Çîrokek min jî heye: Ez Nehla ya Êzîdî!

Nehla bi Erebî tê wateya hezkirina cara yekem a her tiştî… Nehla li Şengalê xwe ji nû ve bi jiyanê ve girê daye. Ger ew bikaribe vegere demên borî dê bixwaze ku her tişt wekî cewherê xwe pak û mehsûm wekî di dema zaroktiya wê de be. Tiştên ku jiyaye giraniya xwe di çavên wê de diyar dikin, wekî ku bixwaze wî barê giran demek zûtir dayne.

DERYA DENÎZ
Şengal - Her netew, her civak, her perçeyek ax, her giyan, beden û her jina ku bi fermanan re ketiye binê qirkirinê, tu carî tiştê ku jiyaye ji bîr nake. Êşa ku li van axan tê jiyîn ji lûtkeyên çiyayan heya deştan dirêj dibe û diçe deşt, çol û deverên dûr û dirêj. Sedam jî tevli hovîtiya Osmaniyan bû, piştre jî Barzanî û dûre jî bi ceribandina her zext û zorê civakek bi bawerî û çanda xwe ket bin qirkirinê.
Van axan di berhevoka serpêhatiyên xwe de veguheriye hezar û yek çîrokên trajîk. Ger were pirsîn ka li Şengalê çi heye, bersiva ku bê dayîn ev e: "Afirandina cîhanek ji çîrokên vê derê." Her gava ku bavêjin çîrokek e. Li her derê ji we re vedibêje ka wan çi li dû xwe hiştine û çi bi xwe re birine. Her çîroka ku dest davejiyê bêguman cesaret û qebûlkirinê dixwaze. 
Hezkirina cara yekem a her tiştî..
Em li Serdeştê li quntara çiyayên serhildêr ên Şengalê bi jinek re rastî hev tên. Nehla  bi Erebî tê wateya hezkirina cara yekem a her tiştî. Jineke ciwan û xweşik. Çîroka ku wê li gotinên xwe bar kiriye, ji çavên wê re giran hatiye. Wekî ku ew tune be û dixwaze barê xwe bihêle. Lê belê, kila ku rijiyaye ser bîbika çavên wê bedewiyek din li çavên wê zêde kiriye. Ew wisa radiweste, bi awirê xwe yê şermokî û dûrbîn li me temaşe dike. Kengê ku şermiya wê dest pê bike, ew gazî kurê xwe Zerdeşt dike. Ew cesaretê ji kurê xwe digire. Dema ku ew bi Zerdeşt re dilîze, em berê xwe ji awirên wî dizivirînin û dikevin nav axaftineke din. Em qala xwekuştina jinên li wargehan li herêmên di bin rêveberiya malbata Barzanî de dikin. Xwekuştînên ku ew demek e çêdibin, di rojeva hemû Şengalê de ne, her kes heman pirsê dipirse. Di wan wargehan çi diqewime? Çima ewqas jinên ciwan xwe dikujin? Di sohbeta me de, pirs û şîrove giran dibin. Wê gavê, Nehla dikeve navberê dibêje: “Ez du meh berê ji wan wargehan hatim. Ez dikarim ji te re qala jiyana wir û bêguman serpêhatiyên xwe bikim."
Nehla vedibêje
Ew me vedixwîne mala xwe, çadira xwe ya li Serdeştê. Roja din em kamerayên xwe digirin û diçin. Nehla digel Zerdeşt bi çaya xwe ya li ser sobeyê çekirî li ber derî pêşwaziya me dike. Kona wê hevterîb e (mutavazî), jixwe kon bi her awayî hevterîb in. Sohbeta me bi Nehla re dema ku me çaya xwe di hewaya xweş a Serdeştê de vedixwar dest pê dike. Di empatiya jinê de, em di demek pir kurt de dibin heval. Ew dibêje, em guhdarî dikin; em dibêjin, ew guhdarî dike. Piştî ku me ji bo kişandinê  mesafeyek xist navbera xwe û Nehlayê ew dest bi vegotina çîroka xwe dike.
