Êriş û rêgirî xwendina ciwanên Mexmûrê çawa bandor dike?

Gelê wargeha Mexmûrê ya ji ber êrişên dewleta Tirk ên salî 90’î neçar ma ku koçî Başûrê Kurdistanê bike, rûxmê êrişên dewleta Tirk û PDK’ê pergala xwe ya perwerdeya zimanê dayîkê didomînin.

BERJÎN KARA

Mexmûr – Bi hezaran kesên ku di salên 1990’î de ji ber êriş û polîtîkayên dewleta Tirk a valakirin û şewitandina gûndan û ferzkirinên wî yên cerdevantiyê neçar man ku ji Botanê koçî Başûrê Kurdistanê bikin, li vê derê rûxmê neçar man ku 8 wargehan biguherin jî gav bi gav pergala xwe ya perwerde ya demokratîk a bi zimanê dayîkê ava kirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmûrê ku di sala 1998’an de lê bi cih bûn û ji aliyê Netewên Yekbûyî ve bi awayekê fermî tê nasîn, gelê ku pergala xwe ya perwerde ya demokratîk a zimanê dayîkê înşa kirin di roja me de bi êrişên dewleta Tirk û PDK’ê re rû bi rû ye.

Wargeha ku di Tebaxa 2014’an de rastî êrişên DAIŞ’ê hat û ji aliyê gerîlayên PKK’ê û mîlîsên Mexmûrê ve di nav çend rojan de hat rizgarkirin ji Nîsana 2017’an heya roja me rastî êrişên dewleta Tirk tê. Bi qasî ku ev êriş derûniya xwendekaran bandor dike, ji ber rêgirî û ambargoya ku Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ji dîroka 19’ê Tirmehê ve li ser wargehê pêk tîne xwendekarên ku dibistana amadeyî bidawî dikin, ji bo xwendina zaningehê nikarin biçin Başûrê Kurdistanê û Iraqê.

Mamoste Berîvan Demîr a anî ziman ku xwendekar û mamosteyên li wargeha Mexmûrê dijîn rûxmê van êrişan û rêgiriya li ser wargehê jî bi biryar in ku perwerdehiyê bidomînin, li wargeha Mexmûrê pergala perwerdeyê çawa hat avakirin, berxwedana xwendekar û mamosteyan ji ajansa me re vegot.

Li kampên destpêkê kursên xwendin û nivîsandinê 

Di sala 1994’an de ji ber zilma dewleta Tirk, bi hezaran kes ji herêma Botanê neçar man koçbeî Başûrê Kurdistanê bibin. Welatiyên ku neçar man koç bikin pêşî li kampên Bihêre û Şeranişê yên li herêma Heftanîn a Başûrê Kurdistanê bi cih bûn. Dema li van kampan bi cih bûn, ji bo zarok bê perwerde nemînin, qursên xwendin û nivîsandinê hatin destpêkirin. Piştre kesên ku neçar man koçî kampa Bêsivê bikin, li vir kozik çêkirin û kursên xwendin û nivîsandinê berdewam kirin. Gelê ku ji ber zext û êrîşên PDK'ê neçar ma koçberiya xwe bidomîne, li her kampa ku çûyîn xebatên xwe yên perwerdehiyê domandin û pêş xistin.

Ji xendina Kurdî ya li Etrûşê heyanî pergala xwendinê ya li Mexmûrê...

Di sala 1995’an de li Kampa Etrûşê bingeha pergala perwerdeya bi zimanê Kurdî di konan de hat avêtin. Tevî hemû êrîşên dorpêçkirinê jî gelê Kurd dest ji armanc û têkoşîna xwe berneda. Li vê kampê êdî perwerde bi sîstematîzebûna hinekan hatiye xurtkirin.

Li Wargeha Mexmûrê ku di sala 1998’an de bi koçberiyê statûya penaberiyê wergirtibû, dibistanên xwe ava kirin û pergaleke nû ya perwerdeyê pêş xistin. Ji bo gelê wargehê perwerde û xwerêxistinkirin di serî de bû. Li wir jin, zarok, ciwan û extiyaran bi tevayî di pêvajoya avakirina civakê de dest bi perwerdeya xwe kirin. Ji sala 1998’an û vir ve 11 dibistan, ku 5 dibistanên seretayî, 4 dibistanên seretayî, dibistana navîn û lîse jî hene, li seranserê kampê hatin avakirin û dest bi perwerdeyê kirin. Her sal hejmareke girîng a xwendekaran ji kampê mezûn dibe.

'Bingeha perwerdehiyê bi derfetên pir kêm hat avêtin'

Berîvan Demîr diyar kir ku gelê ku ji ber zextên dewleta Tirk neçar ma ji Botanê koçî Başûrê Kurdistanê bike, li hemû kampên ku çûne hewl dane zimanê xwe û çanda xwe biparêzin û wiha got: “Bi hezaran gelê Botanê di salên 1993-94-95’an de ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk berê xwe dan Başûrê Kurdistanê. Malbatên me jî wek Kurd ji bo ku hebûna xwe û çanda xwe biparêzin, nebin cerdevan û asîmîle bibin neçar man koç bikin. Bi bicihbûna li kampa yekemîn re, bi awayekî perwerdeyê dest pê kir. Di wê heyama destpêkê de em zarok û xwendekar bûn. Lê niha wek mamoste em xwendekaran perwerde dikin.

