviyên bingehîn ên weke pêçên paqijiyê, ava paqij, cilên binî yên mêr û jinan, şîr û tiştên din ji bo nexweşan peyda dike. Cewhera vê alîkariyê pêdiviyên ku gelek caran ji ber hejmarên miriyan û statîstîkên karesatan nayên dîtin, eşkere dike. Ji bilî şewitandin û birîndaran, jin hene ku hewceyê pêçên paqijiyê û cilên binî ne, nexweşên ku hewceyê pêdiviyên rojane ne û malbatên ku bi endamek nexweşxaneyê re bi barên zêde re rûbirû dimînin hene.

Hevgirtina jinan ji medyaya dîjîtal ji bo nexweşxaneyê

Di nîşandaneke din a hevgirtinê de, komek ji xwebexşên jin wekî beşek ji însiyatîfeke jinan ku li ser medyaya dîjîtal dest pê kir, serdana nexweşxaneyê kirin. Nuha Mihemed yek ji xwebexşên însiyatîfê ye da zanîn ku însiyatîf hema bibêje ji sedî sed ji jinan pêk tê û got: "Beşdar jinên ciwan bûn hev nas nedikirin lê li ser înternetê hev nas dikirin û biryar dan ku ji bo alîkariya kesên ji agir rizgar bûne û nexweşên ku bi bandor bûne, hêzên xwe bikin yek.

Xwebexşan pêdiviyên taybet ji bo jin û keçan anîn, di nav de pêçên paqijiyê, cilên binî û tiştên din ên ku ji bo jinan hebûn.

Nuha Mihemed bang li welatiyên ku dixwazin hevgirtina xwe bidomînin kir û ji wan xwest ku dermanên şewitandinê û betaniyeyên pembû peyda bikin.

Ji Bejaîa heta Zeraldayê çîrokeke jiyanê

Di dema serdanê de Fatimê Ehemd hatibû Nexweşxaneya Said Chibane da ku rewşa xizmê xwe yê ji şewatan xilas bûbû kontrol bike. Fatimê got ku xizmê wê ji şewatê xilas bûye û hatiye dermankirin, destnîşan kir ku bijîşk û hemşîreyan piştgirî û lênêrîna pêwîst pêşkêşî wê kirine. Fatimê da zanîn ku xizmê wê emeliyat bûye û niha tenduristiya wî baş e.

Ji Cîcel, Bejaîa û Tizî Vuzu heta Nexweşxaneya Şewatên Zeralda, çîrokên kesên ku ji agir xilas bûne berdewam dikin. Agir ne tenê bi daristanên şewitî û malên zirardîtî bi sînor e di heman demê de bedenên birîndar, malbatên dilşikestî û jin û keçên ku hewceyê lênêrîn û piştgiriyê ne, li dû xwe dihêle. Li hemberî van bandoran însiyatîfên bingehîn, Heyva Sor, komên jinan û xwebexş toreke piştgiriyê ava dikin. Dixwazin nîşan bidin ku ew bi kesên saxmayî re ne, piştgiriyê didin û wan bi tenê nahêlin.