"Ez Nehla me, ji Xanesorê me, Xanesora kevin. Ew hestek cuda bû ku min yekem carî wateya zaroktiya xwe hîs kir. Gava ku ez zaroktiya xwe difikirim hîn jî digihîjim hesteke cuda û ev yek min kêfxweş dike. Min di şeşsaliya xwe de dest bi dibistanê kir. Bavê min, ez dibirim dibistanê. Gava ku ez nû çûm dibistanê, ez tirsiyabûm. Ji bilî derdora malbatê, cara yekem derketina min a ji malê bû lewre her tişt ji min re xerîb bû û vê yekê ez ditirsandim. Dûre ez bi demê re fêr bûm û min ji dibistanê hez kir. Ez salekê li Xanesorê çûm dibistanê. Dema ku ferman çêbû, ez ne li Şengalê bûm. Min her sal alîkariya xalê xwe yê karkerê çandiniya demsalî dikir. Dûre rojek me bihîst ku li dijî Şengalê êrîş hene. Yê ku me jiya, pir xirab bû, em pir dûr bûn û haya me ji bûyerên ku li Şengalê diqewimîn tunebû. Ji me re behsa mirî û birîndarên li Şengalê û yên hatine revandin dikirin û her tiştê ku diqewimî, wekî min jiyabe, min hîs dikir. Ez diçûm ba yên reviyane Başûr û min dipirsî ka li Şengalê çi qewimiye û her ku min bihîst ez tirsiyam. Qebûlkirina tiştê li Şengalê qewimîbûn, pir zehmet bû. Malbata min xwe li çiyayan girtibû. Piştî fermanê saleke din min li gel xalê xwe karê çandiniyê kir. Piştre malbata min hat li wargeha Bacide ya girêdayî Zaxoyê bi cih bû. Ez jî çûm wargehê gel malbata xwe.”
“Sînorên wargehan ji bo me cihên bêhngirtinê bûn”
Nehla dema ku ji me ra behsa jiyana wargehê dike bêzar dibe. Dema ku jiyana xwe bi bîranîna jiyana zindanê ya ku wê bi salan li wir jiyaye re anî ba hev, di peydakirina peyvên ku pê vebêje de zehmetiyan dikişand. Lê tevî wê jî bi înad xwest ji me re vebêje û em jî heya dawiyê li Nehlayê guhdar dikin. Nehla ji me re wiha qala wargehê  dike;
“Di pêvajoya destpêkê de bi êşa tiştên ku qewimîn, hemû kes xwedî li hev derketin; me hev girt. Hemû kes hinek ji piştgiriya ku ji hev girtin, li ser piyan man. Di kampa yekem de dibistan tunebûn. Piştre dibistan vebûn û min dibistan li wargehê domand. Ez 3 salan li wargehê çûm dibistanê. Li wargehan dibistan zêde vekirî nediman, mînak ez di salekê de bi tevahî 2 mehan neçûm dibistanê. Wekî din, li wargehê kursên zimanê îngilîzî û cihên terapiyê hebûn. Piştî fermanê û ji ber xwekuştinên li kampan, piraniya me, di wan terapiyan re derbas bûn. Ez jî çûm. Her roj, piştî dibistanê, min berê  xwe dida cihê terapiyê. Li wargehan tenê qada jiyana me cihên ku bi têlan hatibûn dorpêçkirin bûn. Em bi hevalên xwe re li cihên têlên hesinî yên wargehê digeriyan. Ji bo ku em ji zehmetiya jiyana li wargehê ku dişibiya zindanê û malên di ber hev de hinek dûr bikevin em diçûn ber sînorên wargehê. Sînorên wargehan dibûn  deverên ku em nefes li wan bigrin. An jî em diçûn dikanên ku li derbasgeha wargehan bûn." 
"Tiştên ku min jiyabûn, min ber bi xwekuştinê ve dibirin" 
Nehla nikare jiyana wargehê, geşedana bûyerên awarte yên li wargehê yek li dû yekê û tiştê bi fermanê re li dijî gelê wê hat pêkanîn qebûl bike. Nehla ku ji bo çareserkirina nakokiyên di hişê xwe de zehmetî dikşîne, piştî demek bi giraniya tiştên ku jiyane re dikeve depresyonê. Li ser vê yekê wiha dibêje: “Ez hatim asta xwekuştinê. Jiyanê ji bo min wateya xwe winda kiribû. Min nikaribû jiyana wargehê qebûl bikim. Tiştên ku qewimîn min nikaribû ji bîr bikira. Ez çûm terapiyên psîkolojiyê. Tedawiyên ku min li ser hev dîtin, ji bo min baş hatin. Wê hingê min fam kir ku xwekuştin ne çareserî ye. Min biryar da ku ez ê bimînim û jiyana nû ava bikim." 
