Êrişên dewleta Tirk didomin: Çima Til Rifet?

Dagirkeriya Tirk her dem dixwaze êrîşî navçeya Til Rifet a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bike û gefên dagirkirinê li wê derê dixwe gelo girîngiya stratejîk a vê herêmê çi ye?

RAPARÎN BAKER

Şehba - Navçeya Tel Rifetê ji bo riya navneteweyî ya ku Helebê bi paytext Şamê ve girê dide, xwedî girîngiyeke stratejîk e her wiha weke riyeke bazirganiyê ya hatin û hinardekirinê tê hesibandin ku bajarên herî diyar ên Sûriyeyê ji Helebê heta Dera li başûr bi hev girê dide. Navçe cihekî ku gelek şûnwarên arkeolojîk dihewîne ye, girê li navçeyê ji aliyê kevnariyên ku rêza şaristaniyên herêmê vedibêje, dewlemend e. Di heman demê de ew herêmeke çandiniyê ye û di van salên dawî de bûye penageha koçberên Efrînê.

‘Til Rifet di sala 2015’an de ji aliye Cebhet El-Ekrad ve ji çeteyan hat rizgarkirin’

Endama Koordînasyona Kongra Star a Efrîn- Şehbayê Necah Hisên diyar kir ku Til Rifet navçeyeke kevn e û berê navê wê “Til Arfad” bû û wiha pê de çû: “Til Rifet li bilindahiya 457 metre ji asta deryayê ye û xwedî cîhek erdnîgarî ya kevnar e ku wê dike navendek ji bo hemî gundên derdorê. Ji destpêka krîza Sûriyeyê ve di salên 2011-2012’an de, çekdarên opozîsyona Sûriyeyê Til Rifet ji xwe re kiribûn weke girtîgehê. Çete ji bo wêrankirina herêmê xebitîn û ev yek jî bû sedem ku Cebhet El-Ekrad wê herêmê rizgar bike. Di sala 2015’an de navçeya Til Rifet ji aliyê hêzên Cebhet El-Ekrad ve ku ji şêniyên kantona Şehbayê pêk dihat ve hat rizgarkirin. Navçeya Til Rifetê yek ji mezintirîn navçeyên kantona Şehbayê ye.”

‘Armanca dewleta tirk dagirkirina Til Rifetê ye’

Necah Hisên eşkere kir ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê gelek herêmên kantona Şehbayê dagir kirine û dagirkirina Til Rifetê ji bo Tirkiyeyê weke armanceke ku nikaribû pêk bîne ma û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Dagirkeriya Tirk bi bombebarana bênavber siyasetek bi zanebûn li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di serî de Til Rifetê, dimeşîne. Bi hezaran şênî û koçberên Efrîna dagirkirî li Til Rifetê li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevbeş dijîn. Til Rifet û herêmên din ên Şehbayê bûne herêmên herî bi ewle û aram. Armanca dagirkeriya Tirk û welatên din ew e ku hevgirtina di navbera van pêkhateyan de têk bibe.”

Li ser komkujiyên dewleta Tirk ên li navçeya Til Rifetê, Necah Hisên wiha got: “Dewleta tirk a dagirker bi êrîş û topbaranên berdewam ên di hefteyên dawî de careke din li Til Rifetê gelek komkujî pêk anîn. Dewleta Tirk a dagirker hewl dide ewlekarî û aramiya herêmê têk bide. Armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku Împaratoriya Osmanî ya hilweşiyayî vejîne. Hemû hincetên ji bo êrîşkirina herêmê derew in armancên Tirkiyeyê yên mezintir hene û armanca sereke têkbirina projeya neteweya demokratîk a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”

‘Divê ku rejîma Sûriyeyê li dijî planên dagirkeriya tirk hişyar be’

Necah Hisên da zanîn ku navçeya Til Rifet ne dûrî Helebê ye lewma divê rejîma Sûriyeyê jî ji planên dagirkeriya Tirk hişyar be û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Dagirkirina Til Rifetê wê Helebê bike hedefa duyemîn a dagirkeriya Tirk. Dagirkeriya Tirk çeteyên xwe ji bo destpêkirina hemleyan li dijî gelê Sûriyeyê bi kar tîne. Beriya hilbijartinên Tirkiyeyê em ê bi êrîşên hovane re rû bi rû bimînin lê ji bo parastina xaka xwe li gorî şerê şoreşgerî yê gelan û ji bo hişyariya şerê taybet li dijî hemû herêmên me tê meşandin em dixebitin. Serkeftin û destkeftiyên ku me li wan deveran bi fedakariya şehîdên xwe bi dest xistine gelek in, ji ber vê yekê Tirkiye dê wisa bi hêsanî nikaribe bikeve herêmên me.”