Çima li kuştina jinan temaşe dikin?
Civaknas, Feryal Saygiligîl girêdayî kuştinên jinan da zanîn ku çima li kuştinên jinan temaşe dikin û got: “Kuştina jinan, wekî li malan li qada giştî jî wekî bûyerek ji rêzê tên dîtin. Dibe ku em hemû ji heman çîn û rengî nebin lê bi heman rengî di bin zextan de ne. Em hemû qurbanên vê pergalê.”
DÎLEK GUL
Stenbol – li Tirkiyê her roja diçe bilançoya şideta ser jinan zêde dibe. Yên li hemberî vê rewşê dengê xwe derdixin cardin jinin. Kujerên jinan ji aliyê dozger û dadgehê vê serbest tên berdan. Ev jî dibe sedem ku êrîşên ser jinan zêde bibe. Li peyî her cînayetên jinan nîqaş tên kirin û ji her kesîmên civakê nerazîbûn bilind dibin, lê ji bo pêşiya cînayetan bê girtin tiştek nayê kirin.
Çima dengê wan nayê bihîstin?
Dîmenên Emîne Bulut ên tê de digot “Ez naxwazim bimrim” jî pêşî li kuştina jinan negirt. Mînak; Tuba Anlak a 30 salî li Arnavutkoya Stenbolê li mala xwe bi derba ku ji serê xwe xwaribû hat kuştin lê tu kesê dengê wê nebihîst. Ew jî li ber çavên keça xwe ya 6 salî hat kuştin. Dîsa Fatma Erdogan a 22 salî ji ber dixwest ji aliyê mêrê ku pê re zewicandîbû veqete, ji aliyê wî ve hat kuştin. Wê jî 15 deqe beriya were kuştin li polîs geriyabû gotibû “Hevjînê min ez rehîn girtime” û alîkarî xwestibû.
“Lewre jiyan bû magazîn”
Civaknas, Feryal Saygiligîl dibêje ku sedema mezin a bêdengiya li hemberî şîdeta mêran, “paşverûtî” ye û sernavek balkêş davêje: “Me dît ku di medyaya civakî de çawa li kuştina Emîne Bulut hat temaşekirin. Li cihê mudaxeleyê, li mirina wê hat temaşekirin. Gelek sedemên vê yekê hene. Sedema yekemîn, li wir meseleya malbatê heye. Li ber me hatiye hînkirin ku em têkilî sirên malbatê û têkiliyên navxweyî nebin. Kevneperestiyek wisa hişt heye ku tu têkilî têkiliyên nava malbatê nabî. Nikarî bibî. Yek ji kodên civakê ev e. Xwe têkilî mijarên wiha nake. Yek jî tirs heye. Her wiha em dibînin ku êdî jiyan bûye magazîn. Li wir li cihê mudaxeleyê, dîmen tên kişandin. Ji bo kes temaşekirin û kişandina bi telefonê, karê magazînê ye. Binêrin, bûyerên kuştinê nêrînek wiha bi xwe re tînin û helwesta ku li hemberî van kuştinan tê nîşandan, mijarê ji rewşa wê ya polîtîk vediqetîne. Ango girîngiya wê demê ango dema mirinê jî qels dike. ,Dema ku dîmen dikşîne çi dijî, ev hestek çawa ye gelo… Divê mirov li vê yekê jî mêze bike, bifikire. Ger di nava dehşetê de mabe, çawa dikare dîmen bikşîne?”
