"Çavên min li hêviya vegera hevjînê min e"

Edle Mihemed a ku di 2014'an de li bajarê Minbicê di nava çeteyên DAIŞ'ê de dijiya wiha behsa zilm û zordariya wan kir û got: "Çeteyên DAIŞ'ê ne digotin ev biçûk e ne ev mezin e, rojane hemwelatiyên Minbicê li navenda bajar dihatin serjêkirin û daliqandin."

DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Çeteyên DAIŞ'ê yên girêdayî dewleta tirk di 21'ê Çileya 2014'an de bi çek, fuze û tangan bajar dagir kirin. Bi berxwedaneke mezin bajarê Minbicê ji aliyê Hêzên QSD'ê, Meclisa leşkerî û YPG/YPJ'ê ve di 1'ê Hezîrana 2016'an de hat rizgarkirin. Beriya şerê Sûriyeyê dest pê bike gelek hemwelatiyên ji Kobanê belavî hemû deverên Sûriyeyê bûn, li Şam, Heleb, Reqa, Tepqa, Minbic û hwd. Yek ji wan kesên ku li bajarê Minbicê dijiya, Edle Mihemed Heyder bi zarokên xwe re jiyana xwe didomand. Edle  dayika 8 zarokên e û di wan demên zehmet de kar û xebatên rêxistinî bi awayekê veşartî dimeşand û çalakî ango şahiyek hebûya amadekariya wan dikir. Ruxmê rastî ewqas zehmetiyan jî hatiye lê tu caran dev ji têkoşîna xwe bernedaye. Dema ku bajarê Minbicê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat dagirkirin, Edle û zarokên xwe nedikarîn xwe rizgar bikin û bi awayekê zor û zehmet têkoşîna jiyanê dimeşandin. Çeteyên DAIŞ'ê hevjînê Edle Mihemed Heyder ku ew jî kar û xebatê mala gel dimeşand rojek revandin û heta roja îro jî çarenûsa wî ne diyar e. Ruxmê zor û zehmetiyan Edle debara jiyan û zarokên xwe girt ser milên xwe û ji zarokên xwe re hem bû bav hem bû dayik. Niha bi keda destên xwe bi dirûnxaneyekê zarokên xwe xwedî dike. Edle tu caran dev ji hêviya xwe berneda û her dem li benda vegera hevjînê xwe ye. Edle pêvajoya ku jiyaye ji me re parve kir.
"Jiyan zor û zehmet bû"
Ne gengaz e ku kesên di nava çeteyên DAIŞ'ê de jiyabin zirarê nedîtibin an ji malê kesek ji wan hatiye qetilkirin an jî kesên ji malbatê hatine binçavkirin. Edle wiha qala demên çeteyên DAIŞ'ê dike: "Jiyana me li Minbicê gelekî baş û bi aram bû, hemû pêkhate bi hev re dijiyan. Lê me hew nihêrî di nava roj û şevekê de jiyana me hat berevajîkirin. Çeteyên dewleta tirk derbasî bajar bûn û ji me re digotin em ê we biparêzin, me nizanibû wê me ji çi biparêzin, ji ber ku wan bi xwe gel qetil dikirin wan êrîşî gel dikirin. Demek şûnde êdî çeteyan dest bi girtina gel kirin û sûcên wan jî ji ber kesek cîxate vexweriye ango tiştek ji rêzê bû. Armanca wan ne sûc bû armanca wan ew bû ku gel bikeve bin desthilatdariya wan. Paşê çeteyan digotin Kurdek li ku derê hebe divê bê girtin, ji ber ew hemû terorîst in, bi vê hincetê dixwestin Kurdan qir bikin. Di sala 2014'an de hevjînê min ji aliyê çeteyan ve hat girtin, min her dem serlêdan dikir û pirsiyar dikir lê tu caran sûcê wî negotin. Her wiha ne tenê hevjînê min bi hezaran Kurd hatibûn girtin. Her wiha jinên wê derê jî rastî tundî, qetilkirin û destdirêjî re rû bi rû diman." 
