Çîrokek koçberiyê

Ayîşa Xidir a 50 salî bi qasî emrê xwe di du salan de êşa koçberiyê dijî bi dilek tijî hêvî ku çavên wê bendewara vegera gundê wê ne dibêje: “Ger ku ez konekî jî li ber mala xwe ya hilweşayî vedim ez razî me.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- Di şer de jin, zarok, kal û pîr zirara herî mezin dibînin û dibin qurbaniyên çek û polîtîkayên hêzên hegemon. Qaşo saziyek bi navê Rêxistina Mafên Mirovan heye lê ev sazî di dema êrîşên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de rola xwe nalîze, tenê wekî tamaşevan li sivîlan dinêre ku bi çi awayî tên qetilkirin, lingê wan tê jêkirin û çawa zaroktiya zarokan ji wan tê dizîn û jin ji mafê xwe yê jiyanê tên mehrûmkirin. Li her gundekî di xeta agir de ji ber dewleta tirk a dagirker li navçeya Til Temira Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dehan çîrok hene ku li benda dîtin û nivîsandinê ne. Malbatên ku ji ber dijwariya topbaranê koç bûne hemû êş û hêviyên xwe bi xwe re hilgirtine û li gundewarên navçeya Til Temirê ku li başûrî wê dikeve bi cih bûne.

Malbata Ayîşa Xidir a 50 salî ku dayika 8 zarokane, yek ji wan malbatên ku ji gundê Dirdarayê neçarî koçberiyê bûn û li gundê Til Nesrî bi cih bûne ye. Di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya di Sibata 2015'an de gundê Til Nesrî wekî gundên din para xwe ji hovîtiya çeteyan girt. Hemû mal hilweşiyane û hema bêje tenê dîwar mane ku şahidiya hovîtiya çeteyên bê îman dikin. Mal hatine teqandin û ji ber obîs û hawanan hatine rûxandin. Ji ber wê jî ew mal êdî nedibû ku mirov di wan de bijîn. Piştî ku Ayîşa Xidir koç dibe, neçar dimîne di malek hilweşiyayî de bi cih bibe. Ayîşa bi derfetên xwe yê kêm dest bi sererastkirina wê mangeyê kir. Hinek tûtya hebûn ku êdî ji kevinbûna xwe riziyabûn û qol bûbûn, neçar dimîne ku deyne ser mangeyê. Da ku tûtya li ber ba nekevin, çend tûr tijî ax dike û pêve didaliqîne da ku giran bibe. Her dilopa ku dikeve wî tûrî gihayek têde şîn tê. Ayîşa jî ev du sal in di vê rewşê de ye. Ji bo ku em êş, zehmetî û berxwedana dayika Ayîşa Xidir bizanibin, me hevdîtin pê re çêkir.

"Di nava zeviyên me de li şûna tovan, mayin hatine çandin"

Ayîşa Xidir di destpêka axaftina xwe de behsa xweşbûna gund a berî êrîşan dike û wiha dibêje: "Ji roja min çavên xwe li jiyanê vekir ve, ez li Dirdara me û em lê dijîn. Me debara xwe bi çandiniyê dikir lê piştî ku êrîşên dagirkeriya tirk li ser me çêbûn, heta erdê me jî çû. Li şûna ku em tovên genim û ceh li erdê bireşînin, dagirkeran mayin di nav de çandine. Li şûna tovan bermahiyên şer wekî topan di nav zeviyan de tên dîtin, ji ber wê jî em nikarin nêzî erdê xwe bibin. Toparan jî herî zêde ji girê Til Menax tê, li wir barageha dagirkerên tirk û çeteyên wan hene. Ji ber topbaranê mala min û ya kurê min hilweşiya. Dema ku topbaranê dest pê dikir, em dibeziyan çemê Zirganê li wir me xwe vedişart, heya ku radiwestiya em vedigeriyan malên xwe. Wextek ji topbaranê re tunebû, hema te didît ku top bi ser me de dibarin. Piştî ku mala me jî di encama topbaranê de hilweşiya, em neçar man derkevin û li Til Nesrî bi cih bibin."