“Divê semîmiyeta medyayê civakî were lêpirsînkirin”
Civaknas Saygiligîl her çendî difikire ku medyaya civakî, jinan ji kolanan kişandiye jî dîsa der barê girîngiya wê de israr û diyar dike ku divê semîmiyeta medyaya civakî were lêpirsînkirin. “Medyaya civakî derketina kolanan kêm kir an jî bi awayekî ket pêşiya derketina derve. Lewre li wir tu zêdetir dikarî dengê xwe bidî bihîstin lê medyaya civakî tişteke demî ye. Ji ber wê, divê tu li ser semîmiyeta bertekên tên nîşandan bisekinî, lêpirsîn bikî. Li cihê ku mudaxeleyî kuştina Emîne Bulut bikî, kişandina wan dîmenan, ji ber mezinbûna bandora medyaya civakî ye. Dîtin û temaşekirina jiyana magazînwarî ji bo mirov rehet e. Mînak; medya li cihê agahdar bike, rojnamegeriya magazînî derxist pêş. Divê meraqa ku her dem bi mirov re heye, kanalîzeyê cihekî rast bibe. Niha, jiyana kesên din dibin mijara meraqê. Mirov bi telefonên xwe yên bi aqil her dem dîmenên jiyana xwe dikşînin û parve dikin û bi van parvekirinan, têkiliya xwe bi jiyana mirovên din re çêdikin. Dibe ku em encamên vê yekê 10 sal paşê bibînin. Me di 11’ê îlona 2003’an de li mala xwe li rûxandina çotkûleyan temaşe kir. Dema ku tu şer ji televîzyonê temaşe dikî, lêpirsîna ez çiqas dikarim jiyana xwe berdewam bikim bi te re çêdibe. Em di nava cîhanek xeyalî de ne, divê em vê bibêjin. Me avêtine nava hewzek û derdora me hatiye girtin.”
“Em hemû qurbanên vê pergalê ne”
Feryal Saygiligîl, dibêje ku ev rewşa bê bertek a li hemberî kuştina jinan çêbûye pir xerab e û wiha didomîne: “Jin tên kuştin. Lê ji ber ku em awayên şîdetê nizanin, em îro behsa darvekirin û xadimê dikin. Ya herî bi êş û xirab jî ew e ku her cure şîdet li her qadê heye. Lê her çiqas şîdeta mêr li her derê û qadê tê jiyîn jî pîrozbûna zarok, dê û bav naguhere û kuştina jinan li qada giştî jî wekî bûyerên ji rêzê tên dîtin. Li dijî vê yekê, divê wekî kuştina Emîne Bulut, em bikaribin kuştina jinên din jî bidin dîtin. Dibe ku em hemû ji heman çîn û rengî nebin lê em bi heman rengî zextan dijîn. Em hemû qurbanên vê pergalê ne. Divê em vê rastiyê baş bibînin.”
“Divê em li her derê bin”
Saygiligîl dibêje “Ez naxwazim piştî kuştina her jinekê gotina ‘lê’ bibihîsim” û dibêje ku lewre ev nêzîkahî kuştina jinan zêdetir dike. Baş e gelo em dikarin pêşî li jirêzêdîtina şîdetê û bêbertekbûna li hemberî van bûyeran bigrin? Saygiligîl wiha didomîne: “Belê divê em li kolanan bin. Li her derê bin. Ez difikirim ku teqez divê em din ava polîtîkayên dewletê de cihê xwe bigrin. Divê ji şîdeta ne zêde re jî cezayên giran werin dayîn. Bi polîtîkaya dewletê em ê çawa xwe bigihînin van mêran, divê polîtîkayek li ser mêrîtiyê ku wan bide fikirandin hebe û were pêkanîn. Ya herî girîng jî divê dersên zayendiya civakî ji dibistanên seratayî ve werin dayîn.”
Dibe ku tişta herî girîng ya civaknas Feryal Saygilgîl behs dike ew e ku bi têkoşîna jinan ketina nava polîtîkayên dewletê ye. Bi vî rengî dikare pergalek wekhev were afirandin. Wê demê dê kuştina jinan ji rezê neyên dîtin, ji dûr ve bi temaşekirinê neyên qeydkirin
Doç. Dr. Feryal Saygiligîl kî ye?
Li Zanîngeha Mîmar Sînan di Beşa Civaknasiyê de teza doktorayê li ser mijara “Keda Jinan a li Herêmên Serbest” nivîsand. Bi Gulîz Saglam re dokumanterên bi navê “Em wekî Çûkên di Qefesê de bûn”, (Di berxwedana Desayê de Jin) (2009) “Herêm” (2010) û “Jin di Grevê de ne” (2010) kişandin. Endama desteya weşanê ya Kovara Dergî ye. Li Zanîngeha Arel a Stenbolê di Beşa Civaknasiyê de hîndekar e. Di heman demê de li Zanîngeha Arelê di Başa Hunerên Xweş de ders dide. Doç. Dr. Feryal Saygiligîl yek ji akademîsyenên ku îmze avêtibûn bin belavoka aştiyê ya “Em ê nebin hevkarên vî sûcê” ye.