Însiyatîf û jêhatiyên jinan li hemberî nexweşiya Coronayê

Tevî ku vîrûsa coronayê zû belev bû û bandorek derûnî û tenduristî li ser mirovan kir jî jinan karibûn bi însiyatîfên xwe yên cihêreng li hemberî belavbûna wê gavên girîng bavêjin.

Navenda Nûçeyan - Jin di demeke ku hikumeta Tûnisê bi vê qeyrana tenduristiyê re rû rû mabû re bes nekirin, ji ber vê yekê sêwiranerê cilûbergan Xilûd El-Qasimî ya 25salî, biryar da ku cîhana modayê vekişe û atolyeya xwe ya hunerî veguhêze kargehek piçûk ji bo hilbirîna maskeyên bijişkî yên parastinê. Her wisa bi vê yekê dikaribû alîkariyê bide hemwelatiyên Tûnisê piştî belavbûna vîrusa Coronayê li bajarên Tûnisê.
Ji ber kêmbûna maskeyên parastinê li Tûnisê, Xilûd dest bi lêkolîna çawaniya çêkirina maskeyên parastinê kir. Her wiha ji bawernameya xwe ya zanîngehê jî sûd girt, di beşa biyolojî de dest bi çêkirina maskeyên parastinê kir û li hemwelatiyên Tûnisê belav kir. Her wiha bal kişand ser çawaniya çêkirina wan, li gorî parastina tenduristiyê û bi sê cureyan da çêkirin.
Seroka Rêxistina Mafê Mirovan a Iraqê Nadiye Mehemed El-Azawî seroka parastina mafên mirovan dest bi çêkirina maskeyan kir û bê mûqabil li hemwelatiyan belav kir.
Xebata mirovî ya ku ji hêla Nadiye ve hatiye pêşxistin, hejmarek ji rayederên berpirsyar dest bi hevkariya xebata wê kirin. Rêveberiya werzîşê û ciwanên Kerkûkê deriyê xwe ji dilxwazên hevkariyê re vekir û makîneyên dirûnê, dest bi çêkirina maskeyên parastinê kirin û li karmend, bijîşk û xebatkarên ewlehiyê belav kirin. 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê corona
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî piştî ku Rêveberiya Xweser di 23’yê Adarê de qedexeya derketina kolanan ragihand, gelek însiyatîf hatin destpêkirin. Ji aliyekî ve hêzên ewlehiyê hatin belavkirin, komîteyek ji şarederiyê dest bi paqijkirina kolan û saziyan kir, her wiha çavdêriya li sûkan hat kirin û gelek jinan jî dest bi dirûtina maskeyên parastinê kirin.
Her wiha di 11’ê Nîsanê de jî karkerên kargeha Amerîkî ya dirûtinê dest bi çêkirina maskeyên parastinê kirin û ji hêla komîteya aborî ya kongra Star ve li gelek herêm û navçeyên Qamişloyê hatin belavkirin. Her wiha komîteya aboriya jinan li bajarê Qamişloyê li herêma Cizîrê 17 hezar maske pêşkêşî komîteya lezgîn û şaneya qeyranê li bakur rojhilatê Sûriyeyê kir. 
Li bajarê Minbicê jî komîteya jinan bi hevkarî li kargeha şehîd Sakîne Aseliyêyê maske dan çêkirin û ji aliyê hêza ewlehiyê ve hatin belavkirin.
Însiyatîfên jinan û çêkirina xwarinê
Barê li ser milên karkerên di sektora tenduristiyê de dixebitin girantir bû, di nav van de bijîşk û alîkarên wan, du qat karên wan zêdetir bû. Ev yek jî hişt ku jin alîkarî û piştgiriya jib o amadekirina xwarinê her roj bikin. Yek ji van jinan, preneîsa Malezyayê Tonko Azîze Umeye Meymon Iskenderiye tevli keça xwe Tenko Bitro bi destên xwe xwarinê amade dikirin û belav dikirin. 
Her wiha li Los Enclishê preneîsa Mîgan Markil xwarin ji kesên nexweş re amede dikir û belav dikir.
