Çavên Layihayê 27 sal in li derî ne

Vasif Ozturk ê ku di serdegirtina leşkeran a li ser gundê Cumarê yê Pasûra Amedê de hat binçavkirin, 27 sal in agahî jê nayê girtin. Layiha Ozturk, her roja şemiyê li aqubeta hevjînê xwe dipirse û dibejê: "Ji wî re ne hestî û ne jî kincek maye. Hêviya min tenê ew e ku kêla gora hevjînê min hebe."

Amed - "Xizmên Windayan" ev 26 sal in her hefte roja Şemiyê li gelek bajarên wekî Amed , Êlih û Stenbolê li hev kom dibin û aqubeta xizmên xwe yên ku di salên 1990’an  de winda bûne dipirsin. Hinek ji wan wêneyê hevjînê xwe, hinek ên zarokên xwe, hinek ên bavê xwe, hinek ên xwişk û birayên xwe hildigirin û hesab dipirsin. Yek ji van malbatan jî Layiha Ozturk e ku ji bo aqubeta hevjînê xwe Vasif Ozturk ê di 1994’an de  hatiye windakirin bizanibe têdikoşe
 "Bi helîkopterê birin Pasûrê" 
Layiha Ozturk got; "Leşkerên ku di sala 1994'an de êrîşî gundê Cumarê yê Pasûrê kirin hevjînê min Vasif, kurê xaltîka min Cembelî Tuncer û biraziyê min Efendî Şen binçav kirine.  Mala sê kesan şewitandin û paşê binçavkirinan dest pê kir. Ji derveyî hevjînê min ên binçav kirin dûre berdan lê wî bi helîkopterê birin Pasûrê. Wê demê ez 3 mehî ducanî bûm. Piştî xebera binçavkirina hevjînê min, em çûn qereqola polîsan a Pasûrê. Li wir me ji qereqolê derxistin û gotin ku zilamek wisa nas nakin.”
"Bi salan e çavên me li derî ne..."
Li ser agahiya ku hevjînê wê herî dawî li Licê hatiye dîtin, Layiha Ozturk digel pitika xwe diçe Licê û li kuçeyan lê digere. Herî dawî hîn dibe ku li hevjînê wê îşkence hatiye kirin. Piştî ku li qereqola Licê pirsa hevjînê xwe dike ji hêla leşkeran ve ji qereqolê tê derxistin. Layiha Ozturk Diyar kir ku ew bi mehan li hevjînê xwe Vasif Ozturk geriyane û got; "Yên ku wê li Licê dîtin gotin îşkence lê hatiye kirin. Polîsan me ji qereqola  Licê avêtin. 
Em nikaribûn li cihekî din bipirsin, agahiya wî ji nehat. Sal derbas bûn lê hêj gotinên wî, awirên wî yên herî dawî di hişê min de ne. Dema zarokên min biçûk bûn, diçûn goristanê digotin ‘çima gora bavê me jî tune yê’ Lê niha ew hemû mezin bûne, rastiyê dizanin.”
"Hêviya min tenê hebûna kêla gora wî ye" 
Layiha Ozturk diyar kir ku ew bi hêviya hebûna gora hevjînê xwe dijî û got, "Ji wî ne hestî û ne jî kincek ma. Em bi salan e li hestiyên wî digerin. Dewletê ew bêsûc û neheqî bir. Ew bavê 7 zarokan bû. Zarokên min bê bav mezin bûn û min zarokên xwe bi gelek zehmetiyan mezin kirin.”
Îfadeya şahidên bûyerê: Îskence lê kirin
 Vasif Ozturk digel Cembelî Tuncer û Efendî Şen hat binçavkirin û şevek li dibistana gund hat ragirtin. Gava ku Cembelî Tuncer û Efendî Şen danê sibehê serbest hatin berdan, li gorî îfadeyên şahidên bûyerê, dest û çavên Vasif Ozturk hatin girêdan û bi helîkopterek leşkerî wî ji gund birîn. Vasif Ozturk herî dawî ji hêla gundiyên din ên ku ji hêla qereqola polîsan Licê ve hatibûn binçavkirin ve hat dîtin. Vasif Ozturk ê ku tê îşkencekirin, piştî îdiayên îşkenceyê careke din tu agahî jê nehatin girtin.