"Ji ber ku em Kurd bûn em dihatin kuştin"
Edle bûyerên ku bi çavên xwe dîtiye wiha parve dike: "Çeteyên DAIŞ'ê bi awayekê rojane li dêriyê her kesê didan û li kolanan kom dikirin û li ber çavên her kesê di rojê de sê çar kes darve dikirin û li ber çavên me serê mirovan serjê dikirin. Kesên ku nedihatin qadê dihatin cezakirin. Çeteyên DAIŞ'ê bi xwîna gel dijiyan. Di îslamê de nabe ku tu kes bê destmêj nimêjê bike lê dema mele bang dida ew li ku derê bûn bi qirêjahî û botên xwe yekser nimêj dikirin. Di rastiyê de ol tiştek paqij û xweş e lê çete şaş bi kar dianîn. Her wiha malên me difirotin û li bazaran li hev parve dikirin. Tiştên ku me dît gelek bi êş bûn."
"Em ji ber hovîtî û kuştinê reviyan"
Edle bi zehmetiyek mezin xwe ji zilim û zordariya çeteyên DAIŞ'ê rizgar dike. Edle wiha behsa xilasbûna xwe ji çeteyan dike: “Êdî şev û roja me bû tarî û ez her difikirîm ka xwe çawa ji çeteyan rizgar bikim. Êdî rojekê min biryar da ku ez û zarokên xwe biçin, wê demê min dixwest biçim bajarê Girê Spî ji ber qada herî bi ewle ew der bû. Ez ketim rê û çeteyan di rê de ez dam sekinandin û digotin heta hevjînê te nebe nabe ku tu bi serê xwe derkevî. Min jî ji wan re got we hevjînê min girtiye lê kurê min heye û min xwe û zarokên xwe wiha xilas kir. Piştî wê ez bi riya fîdyeyê gihîştim bajarê Reqayê. Reqa jî ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû dagirkirin lê ez bi wesayîdekê suwar bûm û şofur got tu diçî ku derê tu caran behs neke ez ê we bibim. Bi xêra wî şofurê em ji cihên ku çete hene ji wir xilas bûn û dema em hatin heremên bi ewle min got qey ez ji nû ve ji dayik bûme, ewqas ez kêfxweş bûm. Min xwe rizgar kir lê hevjînê min li dû min ma." 
"Şaneyên DAIŞ'ê dixwazin Minbicê dagir bikin"
Ji roja ku bajarê Minbicê hat rêzgarkirin heye îro jî hîn şaneyên DAIŞ'ê li bajar hene, ev şane dixwazin Minbicê vegerînin 2014'an ku çawa pergala xwe li wir didan meşandin. Edle bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Hêza QSD'ê hişt ku bajarên me bi ewle bibin, îro jî mîtên dewleta tirk û rejîma Baasê dixwazin, Minbic dagir bikin û di bin desthilatdariya xwe de bidin meşandin. Piştî ku Minbic hat rizgarkirin êdî jiyan li wir gelekî xweş û bi aram bû. Lê niha hin şaneyên DAIŞ'ê yên girêdayî dewleta tirk û rejîma Baasê dixwazin tevlihevî û fitneyan di nava bajar de bidin çêtirin. Divê em li beramberî van bûyeran hişyar bin bê bala her kesê ku di dema çeteyan de jiyan û rewşa me çawa bû. Em nikaribûn serê xwe derxin derve, em nikaribûn nefes bigrin û bi tena serê xwe li kolanan bigerin. Divê em van hemûyan bînin bala xwe. Li ser vê axê xwîna hemû pêkhateyan hatiye rijandin, ev bajar bi xwînê hatiye rizgarkirin. Hêviya min ew e ku em xwedî li çand, ziman, hebûn û li şehîdên xwe derkevin, ji ber ku ev çete hemû mîtên dewleta tirk in. Di heman demê de ez hêvî dikim ku der barê hevjînê xwe de agahiyek bigrim, zarokên min jî bi bavê xwe re bijîn û pê şa bibin."