çand û hûner

  • “Ez bi muzîkê her tiştî cudatir hîs dikim” 

    Zîlan Hasret Yildiz, defjeneke wekî ku çavên xwe di hembêza hunerê de vekiribe. Bavê wê dengbêjek e, bi salan ked daye çand û muzîka Kurdî. Zîlan ji zarokatiya xwe ve bi saya dengê bavê xwe û bi tembûra birayê xwe, bi muzîk û hunerê xwe têr dike. Her çiqas di zarokatiya xwe de muzîkê nas kiribe jî li navenda jiyana wê bicihbûna muzîkê hinek dem digre. Zîlan, piştî ku ji Samî Hosseînî perwerdeya defê dibîne beşdarî Civata Ahenga Ahûra dibe, xwe di destpêka riyeke pir cuda de dibîne. Bi demê re feraseta wê ya muzîk û hunerê dewlemendtir dibe.

  • Nadia Aksous: Divê têkoşîna jinan bênavber bidome 

    Nivîskar û rojnamegera Cezayîrî Nadia Aksous destnîşan kir ku nivîsandin û têkoşîn du aliyên heman tiştî ne û got ku divê têkoşîna jinan bênavber bidome.

  • Dêra Ermeniyan a dîrokî li benda restorekirinê ye 

    “Dêra Ermeniyan a Sor” ku tê gotin di sedsala 10’an de hatiye çêkirin, di bin xetera hilweşandinê de ye. Dêra ku divê bê parastin, tevî xisara ku dibîne û xezînegeran jî li ser piyan maye.

  • Hîlala Zêrîn ji bo meraqên zarokan deriyên xwe vekiriye 

    Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Efrînê ji bo zindîkirina çanda dayikan ji zarokên Efrînê re deriyên xwe yên hunerî vekirine û zarokan perwerde dike, yek ji wan perwerdeyan perwerdeya pêşkêşkirina şanoyan e.

  • Batizma Êzidiyan: Çerxa demê 

    Li Şengalê pîrozbahiya sersalê bi coşa Cejna Batizmê dest pê kir û rojan li pey xwe hişt. Êzidî îsal jî xatirxwestina sala borî û derbasbûna sala nû bi Cejna Batîzmê pîroz dikin.

  • Flîma namzeda Oscarê ya Îngîltereyê behsa jinên li Tirkiyeyê dike 

    Fîlma Dying to Divorce (Olumune Boşanmak) ku di nava 5 salan de li Tirkiyeyê temam bû, ji bo xelata Oscarê namzed e.

  • Helbestên ku di girtîgehê de li ser zerfan nivîsand kir pirtûk 

    Rojnameger Dilbirîn Turgut bi helbestên ku di girtîgehê de nivîsandibû, pirtûka helbestan a bi navê “DIL-BIRÎN” nivîsî. Dilbirîn Turgut a ku rojên derbasbûyî pirtûka ku nivîsandiye hat weşandin, di helbestên xwe de cih da pêvajoya greva 5 mehan a di girtîgehê de û behsa bîranînên xwe yên li girtîgehê kiriye.

  • Rûken Mihemed: Hîlala Zêrîn mayîndekirina çand û hunera Neteweya Demokratîk e 

    Rêveberiya Hîlala Zêrîn Rûken Mihemed der barê xebatên salekê yên Hîlala Zêrîn nirxandin kir û got: “Ji bo wekheviya gelan û mayîndekirina çand û hunera Neteweya Demokratîk em hemû neteweyan di nava Tevgera Hîlala Zêrîn de perwerde dikin bi rengekî ku êdî ew bi xwe bikaribin xwe îfade bikin. Em dixwazin di her aliyan de çand û reseniya hemû neteweyên herêmê biparêzin, me dîrokê jî ji helandinê parast da ku her di hafîzeya civakê de bimîne.”

  • Hîlala Zêrîn dest bi çalakiyên sersalê kir 

    Tevgera Hîlala Zêrîn ya Kobanê bi nêzikbûna sersalê re dest bi çalakiyên kusugerî kirin, ji bo kêfxweşbûna zarokan û gelê herêmê. Jinên ku beşdarî çalakiyê bûn wiha gotin: "Em bi hêviya ku sala nû bibe saleke bi ewle û durî şer, ji bo em hemû gelê herêmê bi kêfxwaşî bi hevra jiyan bikin."

  • Çîrokeke dayik û keça wê yên li hember zehmetiyan bi ser ketîn 

    Kenê wê yê xweşbîniyê û çavên wê yên bi hêviyê dibriqîne, çîroka wê vedibêje, ew çîroka ku bi hindek xêzan ji bo ku îfadeya tiştên ew dixweze bibêje û nikare bilêvbike despêkir, heyanî ew gihad asta ku bibe wênexêz, ev çîroka keça ciwan a xwedî pêdiviyên taybet û dayika wê ya bê navber û bê westandin piştgirya wê dikir e.

