19’ê Tîrmehê: Ji dengê guleyan ber bi maseyên diyalogê ve
Şoreşa 19’ê Tîrmehê nasnameya gelê Kurd ji înkarê rizgar kir, modela jiyana hevbeş a bêhempa ava kir. Şoreşa ku weke çirûskek bû ronahî û her çû mezin bû, îro bi taybetmendiyên xwe pergala xwe ya Sûriyeya rengîn û demokratîk dimeşîne.
SîLVA EL-ÎBRAHîM
Navenda Nûçeyan – Sûriye di sala 2011’an de di navbera rejîm û opozîsyonê de parçe bû, Kurdan riyeke cuda hilbijart ku wekî “Riya Sêyemîn” tê zanîn. Ev hilbijartin ne tenê helwesteke siyasî ya bêalî bû, projeyeke berfireh bû ji vîzyona avakirina modeleke demokratîk a beşdar derket ku hemû pêkhateyên herêmê dihewîne, dûrî polarîzasyon û pevçûnên leşkerî.
Ev nêzîkatî bi destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê re li bajarê Kobanê û belavbûna wê li deverên din ên wekî Efrîn û Qamişloyê ku qonaxeke nû dest pê kir, bi avakirina saziyên îdarî û siyasî yên alternatîf ên hatin diyarkirin, pêk hat. Bi demê re, ew ji tevgereke berxwedanê ya herêmî veguherî projeyeke Rêveberiya Xweser, xwe weke lîstikvaneke sereke û faktorek neçar di her çareseriya siyasî ya Sûriyeyê de destnîşan kir.
Îstasyoneke girîng
Di demek girîng a dîroka Kobanê de, dengê ku demek dirêj di bin giraniya polîtîkayên înkar û tepeserkirinê de marjînalîze bibûn derketin holê, hebûna xwe di qada giştî de îsbat kirin û di veguherînên ku herêmê şahidî ji wan kiriye de serdemek nû vekirin. Leyla Ehmed yek ji wan jinan bû ku beşdarî wan kêliyên sembolîk bûbû. Dema ku gel çûn saziyên hikûmetê û ala rejîma berê ya Sûriyeyê daxistin ev yek wekî nîşaneya redkirina înkarê bû. Wan ala xwe bi rengên kesk, sor û zer wekî sembola nasname û hebûnê bilind kirin.
Leyla Ehmed wan kêliyan bi bîr tîne û wiha dibêje: “Gelê Kurd demek dirêj ji ber polîtîkayên Erebkirin û înkarkirina nasnameya xwe ya ku ji aliyê rejîma Baasê ve dihat meşandin êş kişand. Tenê axaftina bi Kurdî yan jî îfadekirina nasnameya xwe sedemek ji bo girtin û tundiyê bû. Ev neheqî di dilê mirovan de kom bû heta ku veguherî serhildan û îradeyeke kolektîf ji bo guhertinê. Bi wê ruhê serhildêr û hêrsbûyî, em çûn ofîsên hikûmetê û ala Sûriyeyê danî û me dawiya serdema zilmê ragihand. Vê yekê ji me re îsbat kir ku dawiya neheqî û înkarê heye û me dît ku hestên rizgariyê çawa di çavên hemû kesên ku beşdarî wê serhildanê bûne de diçirisî.”
Neteweya demokratîk û zehmetiyên ezmûna yekem
Rola bingehîn a ku gelê Kurd di destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê de lîst, riya wê ya rewşenbîrî û siyasî zêdetir vekir. Li ser felsefeya "Riya Sêyemîn" ku modelek li ser pirrengî û hevkariyê di navbera pêkhateyên cihêreng ên herêmê de hatiye damezrandin, pêşkêş kir.
Bi riya pergala neteweya demokratîk, şoreşê vîzyonek alternatîf ji modela netew-dewletê ya kevneşopî re pêşkêş kir. Ev vîzyon li ser rêveberiya ku nasname û mafên gelên bi hev re dijîn nas dikir beşdar bû. Destkeftî û saziyên şoreşê veguherand qadeke hevpar ku gelên ji pêkhateyên cihêreng ji Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Ermen, Tirkmen û Çerkezan dihewîne beşdar bibin.
Leyla Ehmed îdia dike ku destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê ne bi tenê bi pêkhateyek ve sînordar bûn lê belê bûn ezmûnek ku gelên cihêreng ên herêmê jî beşdar bûn. Ji ber ku ew li ser têgehên biratî û jiyana hevpar hatibû damezrandin. Leyla Ehmed wiha got: “Ev rêbaz bi avakirina saziyên hevbeş di warên siyasî, leşkerî, ewlehî û îdarî de, digel tevgereke civakî ya berfireh a ku ji aliyê jinan ve dihat birêvebirin, hat pêkanîn. Taybetmendiyek da vê ezmûnê û rola jinan di wê de destnîşan kir, heta ku bi navê “Şoreşa Jinan” bi berfirehî hat nasîn.”
Leyla Ehmed wiha didomîne: “Gelê Kurd berê di rêvebirina karûbarên xwe de ne xwedî ezmûn bû, ji ber vê yekê ev qonax ezmûneke yekem û cuda bû. Tevî çavkaniyên sînorkirî û şert û mercên dijwar, îdeolojiya rizgarîxwaz a ku me pejirand hişt em saziyên xwe ava bikin û herêmên xwe biparêzin ji ber ku ew li ser rizgariya civakî, rewşenbîrî, aborî û leşkerî disekine û rizgariya jinan di rêza pêşîniyên xwe de digre. Ev ezmûn, tevî dijwariyên ku pê re rûbirû maye, dikaribû bala navneteweyî bikşîne lê di heman demê de, ew bû hedefa hêzên ku li dijî avakirina modeleke siyasî ya li ser bingeha îradeya gel in, bi taybetî DAIŞ û Tirkiye dest bi êrîşên ku ceribandin û destkeftiyên wê hedef digrin kirin.”