Disa çapameniya Qeterê, Iman El-keibî bi dilxwazî, tevli karên amadekirina xwarinê bû, belavokên ji bo hişyariya li ser nexwaşiya koronayê belav kir.
Însiyatîfên civakî û kampanyaya hişyariyê
Seroka Desteya Baweriya Weqfa Misirê Hîbe Eisiwêdî bi hemwelatiyên xwe re ket nav tevgera pêşîlêgirtina belavbûna coronayê, bi kampanyaya "Li malê bimînin" her wiha çawaniya parastinê li malê ye, li ser malperan weşand. Her wiha pênc cureyên da avakirin û ji bo nexweşiya coronayê 30 vantîlator peyda kir da ku bijîşk û yên din ji enfeksiyona coronayê biparêzin.
Bi belavbûn û zêdebûna hejmarên miriyan, bi vîrusa coronayê re li cîhanê mamosteyên jin ên bajarê Qena yê Misirê bi rêveberiya endamên desteya perwerdeyê, Cîhan Mixtar dest bi belavkirina hişmendiya şiyarbûnê kir da ku li civat û cihê qelebalix kom nebin.
Her wiha jinên Sûdanî jî li hemberî vê nexweşiyê bê insiyatîf neman, wekî di şoreşa 2019’an de rejîma serokê berê yê Sûdanê Omer Elbeşîrî hilweşandin, ji bo vê jî Dr. Israil Osman ji bo nexweşiyê û pêşîlêgirtina wê, dest bi amadekirina nexweşxaneyê û pêdiviyên bijîşkî kir.
Jennifer Heller yekem vaksîna coronayê ceriband
Heller xwedî kesayet û dilnizmiya xwe û hêzbûnê ye, ew yeken kes e ku li Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê derziya vaksîna Coronayê li milê xwe daye, ku li cîhanê ruxmê tecrubeyê îhtimal heye ku hin pirsgirêkan bi xwe re çêbike. Ev vaksîna ji hêla zanyarên peymangeha Kayzr Birîmantî ya Weşitonê tenduristiyê ve hatibû vedîtin, du derzî li mil didin û 28 rojan jî di bin çavdêriyê de dimînin.
Jenefir Heller li febrîqeyên Teknolojiyê yên destpêkê dixebite dema daxwaza kesekî ji bo ceribandina derziyê kirin, wê hema razîbûna xwe nîşan da, her wiha her roj têbîniyên rojane dinivîsand. 
Zanyara Misrê Hîbe Mistafa beşdarî geşedana testa coronayê bû
Zanyara Misrê Hîbe Mistefa, ya ku beşdarî rayederên tenduristiya girîng bûye "johns hopkins" dikaribû bi lêveger lêkolînî û testên xwe li ser vîrûsa Coronayê bigihîjîne teşxîsa Coronayê di nav çend deqeyan de. 
Hîbe Mistefa profesor û zanyarek e li zanîngeha Johns Hopkinsê, li ser pêşxistina testa laboraturarê dixebite da ku materyalên genetîkî ji bo vîrosê (PCR) analîz bike û teşxîsê li navenda pêşîlêgirtina nexweşiyên (cdc) sînordar dikin piştî testên navenda dewletên DYA’yê.
Ew bi xebatên xwe gihîşt wê encamê ku ev vîrûs bandora herî zêde li ser kesên laşên wan lawaz û pirsgirêk di hinavên wan de hene dike. 
Îlîne Semîşîne rêbazên nû ji bo teşhîsa coronayê dît
Tê ragihandin ku nemzeda zanistên zanyarî û bijîşka serkeftî ya li nexweşxaneya Moskoyê Îlîna Semîşîna, karîbû di navgînekê de kesên bi vîrûsa Coronayê ketine, bi riya tîrêja veqetînê, di şûşeyek qeşagirtî de bizanibe.