  • Şilik xwarineke gelerî ye ku di serdema me ya niha de wenda ye 

    Xedîca Hisên a ku ji gundê Til El-Mexer a Çiyayê Kizwanan e, bi çêkirina xwarina Şilik a ku di nava civaka herêmê de gelekî bi nav û deng e lê di serdema me ya niha de hatiye wenda kirin dibêje: "Şilik ji kesên payebilind, rûsipî, rêwî, mêvanên li ber dil giranbuha re tê çêkirin û şilika ku ji hevîr, dimsê şêrîn û rûnê erebî tê çêkirin ji serjêkirina berx û pezan girantire."

  • Li Afganistanê pîzorbahiya Şeva Yelda yê 

    Di 20'ê kanûnê de Şeva Yalda her sal ji aliyê Faris û Kurdan ve tê pîroz kirin bi vê bûneyê li gelek deveran çalakî û şahî hatin lidarxistin. Li Afganistanê jinan Şeva Yelda yê bi şahîyê pêşwazî kirin.

  • Pirtûka “bingeha dîrokî û siberoja şoreşa jinê” rastiya jinê vedibêje 

    Pirtûka “bingehê dîrokî û siberoja şoreşa jinê” ya Akademiya Jineolojiyê ya ku encama lêkolîn û analîza sosyolojîk a şoreşa jinê li Rojavayê Kurdistanê ye , li bajarê Qamişlo hat nasîn û îmzekirin.

  • Li Cezayîrê pêşangeha jinên pêşengên dîrokê 

    Di pêşengeha ku li Cezayîrê hat vekirin de jinên pêşeng ên dîrokê hatin vegotin. Pêşangeh dê heta 15’ê Çile ji dîdaran re vekirî be.

  • Li Helebce Şeva Yelda bi şahiyekê hat pîrozkirin 

    Şeva Yelda ku şeva herî dirêj ya salayê ye ji aliyê gelên Rojhilata Navîn bi taybet Kurd û Faris ve tê pîroz dikin.

  • Di pêşangeha şêwekarên Yemenê ya hunerî de dîmenên ji kêliyên jiyanê 

    Şêwekarên Yemenê di Pêşangeha Orphic de tabloyên xwe yên hunerî nîşandan û piştevaniyek baş ji dîdaran girtin. Ji hunermendên bi hunerê xwe tevlî pêşangehê bûyî Safa Anis a di rêze tabloyên xwe de hewildaye bedewiya bajarê Adenê hûrgiliyên wê ve bide dîtin got: “Ez hewl didim bedewî û cihêrengiya jîngeha Adenê ji cîhanê re ronî bikim û ji ber vê yekê ez beşdarî pêşangehê bûm.”

  • Sînemaya Mexribê bi fîlmên xwe li dijî tundiya li ser jinan têdikoşe 

    Gelek berhemên sînemayî yên Mexribê hene, mijara şîdeta li dijî jinan bi şêweyên cuda girtine nava xwe her wiha rastiya gelek jinên ku di bêdengiyê de êş û azarê dikşînin anîne ziman. Gelo sînema dikaribû li hemberî vê diyardeyê bibe wesîleya nerazîbûnê û vê diyardeyê ronî bike?

  • "Şanoya "Perspan" gelek tabloyên hunerî di nav xwe de dihewîne" 

    Şanogerên Efrînê yên ku beşdarî yekem mihrîcana şanoya li ser asta Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hatiye lidarxistin, bûn der barê mihrîcanê de axivîn.

  • Hejmara 28’emîn a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê derket 

    Hejmara 28'an a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşam bi manşeta "Malbat, tarîkat, wargeh: Saziyên ku bi awayê girtî tundiyê diafirînin" derket.

  • Koma Muzîkê ya Îlmek bi awazên xwe cîhanê xweşik dike 

    Koma Muzîkê ya Îlmek ku bi kombûna jinên ji gelek pîşe û statuyên cuda yên weke mamosteyên ku nehatiye tayînkirin, kedkarên qadê û kedkarên kamûye pêk tê, bi muzîka xwe armanc dike xwe bigihîjîne jinên ji rengên cuda. Piştevaniya Jinê ya Îmek ku li Enqereyê bi kombûna nêzî 10 jinan, bi destpêkirina pandemiyê re hat avakirin, di hemû qadên hunerê de balê dikşîne ser jinên ku ji dîrokê hatine dûrxistin. Jinên endamên Piştevaniya Jinê ya Îlmekê diyar kirin ku bihevrebûn û destdekdayîna hev gelekî bi qîmet e.