Çalakvanên Misrî: YPJ pêwîstiya parastina jinan birêxistin dikin

Çalakvanên femînîst ên Misirê diyar kirin ku yekîneyên parastina jin (YPJ) li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina jinan têkoşîneke mezin dane meşandin û dikaribûn xwe û civakê biparêzin.

ESMAA FATHÎ

Qahîre-Jinên di nava Yekîneyên Parastina Jinê de ku di warê çek û fikrên azad de hatin perwerdekirin, nêrîna li ser jinan û şiyana wan guhertin. Ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  li tevahî cîhanê her wiha bi civaka baviksalarî û tabûya girêdayî hilgirtina jinan a çekan re rû bi rû man.

Rêvebera Giştî ya Rêxistina Jinên Ereb Fadiya Kiwan diyar kir ku Yekîneyên Parastina Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giranî rastiya parastina jinan ji her cure tundiyê nîşan didin û wiha got: "Bûyerên ku li gelek welatan qewimîne, di nav wan de hin welatên Ereb ên ku rastî şerê çekdarî hatine, nîşan didin ku tundiya sîstematîk li ser jinan tê bikaranîn. Avakirina Yekîneyên Parastina Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî tundiya li ser jinan wekî bertek bû."

Parastina jinan beşeke bingehîn a xebatên komîteyên gel e di şoreşa Misrê de”"

Fadiya Kiwan bal kişand ku Yekîneyên Parastina Jin tiştên di rojên şoreşê de li Misirê qewimîn tîne bîra wê ku meyla bikaranîna tundûtûjiya sîstematîk li dijî jinên beşdarî xwepêşandanên ku di wê serdemê de welat li ber xwe dabû, hebû. Her wiha teqez kir ku di encama van pêkanînên li Misirê jinan dikin hedef de, ciwan û jinên ciwan komîteyek li taxan ava kirin da ku parastina jinan bikin û li hemberî tundiya li dijî jinan bisekirin û wiha pêde çû: "Ev însiyatîf hewcedariya saziyên fermî yên ku her kesê diparêzin nîşan dide. Her wiha têkildarî cureyên tundiya ku li dijî jinan tê meşandin cezayê sûcdar girantir dike bi taybetî di dema şeran de."

"Yekîneyên Parastina Jin encama daxwaza jinan a xweparastinê ye"

Berpirsa çavdêrî û belgekirinê ya li Navenda Jinê ya Rênîşandan û Hişyariya Zagonî Asma Remzî di wê baweriyê de ye ku jin bi gelemperî ji krîzên curbecur bi bandor dibin ku bi awayekî din li Misrê di dema şoreşa Çileya 2011'an de qewimîn. Dema ku her kesê destên xwe da hev û komîteyên gel hatin avakirin, parastina jinan yek ji wan erkên komîteyê yên herî sereke bû.

Esma Remzî diyar kir ku Yekîneyên Parastina Jin, di hemû waran de jinan diparêzin û wiha pêde çû: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Yekîneyên Parastina Jin li beramberî tundiya sîstematîk a li dijî jinan ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê û hin çeteyên din ve dihat meşandin, hat damezrandin. Van yekîneyan stereotipa li ser jinan û şiyanan wan guhertin da ku bikarin bi awayekî giştî desthilatdariya civaka baviksalarî ya serdest bişkînin û bi vê baweriyê jinan çek hilgirtin û parastina xwe kirin."

"Yekîneyên Parastina Jin hêzeke taybet e"

Rêvebera projeya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan a saziya pirsgirêkên jinan Nûra Mihemed destnîşan kir ku ezmûna Yekîneyên Parastina Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê taybet e, ji ber şert û mercên şerê li Sûriyeyê û îstîsmarkirina jinan hatiye avakirin û wiha pêde çû: "Di krîza ku herêm tê re derbas dibû, di rûbirûbûna bi çeteyên DAIŞ'ê re herî zêde jin bi bandor bûn. Ji ber vê yekê jinan xwe bi rêxistin kir û hêza xwe ya parastinê ava kirin."

Her wiha Nûra Mihemed bal kişand ser rola  polîsên jin li Misirê di parastina jinan de û diyar kir ku ew vê rolê kêm dibîne lewma teqez kir ku pêwîst e roleke zêdetir ji bo parastina jinan  bê dayîn.