Însiyatîfa Superwoman ji bo axaftina jinan û bihêzkirina aborî cihekî ewledar e

Însiyatîfên femînîst yek ji cihên ku riya wan jinên çalakvan li Misrê dest bi pêşkêşkirina xizmet, piştgirî û alîkariyê ji jinan re pê dikeve ye.

ESMAA FATHÎ

Qahîre-Yek ji însiyatîfên ciwan ku di van demên dawî de di nav jinan de navdar bûye "Superwoman" e ku me bi damezrînera wê Aya Mûnîr re hevpeyvînek kir da ku em ji nêzîk ve  karûbarên ku ew ji jinan re pêşkêş dikin bi taybetî piştî lidarxistina çend salonên axaftinê li parêzgehên cihêreng bizanibin.

Superwoman yek ji wan înisyatîfên ku hejmareke zêde ya jinan li dora wê kom bûne ye, hûn dikarin ji me re behsa destpêka ramanê û çawaniya pêşketina wê bikin û armanc bi civînan çi ye?

Ez di tecrubeyeke taybet re derbas bûm ku di sala 2015'an de bi veqetînê bi dawî bû. Piştî wê min biryar da ku ji bajarê Zagazigê biçim Qahîreyê ji bo kar bikim û serdana bijîjşkê derûniyê bikim, li atolyeyan geriyam. Bi rastî wisa li min kir ku ez ji hestên stigma û tirsa ku min kontrol kir xilas bibim. Lê şert û mercan ez neçar kirim ku ez careke din vegerim Zagazigê û li wir ez bawer bûm ku tu xizmeteke bi vî rengî ji jinan re nayê kirin.

Min hevpeyvîna yekem kir û ji aliyê jinan ve gelekî hat qebûlkirin, beşdaran xwest mijarê dubare bikin. Bi demê re, rûniştina axaftinê ya hêsan veguherî atolyeyên axaftinê ku ez ji wir ketim atmosfera bilindbûna hişyariyê. Paşê me dît ku em bêtir bi hewceyî fêrbûna serpêhatiyên ku em tê re derbas dibin in ji bo ku pêşî li dubarebûna zirarê bigrin. Ji ber vê me gelek danişînên hişyarî û derûnî li dar xistin û me dest bi kar kir ku jinan bêtir ji aliyê qanûnî haydar bikin. Me behsa tundûtujiya nava malbatê, zewaca di temenê biçûk de û sinetê kir. Di heman demê de me behsa dozên hevberdanên lihevkirî zayenda bi tendirust kir. Em niha girîngiyeke mezin didin pirsa bihêzkirina aborî ya jinan.

Salona Superwoman ya ku dixwaze civakeke paralel ava bike, jin bi saya wê bikaribin bibin xwediyên cihekî bi ewle û bê tirs biaxivin. Ji Walîtiya Zagazigê û ji wir heta Qahîreyê gelek parêzgehên wekî Damîetta û Îskenderiyeyê hatin vekirin. Em hewl didin di heyama pêş de xwe bigihîjînin parêzgehên din jî da ku bikaribin zêdetir cih ji beşdariya jinan re çêbikin.

Ji bo ku jin di warê aborî de bi hêz bibin hûn çawa dixebitin?

Em di du riyên paralel de li ser dosyaya aborî û bihêzkirina jinan dixebitin. Riya yekem bi bernameyeke bi navê "Nejat" e ku dê di demek nêzîk de were desypêkirin, bi riya wê jin, nemaze jinên serperişt dê bi riya komek bernameyan ku wan bi zagona kar û hewcedariyên din ên kedê nas dikin werin rehabîlîtekirin û perwerdekirin. Em hêvî dikin ku piştî wê derfet ji wan re peyda bikin da ku ew ji bo pêşeroja xwe bê stres û tirs bijîn. Bi riya bernameya Nejat, em hewl didin jinan jêhatî bikin da ku di bazara kar de bi mêran re hevrikiyê bikin û wan ji riyên berdewamkirina projeyên xwe agahdar bikin da ku ew karibin riyek bi kariyer li gorî daxwazên wan be bibînin.

