‘Êrîşên li ser eyaleta Bakur li Sûdanê dê xeteran bi xwe re bîne’

Jinên Sûdanî der barê êrîşên li ser eyaleta Bakur de wiha gotin: "Eyaleta bakur di warê çandinî û enerjiyê de navdar e, di heman demê de penaber lê bi cih bûne. Êrîşên li ser wê jî dê xeteran bi xwe re bînin."

EYA IBRAHÎM

Sûdan – Êrîşên berdewam ên Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) li deverên stratejîk, bûne sedema qutbûna elektrîkê û avê li eyalatê, ji du mehan zêdetir e av û elektrîk tune ye. Ev rewş herî zêde ziyanê dide cotkarên ku çandiniyê dikin.

Di heyama borî de, fermandarê Hêzên Piştgiriya Lezgîn gef xwar ku dê êrîşê eyaleta bakur bike, ji destpêka pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de di Nîsana 2023'an de zêdetirî sê milyon kes koçber bûne. Pêşveçûnên herî dawî li herêmê ew bû ku artêş dikaribû çend cihên berê ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve dihatin kontrolkirin ji nûve bigre û dest bi avakirina hikûmetê bike.

'Hedefgirtin sûcê şer e'

Nivîskara serbixwe û lêkolînera siyasî Salî Zekî diyar kir ku êrîşa li ser eyaleta Bakur ku koçber lê bi cih bûne dê bibe sedema zêdebûna xetera şer û wiha dest bi gotinên xwe kir: "Eger êrîş çêbibe dê encamên wê yên cidî hebin, di nava de kuştin, koçberkirin û terorîzekirina sivîlan jî heye. Ew ê ewlehiya xwarin û aboriyê jî bixe xeterê, ji ber ku eyaleta Bakur di warê çandinî û enerjiyê de gelek girîng e. Hedefgirtin sûcek şer e û êrîşkar ji pîvanên exlaqî dûr in. Parastina sivîlan divê weke pêşîniyek bimîne û ji hemû tiştên din jortir be. Bi hinceta hedefgirtina artêşê, Hêzên Piştgiriya Lezgîn sivîlan dike armanc û bi binpêkirinan re rûbirû dihêle."

'Jinên Sûdanî bi pêşveçûna xwe li qadên şer tên nasîn'

Hilberîner û pêşkêşvana bernameyek televîzyona eyaleta Bakur, Ebîr Awad Hamid destnîşan kir ku jinan amadebûna xwe ji bo rûbirûbûna her êrîşê diyar kirine û got: "Li qadên şer jin çekan hildigirin da ku welat biparêzin û moralê xwe bilind bikin. Jinên Sûdanî demek dirêj e bi pêşveçûna xwe ya li qadên şer tên nasîn. Welatên eyaleta Bakur ji tiştên ku li Sûdanê diqewimin û tiştê ku ewlehiyê tehdît dikin pir haydar bûne."

'Êrîşên li ser eyaletê dê karasetek mirovî bi xwe re bîne'

Rawya Mohamed Osman ku di warên medyayê, plansaziya çalakiyan û perwerdeyê de dixebite, destnîşan kir ku ev gef weke beşek ji şerê psîkolojîk ê ji hêla Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve li dijî sivîlan tê kirin, piştî ku li gelek eniyan şikestinên mezin çêbûn û çend deverên ku berê kontrol dikirin winda kirin, bi taybetî jî li Xartûmê. Li eyaleta Bakur ji ber qutbûna elektrîk û avê, êşa nifûsa koçber girantir bûye. Êrîş dê ji bo sivîlên li eyaleta Bakur, bi taybetî ji bo kesên ku ji ber şer û pevçûnan reviyane, karesatek mirovî ya mezin bi xwe re bîne."

'Eyaleta bakur stûna Sûdanê ye'

Pispora çandiniyê Zeyneb Babkir Omar ku li eyaleta Bakur dijî diyar kir ku gel bi taybetî jin li ber xwe didin û wiha axivî: “Jin azad û jêhatî ne. Welatiyên eyaleta Bakur bi giranî xwe dispêrin çandiniyê, ji ber vê ew stûna Sûdanê ne û tu gef an êrîşê tehemul nakin."

'Êrîş ziyanê didin qada çandiniyê ya eyaletê'

Sîham Ehmed Omer ku ji niştecihên eyaleta Bakur e û li Yekîneya Îdarî ya Kerîmayê dixebite, got ku êrîşên dawî yên Hêzên Piştgiriya Lezgîn bi dronan li ser eyaletê zirareke mezin dane sivîlan, bi taybetî di warê elektrîkê û qutbûna avê de bandorê li demsala çandiniyê kiriye û da zanîn ku îsal dê ziyanên mezin bigihîje şêniyan.

Herêm ji ber êrîşan bi ziyanan re dimîne

Kewther Ebd El-Xefar jî diyar kir ku pevçûn bandorek mezin li ser niştecihên eyleta bakur kiriye û got: "Piştî qutbûna av û elektrîk li ser eyletê ji ber êrîşan, qada çandiniyê bi ziyanan re rûbirû ma. Di heman demê de bandor li ser qada kar li herêmê jî kir ku bi gefên Heêzên Piştigiye Lezgîn re rûbirû dimîne."