Nehla ya ku dev ji xwekuştinê berdide, bi xortekî ku di temenê biçûk de nas kir re dizewice. Gava ku dizewice, ew ji bo demek kurt tê Şengalê û dûre digel hevjînê xwe vedigere wargehan. 
Jin di kampan de tên firotin
Cara duyemîn vegera wargehan ji bo Nehlayê pir zor tê. Zewaca di temenê biçûk de û  jiyana di wargehan de, Nehlayê ber bi zehmetiyên din ên jiyanê ve dibe. Ew ji me re behsa zewaca di temenê biçûk de dike û diyar dike ku jinên ciwan dikevin nava travmayeke çawa. 
“Di jiyanê de wekheviya jin û zilam tune ye. Jinên ciwan dema ku di jiyana xwe de hilbijartinên xwe dikin divê vê yekê bifikirin. Divê jinên ciwan zilamên ku bi wan re heval in baş nas bikin. Biryarê zewacê divê wisa zû neyê dayîn. Afirandina malbatê berpirsyariyek cidî dixwaze. Dema ku dor tê ser parvekirina jiyanê, ne demkî divê biryarek rast û baş were dayîn. Bêguman bi biryarên ne rast, encama zewaca di temenê biçûk de trajîk dibe. Çavkaniya pirsgirêkên ku di civakê de hene ev xal e. Ewqas jinên ku xwe dikujin û dişewitînin, gelek ji wan di temenê biçûk de zewicîne. Bi peyv û sozên evîna sexte yên mêr divê neyên xapandin. Zewaca di temanê biçûk de wekî lîstikek ji bo mêr û jinan dest pê dike. Piştre rastî giraniya jiyanê tê û di encamê de xwekuştin û kuştin çêdibe. Ez di temenek biçûk de zewicîm û ez dixwazim encamên xwe bi jinên ciwan re parve bikim. Bi taybetî li wargehan gelek kuştinên jinan hene. Yên ku hatin şewitandin, xeniqadnin, rastî şîdetê hatin, reviyan, winda bûn û hwd. Kuştinên bi vî rengî her roj li wargehan diqewimin. Li wargehan tiştên pir xirab diqewimîn. Jin bi 5-50 hezar dînar dihatin firotin. Di wargehan de ji bo jinan derfetên xebatê tune ne. Mirov naxwaze li wir bijî. Pîvanên jiyanê pir giran in û bêguman jiyana girtîgehê piştî demekê mirovan dixe nav travmayek cidî. Di vê wateyê de, li wargehan, gelek întiharên gelemperî hene." 
Şengal bi jinan re ji nû ve vejiya
Nehla, piştre vegera xwe ya Şengalê ji me re vedibêje. Dema ku tiştên di kampan de qewimîne vedibejê, di dawiya her hevokê de dibêje "Li vir ne wisa ye, jiyan li vir xwedî wate ye, jiyana li wan kampan tu carî wekî li vir nabe." Piştî axaftineke dirêj, Nehla navber dide axaftina xwe. Mîna ku xwe di hembêza jiyana nû de bihêle, Zerdeşt hembêz dike, bêhn dike û maç dike. Dûre ew digel Zerdeşt li ber mala xwe, yanî li ber çadira xwe dareke zeytûnê datîne. Nehla wê dara zeytûnê ji bo jinan datîne û dibêje; "Ez vê darê ji bo jinan datînim, her ku dar mezin dibe, jin dê li Şengalê bigihijîn azadiya xwe û li Şengalê baş bibin û xweşiktir bibin."
Nehla herî dawî ji me re behsa Şengala pêşî û piştî fermanê dike: “Jin pir guherî ne. Li Şengalê jin berê di malê de hatibûn hepskirin. Lê niha ew hem li hundir hem jî li derve çalak in. Jin dikarin xwe biparêzin, ji bo doza mafên xwe bikin her çalakiyê dikin, jiyana cuda ya jinan heye. DAIŞ êdî nikare nêzî jinên Şengalê bibe û wan birevîne. Hêza Şengalê heye ku li ber her fermanê bisekine. Jin fêrî parastina xwe bûne. Êdî kes nikare destên xwe dirêjî jinên Êzidî bike."