Riya duyemîn jî ew e ku bi riya destpêkirina komeke ku ji însiyatîfên bi navê "Serbixweyên Superwoman" derketiye, rê dide jinan ku piştgiriya hev bi derfetên kar an rêbernameyên girêdayî bazara kar bikin.

Gelek jin dihesibînin ku axaftin razên malên wan eşkere dike hûn bandora van nerînên çewt li ser rastiya jinan çawa dinirxînin?

Sûcên ku di bin perdeya derewîn a bi navê "şerm" an jî "razên malan" tên kirin de hene. Bi rastî jî têgînên wiha ku civaka baviksalarî, li ser jiyana jinan ava kiriye, tenê perdeyeke ku di hundirê wê de gelek binpêkirin û sûc çêdibin. Armanca axaftinên ku ji aliyê "Superwoman" ve tê kirin jî ew e ku alîkarî û piştgirîkirina jinan ji bo çareserkirina qeyranên ku dijîn û derbaskirina wan astengiyên ku dikarin bandoreke neyînî li ser berdewamiya jiyanê bikin.

Min bandorên atolyeyên axaftinê ku me amade kirine û bandorên wan ên erênî û aktîfbûna di derbaskirina tiştên ku ew tê re derbas dibin de hîs kir û ev tiştek e ku divê berdewam bike da ku piştgiriyê bide wan.

Gelek mijarên tevlihev hene, di nav wan de sinetkirina jinan, zewaca biçûkan û tacîzkirin, hûn bandora pêla axaftinê ya dawî li ser van mijaran çawa dibînin?

Bi rastî ew pirsgirêkên girîng in û piraniya rêxistinên jinan û civaka sivîl bi awayekî hevbeş û heta radeyek mezin li ser wan kar dikin û her kes li gorî şiyan û îmkanên xwe beşdariyê dike lê karê me di însyatîfê de pir cuda ye. Ji ber ku em bi kesên temenê wan biçûk re kar dikin û zagonê zêdetir bi wan didin zanîn. Her wiha em kar dikin ku wan li ser metirsiyên sinetkirin û zewaca di temenê biçûk de agahdar bikin. Ev yek piştgirî dide biryarên wan ên di vî warî de û bi riya wan em alîkariya kesên din dikin. Wek mînak, keçek ciwan hebû ku di yek ji atolyeyên axaftinê de bû, bi me re têkilî danî û ji me alîkarî xwest got ku xwişka wê dê were sinetkirin.

Her wiha roleke çalak û xurt a malperên tora civakî heye ku bandora wan li ser mijarên destdirêjiyê hebû, ji ber ku wan dikaribûn rê li ber dûrxistina gelek tawankaran bigrin, nemaze ku keçên ciwan her dem bi vê tawanê dihatin mehkûmkirin, çi ji bo cil û bergên xwe û çi ji bo kirinên xwe.

Tevî ku Misir girîngiyeke mezin nîşanî pirsgirêkên jinan dide jî ev tevger li ser rûyê erdê ser, li gorî we serwer nabe gelo sedem çi ye?

Mixabin piraniya gotubêjan heta radeyeke mezin ji jinan dûr in û di rastiyê de dest nadin wan, ji ber ku em rastî gelek ji wan hatin ku ji mafên xwe yên herî bingehîn tiştek nizanin. Ev jî ji ber wê ye ku materyalên hişyariyê li ber destên wan nîn in.

Ya herî girîng ew e ku gelek qanûn hene dibe prosedurên gelek salan hewce bike ku gelek ji wan girîngî û bandora xwe winda dikin, ji ber vê yekê pêwîstiya jinan bi peyamek nêzî wan heye.