Çalakiyên jinên Başûrê Kurdistanê di nava sala 2021’an de lidarxistine

Di nava salê de çalakî û helwesta jinên Başûrê Kurdistanê di aliyê siyasî, aborî û civakî de diyarbû. Jin hem li hemberî dagirkeriya ji aliyê dewleta Tirk ve li ser axa wan hatî kirin hem jî li hemberî nêzîkatiyên deshilata siyasî ya li hemberî jinan û civakê bêdeng neman û di nava çalakiyan de bûn. Di van helwestên xwe yên bi rêxistinî de gelek deskeftî bi dest xistin ku yek ji wan jî derbazkirina sîstema kotayê ya ji bo çuyîna Parlemena Îraqê bû.

LAVÎN MEHMÛD
Navenda Nûçeyan - Destkeftiyên jinên herêma Başûrê Kurdistanê bi xebat û çalakiyên xwe di nava salekê de bi dest xistin. Ji xebata wan a herî sereke kampanya yekrêziya jinan li dijî tundîtujî û dagirkeriyê jî di navê de gelek çalakiyên cûr be cûr yên taybet ji bo pirsa jinan hatin li darxistin. Kampanya xebatê li ser tundîtujî û dagirkeriya li ser herêma Kurdistanê yek ji wan çalakiyan bû ku 235 îmza li dijî bazirganiya jinan a bi rêya film û reklam ragihandin û daxwazên xwe radestî aliyên peywendîdar kirin. Tora hevbeş ya rêxistinan bi daxuyaniyek ya çapemeniyê daxwaz ji aliyên peywendîdar kirin ku pêşî li xebatên ku bêrêziyê li beramberî jinana dikin bigrin. Ji derve gelek semîner û civînên hişyariyê yên beramberî tunditujiya li ser jinê, zoriya bi rêya elektronî û rewşa jinê gelek xebatên jinan hatin encamdan. 
Hevpeymana Jinên Herêma Kurdistanê
Bi komkirina dengê jinan Hevpeymana Jinên Herêma Kurdistanê ya bajarê Hewlêrê hat ragihandin. Hevpeyman ji jinên çar bajarên herêma Kurdistanê pêktên ku herî zêde rêxistinên jinan û çalakvanên jin bejdar bûn. 
Di runiştina parlemena herêma Kurdistanê de Dr. Muna Yuhna Yaqub bi dengê 71 parlementeran li herêma Kurdistanê bû seroka nû ya desteya serbixwe ya mafê mirovan.
Rêxistina Jinên Azadiya Kuridistanê (RJAK) li binarê Qendil û bajarê Silêmanî bi boneya 25’emîn salvegera Zeynep Kinacî bi nasnav Zîlan merasîmên bîranê lidarxistin û di merasîman de bal hat kişandina li ser berxwedana Zîlanê dayî meşandin ku bû sembola azadî yê.
Di biniya navenda jineolojiyê de dê pirtûkxaneya jinan bê vekirin
Li Başûrê Kurdistanê Navenda Jineolojiyê di destpêkirina sala 2021’an de gelek qursên perwedê da jinan. Eve jî pêngavek nû bû ji bo hîskirina berpirsyartî û guhdarkirina ji bo hişyariya jinan û têgihiştina rewşa niha ya li herêma Kurdistanê tê jiyîn. Her wiha pirojeyên Jineolojiyê ji bo vekirina pirtukxaneyek taybet ji bo jinan hat dayîn, piştî temembûnê û biryarê ew pirtukxane wê bibe mala nivîskarên jin.
Berhema jinan a hevbeş pirtûka “Sedsala 21’an sedsala jinê” ye
Îsal berhemek nû ya pirtûka navenda akademiya Jineolojiyê bi navê ‘Sedsala 21’an sedsala jinê’ ye ku pirtukek fikriye û ji berhemên komek niviskarên jin pêktê. Ev pirtuk behsa jinan di serdema nû û têgihiştina wateya nû ya azadî û pêwîstiya vê sedsalê bi bejdariya jinan heye ye.
Di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de gelek çalakiyên cûr be cûr hatin li darxistin. Ji vana bi diruşma “Dem dema parastina jina azad û civaka azade” bi pêşengtiya RJAK şahiyek hat li darxistin ku hunermend, rewşenbîr, çalakvan û hemwelatiyan cihê xwe têde girtin. Di çalakiyekê de jinan daxwaz kir ku li dijî aqlê mêrsalarî bi sekinin û hemû rojan bikin 8’ê Adarê.
Di nava qeyrana aborî, siyasî û nebûna azadiya ramanê de xwendevanên zanîngeh û peymangehên herêma Kurdistanê ji bo daxwaza mafê xwe rojane li qadan bûn û jinên ciwan pêşengtî dikirin. Hêzên ewlekariyê li beramberî wan sekinîn bi gaza îsotê gelek ji wan birîndar kirin û gelek jî girtin, lê belê wana çalakiyên xwe berdewam kirin û diyar kirin heta ku daxwazên wan neyên bi cih kirin ewê dest ji çalakiyên xwe bernadin.
25’ê Mijdarê roja têkoşîna jinê ya li beramberî tundîtujiyê jî li gel rewşa xirab ya siyasî, aborî û civakî jî jinan gelek çalakî ji bo tundîtujiya li beramberî jinê li darxistin. Gelek kampanya û çalakî bi armanca hişyarîkirina jinan li beramberî tunîtujiyê hatin li darxistin. Bi vê ve girêdyî di kampanya 16 rojên ji bo pêşîlêgirtina tunditujiya li beramberî jinê de sê jinan ku dû ji wan bi xwe dawî li jiyana xwe anîn û yek jî ji aliyê hevjînê xwe ve bi guleyê hat kuştin di nava hefteyekê de pêkhatin.