"Di malek 5 mitro de 9 kes dijîn û cihê serşûştin, bixêrîk û razanê ye"

Ayîşa Xidir got ku ji tunebûnê hebûn afirandine û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Di encama êrîşên DAIŞ'ê de, piraniya malên Til Nesrî hatibûn hilweşandin. Me jî ji xwe re mangeyek dît, me tûtya avêt ser û tûr tijî ax kirin, nêzî du salan e jî em tê de dijîn. Di vê sermaya wekî mirinê de, em di bin vê mangeyê de jiyan. Mangeya me ya ku 5 metre dirêj bû û 3 metro fireh bû 9 kes tê de dijîn. Ev mange her tişt e, cihê serşûştinê, bixêrîk ango metbex û cihê razanê ye jî. Gelo 9 kes dikarin di mangeyeke 5 metre de demdirêj bijîn? Ya herî zehmet jî avdestxane nîn e ku em bi kar bînin. Rewşeke pir zehmet e, dema ku yek ji me dixwaze serê xwe bişû pir zehmetiyan dikşîne, ji ber ku hemû di wê mangeyê de ne."

"Dûayê min piştî her nimêjê bidawîbûna dagirkeriyê ye"

Ayîşa got ku ne ji dijwariya topbaranê baûy, ew ê vegeriya mala xwe û wiha domand: "Hema bêje her roj ango her hefte li Dirdarayê topbaran çêdibe, em nikarin biçin wir û mala xwe ji nû ve di bin topbaranê de ava bikin. Li vir jî rewşa me zehmet e, rêxistinên alîkariyê guh nadin me. Ruxmî hemû zehmetiyên heyî jî ez naxwazim derkevim derveyî welat. Li vir min çavên xwe li jiyanê vekiriye, li vir jiyame û li ser vê axê mezin bûme, ez ê çawa ewqas bîranînan li pey xwe bihêlim û biçim? Ger ne li gund jî be, ez pê razî me ku li derdora wê jî bijîm lê helbet ez di mala xwe de bim jî baştir e. Duayê min her roj piştî nimêjê vegera gund û bidawîbûna dagirkeriyê ye."

"Ji ber topbaranê min zaroka xwe ya çar salî li malê razayî ji bîr kiribû "

Ayîşa kêliyek berî du salan li gund di kêliyên topbaranê de bi bîr anî û got: "Di dema ku topbaran çêdibe de, sivîl li bin guhê hev dikevin ji ber ku dagirker bêser û ber gund û sivîlan topbaran dikin. Carekê, havîn bû dema ku topbaran çêdibe, ji tirsa topbaranê ez beziyam çem da ku xwe biparêzim. Di wê kêliyê de min zaroka xwe ya 4 salî ku li ber derî razayî bû ji bîr kir, ji dijwariya topbaranê kes nediwêrî vegere hundirê gund. Lê piştre zavayê me xwe li mirinê xist û çû zaroka min anî û hat. Xwedê baskên xwe avêtibû ser wê, ji ber wê di wê xewa xwe de mabû bêyî ku bi topên wekî baranê li ser gund dibarin bihese. Piştî ku zaroka min gihîşt cem min, topek li mala min ket û hilweşiya."

"Ez razî me ku konekî vegirim û li ber mala xwe ya hilweşiyayî bijîm"

Ayîşa bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Gotina min a destpêkê û dawî ew e ku ez vegerim mala xwe û li ser axa xwe, heta dawiya emrê xwe bijîm. Ez pê razî me ku konekî jî vedim û tê de bijîm lê ya girîng ew e ku li ser axa min be. Axa me rûmeta me ye ger ku ax here rûmet ji çi re ye. Ax me ji gelek tiştan diparêze û ya herî baş jî ew e ku mirov dema li ser ax û warê xwe be derûniya mirov rehet e. Rast e em li gund in û di nava vê axê de ne lê ne wekî ku ez li Dirdara bim û li ser axa xwe bim."