“Êzidiyên Efrînê rojane rastî fermanan tên”

Rêvebera Yekîtiya Êzidiyan a Kantona Efrînê Eyşe Seydo diyar kir ku gundên Êzidiyên Efrînê yên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatî dagirkirin tên talan kirin û rojane rojane li ser welatiyên dibin dagirkeriyê de asê mane rastî fermanê tên.

ROBARÎN BEKIR

Şehba - Ji şonwarên dîrokiyên hatine dîtin jî tê dîtin Êzidî yek ji kevintirkîn pêkhateyên herêma Efrînê Êzidî ne. Êzidî li ser 23 gundên kantonê belav bûne, piraniya wan li gundên Iska, Şadera, Xazawiya, Burc Abdullah, Andara, Trinada, Qibar, Kemar, Basofan, Baiah ên Şêrawa, gundên Qetma, Sinka, Baflon, Qestal Cindo, Elî Qena ên Şera û gundên Feqîra, Qacuma, Qila, Aşkan Şerqî, Jaqla, Kfarzitah ên Cindirêsê bicîhbûne, ji bilî navenda kantonê.

DewletaTirk bi dagirkirina herêmê re, yekser dest bi kolandin û talankirina şûnwarên arkeolojîk kir, li gel wêrankirina mezarên pîroz ên Êzidiyên Efrînê. 19 mezarên Êzdiyan li gund û navçeyên cuda yên kantonê hene. Mezintirîn mezargeha Êzidiyan a Sûriyê li serê Çiyayê Şêx Berekat e û çavdêra bajaroka Darat Izay ê talan kirin. Tirkiyê şûnwarên Êzdiyan ên li nava mezarê talan kirin, rengê îslamê danê û paşê jî kirin cihê kontrolê. Têkildarî binpêkirinên Tirkiyeyê yên li dijî gelê Êzidî, Rêvebera Yekîtiya Êzidiyan a Kantona Efrînê Eyşe Seydo axivî.

Eyşe Seydo têkildarî zilma sedsalê ya li ser civaka Êzidî hatî kirin nirxandin kir û got: "Ev sed sal in Êzidî di bin zilm û zordariyê de ne. Ola Êzdiyatiyê yek ji kevintirîn olên dîroka şaristaniya mirovatiyê ye. Bi avakirina dewlet û rejîmên sermaydar û kapîtalîst re ev ol rastî zext û tinekirinê hat ku Êzidî di dirêjahiya dîrokê de rastî 74 firman hatin. Fikra Împaratoriya Osmanî tundrew e, lewma hewl da hebûna gelê Êzidî û ola wan ji holê rake lê Êzidî bi ola xwe ve girêdayî bûn, teslîm nebûn û li ber xwe dan. Ev jî bû sedema berdewamiya hebûna ola Êzdî heta îro. Di van deh salên dawî de Êzidî rastî xirabtirîn şêweyên qirkirin û talanê hatin û komkujiya ku çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014'an de pêk anî birînên kur hêla.”

Keleha Nebî Horî jî talan kirin”

Eyşe Seydo êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên di sala 2018'an de li ser kantona Efrînê weke "bêexlaqî" bi nav kir û got: "Qêrîna zarokan, êş û azarên dê û bavan ên 58 rojan banga mirovahiyê dikir lê cîhan bêdeng û xemsar ma. Di êrîşa li ser Efrînê de balafirên şer û mûşekên Tirk, cihên pîroz û olî yên Êzidiyan kirin hedef ku li Efrînê 19 mezargeh hene, 16 ji wan wêran bûne. Keleha Nebî Horî ku bi dîroka ola Êzidîtiyê tê nasîn ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve hate hilweşandin.”

“Êzidiyên Efrînê rojane rastî fermanan tên”

Eyşe Seido anî ziman ku dagirkeriya Tirk di çarçoveya pêvajoya guhertina demografiya herêmê de, bi tehdîd û tirsandinê ola îslamê ferz kir û wiha dom kir: "Ew vê yekê bi riya avakirina mizgeftan li gundên Êzidiyan, bi taybet gundê Baflon, Feqîra, Basofan, Qestal Cindo dike. Digel avakirina niştecihbûnê û bicihkirina Ereban li wan gundan da ku Kurdên Êzîdî ji holê rake û înkar bike. Tişta ku li Efrînê li dijî Êzidiyan tê kirin, bi armanca tepisandina wan û guhertina dîroka wan e û ev jî bi kuştin û îşkenceyê, yan jî bi revandin û reşkirinê ji bo bidestxistina mikdarek pereyan tê kirin.

Rêvebera Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrînê Eyşe Seydo di dawiya axaftina xwe de banga piştevaniyê li her kesê kir û got: "Êdî bes e kuştin û hedefgirtina Êzidiyan û tundiya li ser ola wan. Êdî bes e kuştina ji jinan, êrîşên ser ol û binpêkirinan re. Divê cîhan xwe berpirsyar bibîne û hewl bide ku xeletiyên xwe serast bike û bêdengiya xwe li hember Êzidiyan bişkîne û parastina hebûna wan bike. Pêwîst e gelê Êzidî yê li Rojhilata Navîn û Ewropayê li hember êş û azarên Êzidiyan ên ji ber topbarana Efrînê û Şehbayê her roj rastî firmanê tên, li hemberî civaka navneteweyî rabin ser piyan.”