Destana Kobanê û bihayê berxwedanê
Piştî ku bandora DAIŞ’ê berfireh bû kontrola wê li ser deverên berfireh ên Sûriye û Iraqê belav bû, bajarê Kobanê di 15’ê Îlona 2014’an de bû hedef. DAIŞ’ê berê xwe da Kobanê û dest bi êrîşên herî hovane kir. Lê belê bajarê ku bi modela xwe ya civakî û serokatiyê ya bêhempa tê nasîn, piştî şer û berxwedana 134 rojan, li dijî êrîşên çeteyan bi ser ket, bû sembola berxwedanê, bû yek ji cihên herî berbiçav di şerê li dijî DAIŞ’ê de û hevgirtinek navneteweyî ya berfireh bi xwe re anî.
Ji dema ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi birêvebirina karûbarên xwe di çarçoveya Rêveberiya Xweser de kirin ve, ev proje bi dijwarî û zextên herêmî yên berdewam re rûbirû ma. Tirkiyeyê ev model wekî gefek ji bo berjewendiyên xwe yên hegemonîk dît. Tevî ku li derveyî sînorên wê ye, herêma Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hedef. Di salên borî de, herêmê şahidiya destwerdanên leşkerî yên Tirkiyeyê kir ku vê yekê bandorê li deverên mezin kir û gelek cih hatin dagirkirin. Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Şahba û deverên derdora Minbicê hatin dagirkirin.
Êrîşên li ser Rojava tu carî bi dawî nebûn
Bi veguherînên siyasî yên piştî hilweşîna rejîma Baasê û tevî hebûna riyên ku banga çareseriyên siyasî û diyalogê dikirin, destwerdanên leşkerî yên berdewam, bûn sedema rageşiyeke nû di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hêzên ku bi wan re hevkar.
Qonaxa ku bi hedefgirtina taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dest pê kir, bû sedema gelek dîmenên hovane. Binpêkirinên ku ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam ve hatine kirin sûcên şer in, tene Helebê bi sînor neman, belavî deverên Reqa, Tebqa û Dêra Zorê bûn û gihîştin derdora Kobanê.
Di dawiyê de, peymana 29’ê Çileyê hat îmzekirin riyek ji bo entegrasyona demokratîk di navbera saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên dewletê de hem di asta leşkerî û hem jî di asta sivîl de destnîşan kir, di heman demê de tekezî li ser parastina karakterê cihêreng ê herêmên Kurdî û avahiyên wan ên îdarî yên heyî kir.
Ji tunelên şer heta qadên siyasetê
Leyla Ehmed bawer dike ku berdewamiya ezmûna Rojava, tevî êrîş û zextên curbecur ên ku pê re rûbirû maye, kiriye rastiyek siyasî ya nayê înkarkirin, hebûna xwe wekî aliyek bi bandor di her nîqaşa li ser pêşeroja Sûriyeyê de saz kiriye û got: “Kurdên Rojava ji çeperên parastina hebûnê derbasî qadên çalakiyên siyasî bûn; gelê ku berê ji mafê xwe yê ziman û îfadekirina nasnameya xwe bêpar bûn, îro bûne şirîkek girîng di şekildana pêşeroja Sûriyeyê de.”
Leyla Ehmed piştrast dike ku ev veguherîn ne encama rewşeke demkî bûn, berhema salên dirêj ên têkoşîn û fedakariyan bûn û îradeyek kolektîf tevî dijwariyan jî mafên xwe girt û wiha didomîne: “Tiştê ku hatiye bidestxistin encama berxwedaneke berdewam û fedakariyên mezin ên ji aliyê gelên herêmê ve hatine kirin e. Em Kurd ne alîgirên şer in, alîgirên azadiyê ne. Me ji bo gihîştina vê qonaxê bedelên giran dane û îro em bi riyên siyasî û dîplomatîk dixebitin da ku mafên siyasî, çandî û civakî yên Kurdan di Sûriyeya pêşerojê de bigrin bin temînatê, ji ber ku ev ji bo hemû pêkhateyên welat mafên xwezayî ne.”
Bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê diyar bû ku îradeya gel dikare hebûna xwe di hevkêşeyên siyasî de îsbat bike
Leyla Ehmed di dawiyê de destnîşan dike ku modeleke demokratîk a li ser bingeha naskirina pirrengî û hevkariyê dikare çarçoveyek ava bike ku bikaribe pêkhateyên cihêreng ên civaka Sûriyeyê, dûrî dûrketin û cudakariyê, bi awayekî lihevhatî bi pîvana fedakariyên ku ji aliyê gelên herêmê ve di salên pevçûnê de hatine kirin, bigre nava xwe.
Şoreşa 19’ê Tîrmehê di navbera qadên şer û maseyên danûstandinan de, îsbat kir ku îradeya gel dikare ji nû ve teşe bide rastiyê û hebûna xwe di hevkêşeyên siyasî de îsbat bike. Ezmûna ku wekî parastina hebûnê dest pê kir, veguherî projeyeke ku vîzyonên nû yên siyasî û civakî dihewîne û Rojava, bi ezmûn û destkeftiyên xwe yên berhevkirî, bûye beşek girîng a her vîzyonek ji bo pêşeroja Sûriyeyê.
Ev ezmûn xebata salan û fedakariyê çêbûye, vîzyonek li ser pirrengî, jiyana hevbeş û hevkariyê di navbera civakên cihêreng ên herêmê de digre û delîlek ji bo şiyana civakên herêmî ye ku dikare modelên nû li hemberî dijwariyan ava bike.