Bi vê riyê ango 'tîrêjê’ dikarin çar qonaxên vê vîrûsê bibînin, a yekem û duyem dikarin li malê xwe derman bikin, a sêyem û çarem yekser vediguhêzin nexweşxaneyê 
Ji bo zextên li malê û tecrîdê
Piştî mayîna li malê û valahiya kolanan, kêm çûyîn û hatina xelkê, gerok SARA Girnt tevli kemançeya xwe daket kolanên New Olirlîaza Amirîkî û muzîka gerok lêda ji bo barê şêniyên bajêr sivik bike.
Sara yekem jina ku şahî dixe dilê welatiyan e, pîştî tirsa vîrûsa Coronayê û mirinê, bi belavbûna xwe ya lez, bû jina ku hêviyan li gel belav dike.
Li Franseyê jî şêwekara bi nav û deng  Ajnês johwît piştê ku vîrusa Coronayê belav bû, mal veguhest cihê şêwekariyê û gelek tablo xêz kirin.
Parêzvana ajalan Necwa Aladha 
Her wiha jin ne tenê ji bo parastina mirovan cihê xwe di xebatan de digrin, dikarin ajalan jî di vê dema zehmet de biparêzin. Bijîşka lawiran Necwe Aladha dikaribû ji rayedarên Urdinê pelgeya serbest çûyîn û hatinê bigire ku xwe bigihîjîne cihên lawiran û xwarin û dermanên wan peyda bike, vê yekê jî bi tedbîrên xweparastinê, bi berdevk û lepikê dike.
Necwe der barê lawiran de hişyarî da xelkê ku lawiran li kolanan bernedin ji bo tyirsa ji Coronayê, li ser vê esasê, rojê bi dehan serlêdan dikirin ji bo parastina van ajalan ji xetera nexweşiyê.
Jin ji bo aştiyê rêber in
Tê hewldan ku bersivek berbiçav dar barê ragirtina vîrûsa Coronayê de ji bo "Taywan, Nîzlanda û Almanyayê" û hin giravên din hatin dîtin, sedema vê jî serkeftina jinên pêşeng e ku tedbîrên gunçav bigirin, her wisa tedbîrên ewlehiyê jî pêk anîne, dema hejmara bûyerên vîrusê li girava Rojhilata Antiles li rojhilata bortorîkoyê zêde bûn, serokwezîra Sent Martin Sîlvia Jakbos daxuyaniya hişyariyê da gel ku li civat û comcivînan nemînin divê her kes li malê bimîne û xwe ji vê vîrusê biparêze.
Li Denîmarkayê jî serokwezîra Mît Firîdrîks biryara girtina sînorên dewleta Eliskendenefiyeyê û saziyên perwerdeyê girtin, bi vê yekê jî pêşî li belavbûnê hat girtin û Denîmarkayê parast.
Dîsa li Nîzlandayê serokwezîra wê Jasînda Ardîran biryara tecrîda derketinê di 14’ê Adara 2020’an da girt, her wiha bi awayekî balkêş û bi cesaret li ser vê biryarê rawestiya. 
Belê li Almanyayê jî Engela Merkel bi wêneyên kişandî hişyar da gel ku tedbîrên guncav bigirin û xwe di vê dema qeyranê de biparêzin.
Tê diyarkirin ku seroka Taywanê Tisayî Înjon bi hin gavavêtinên guncav weke mayîna li malê paqijkirina kolan û saziyên bajêr bi dermanên parastin û çêkirina pêdiviyên parastinê weke berdev û lepikan bi hejmarên zêde didan çêkirin û dişandin bajarên ku vîrûs zêde li wan belav bûbû.
Her wiha seroka Navenda nexweşiyan li Koreya Başûr Conc Un weke welatparêzekî tê nasîn, piştî rêvebirina wî ya istiratîcî, analîz û parastinê, welat veguhest mînaka herî serkeftî ku li hemberî vê vîrûsê bisekine. Ji bo wê gotin nêçîrvana herî sereke ya vîrusan.
Dîroka jinan berbiçav e, jin her tim bûne pêşeng li hemberî alozî û pirsgirêkan û parazvaniya civakê û hemû zindiyên li ser erdê kirine. Ji bo vê jî dikare li hemberî qeyrana vîrusa Coronayê bibe pêşeng.