Berê ciwanên me yên ku heta Bihêr, Bêsîv, Geliyê Qiyametê, Etrûş û heta Nînovayê jî bi xwendin û nivîsandinê bûn û çend mamostayên me pêşî dersên alfabeyê didin xwendekaran. Bi hînkirina kilam, peyv û hevokan gav bi gav bingehê perwerdeya Kurdî danî.”

‘Me li Mexmûrê pergala perwerdeya nû ava kir’

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku rawestgeha dawî ya penaberên Botanê ya li Başurê Kurdistanê ye ew çawa pergala xwe ya xwendinê ava kirine Bêrîvan Demîr wiha qal kir: “Dema em derbasî Wargeha Mexmûrê bûn, sîstemeke cuda hebû. Me bi alîkariya Neteweyên Yekbûyî û xêrxwazên derdorê hin dibistan çêkirin. Li vir jî gelek zehmetiyên me hebûn, lê heta ku em gihîştin astekê me bi vî rengî kom kir. Me dikaribû pêdiviyên wek pirtûk, pênûs û kirtasiyê dabîn bikin. Bi vî awayî, me hewl da ku xwendekarên xwe di qursên cûda de pêşve bibin.

Bi demê re, giranî li ser sîstema perwerdeyê bû û me sîstemeke nû ya perwerdeyê ava kir. Me bi zimanê xwe yê zikmakî pergaleke perwerdeya demokratîk pêş xist. Mamoste li ser amadekirina pirtûkên dersê giranî dan û me pirtûkên xwe çêkirin. Mamosteyên ku havînê pirtûk amade dikirin, dema dewreya perwerdeyê dest pê kir ji van pirtûkan ders didan. Em dikarin bibêjin ku hê jî bi vî rengî berdewam dike.”

'Ji ber ambargoya PDK'ê xwendekar nikarin biçin zanîngehê'

Bêrîvan Demîr diyar kir ku êrîş û êrîşên dewleta Tirk, ambargo û polîtîkayên neyînî yên PDK'ê bandoreke neyînî li psîkolojiya xwendekarên Mexmûrê kiriye, lê dîsa jî bi israr in ku perwerdehiya xwe bidomînin. Bêrîvan Demîr wiha berdewam kir: “Em girîngiyeke mezin didin perwerdeyê. Em xwendekarên xwe heta lîseyê biqedînin perwerde dikin. Lê belê, di van salên dawî de, em gelek tengahiyê dijîn. Bi ambargoya PDK’ê ya ku di sala 2019’an de dest pê kir, dest bi qebûlnekirina xwendekarên me li zanîngehan kirin. Ji ber dorpêç û ambargoyê xwendekarên me ne li Iraqê û ne jî li Başurê Kurdistanê nikarin biçin zanîngehê. Ji ber vê sedemê valahiyek heye û xwendekarên me tenê dikarin lîseyê biqedînin. Dagirkeriya dewleta Tirk a li herêmê yek ji sedemên herî mezin ên vê yekê ye. Di vê wateyê de em weke civak, xwendekar û mamoste rastî zehmetiyên mezin tên. Di heman demê de ji bo kampê 3-4 salan qedexe heye. Di warê nexweşî, perwerde û debarê de gelek zehmetî hene. Ev yek bandorê li xwendekar û mamosteyan dike. Bi rastî di warê aborî û siyasî de bandoreke neyînî çêdike û psîkolojiya xwendekaran bandor dike.”

'Em ê li dijî her cure êrîşên fîzîkî û psîkolojîk li ber xwe bidin'

Bêrîvan Demîr diyar kir ku her çend NY’yê penaberiyê qebûl bike jî dewleta Tirk li dijî êrîşên li ser Wargeha Mexmûrê dengê xwe dernexistiye û got, van êrîşan bandoreke neyînî li psîkolojiya xwendekaran dike.

Bêrîvan Demîr, anî ziman ku êrîşên hewayî yên dewleta Tirk, xwendekar û civaka li kampê dijîn jî bi êrîşên din re rû bi rû ne û got, “Di heman demê de DAIŞ êrîşî derdorê dike. Ji aliyê erdnîgarî ve qada şer e. Bi gotineke din, Rojhilata Navîn a ku em tê de ne, di nava şer û kaoseke mezin de ye. Mexmûr di bin van polîtîkayên şerê qirêj û êrîşan de ye. Dijmin li vir êrîşên giran dike. Polîtîkayên xapandina ciwanan, êrîşên psîkolojîk û fizîkî, bombebaran dewam dikin. Bi van hemû êrîşan re dixwazin kampa me û civaka me ji hev belav bikin." Di dawiyê de Berîvan Demîr, bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd di her qadê de tê meşandin û got, “Civaka Mexmûrê, bi mamoste û xwendekarê xwe re wê li hemberî van polîtîka û êrîşan li ber xwe bide.”